• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
18 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

    Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

    Çalakiya nobedê di roja 2yan de ye: Dê kî hesabê mirina girtiyên nexweş bide

    Çalakiya nobedê di roja 2yan de ye: Dê kî hesabê mirina girtiyên nexweş bide

    Ji Dadgeha Iraqê biryarek sosret: Biryara girtina Partiya Ciwanên Êzidî da

    Ji Dadgeha Iraqê biryarek sosret: Biryara girtina Partiya Ciwanên Êzidî da

    ‘Evîn Zapsû ro bi ro dihele’

    ‘Evîn Zapsû ro bi ro dihele’

    Dadgeha Federal a Iraqê qebûl nekir ku biryarên Parlamentoya Başûr bên rawestandin

    Dadgeha Federal a Iraqê qebûl nekir ku biryarên Parlamentoya Başûr bên rawestandin

    DEM Partiyê ji bo girtiya nexweş Evîn Zapsû serî li ÎHÎKê da

    DEM Partiyê ji bo girtiya nexweş Evîn Zapsû serî li ÎHÎKê da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

Daristan Pala / AW

18 MIJDAR 2026 - 09:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan diyar kir ku zarokên wan li girtîgehan di nava nexweşî, tecrîd û zilmê de têne ragirtin û mafê wan ê gihiştina tenduristiyê tê astengkirin. Nazîme Boltan got ku ji ber dûrbûna girtîgehê û nexweşiyên wê 8 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe.

Rewşa girtiyên nexweş a li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Bolûyê û êşa malbatên wan, rûyê rastîn ê polîtîkayên tecrîd û bêdengkirinê radixe ber çavan. Tevî ku raporên heyetên bijîşkan û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) jî, mafê dermankirinê yê girtiyên wekî Ciwan Boltan bi hincetên cur bi cur tê astengkirin. Sewqên nexweşxaneyê bi hefteyan tên taloqkirin û daxwazên herî bingehîn ên jiyanî jî nayên bicihanîn. Li aliyê din, dûrkirina girtiyan a bi sedan kîlometreyan ji malbatên wan, ji bo dayik û bavan bûye cezayekî li ser cezayê. Dayika ku ji ber nexweşî û temenê xwe 8 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe û bavê ku 2 sal in ji vî mafî bêpar e, di bin barekî giran de tên hiştin.

DMMEyê di sala 2019an de derbarê Ciwan Boltan de di çarçoveya “mafê hêviyê” de biryara binpêkirinê dabû, tevî vê biryarê jî nayê berdan. Dayika Ciwan Boltan, Nazîme Boltan derbarê rewşa dawî ya nexweşiya kurê xwe de ji ajansa me re axivî.

‘3 heftene wî nebirine nexweşxaneyê’

Nazîme Boltan da zanîn ku Ciwan Boltan di her hevdîtina telefonê de qala êş û nexweşiyên xwe yên ku nayên dermankirin dike û rewşa wî ya tenduristiyê wiha vegot: “Ciwan di hevdîtina me ya dawî de careke din diyar kir ku nexweşiyên wî her diçin giran dibin. Got, ‘Laşê min dixure û hemû qalik girtiye’. Bijîşkên girtîgehê ew sewqî nexweşxaneyê kiriye, lê tevî ku sê hefte di ser de derbas bûne jî hê jî wî nebirine nexweşxaneyê. Sewqên girtiyên din bi giştî hatine betalkirin. Ya Ciwan jî ne diyar e ku dê kengî bikin, ji wî re dibêjin ‘Em ê te bibin’, lê gelo dê bibin an nebin tu agahî tuneye. Herî dawî diyar kir ku li gel nexweşiyên xurandina laş û qalikgirtinê, lingên wî jî ji çokê jêrtir werimîne. Ji ber sermayê pir dicemide û bi betaniyên heyî jî germ nabe.”

‘Biryarên DMMEyê pêk nayînin’

Nazîme Boltan bal kişand ser rewşa taybet a nexweşiya xwîna kurê xwe û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber tîrbûna xwîna Ciwan ew gelekî zû dicemide. Doktoran rapor dane ku li gel sîstema germkirinê divê sobeyeke taybet a li gorî nexweşiya wî û cil û bergên parastinê bên dayîn. Lê ne sobe didin û ne cilên ku dikarin wî ji sermayê biparêzin didin. Wekî din, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara ‘nikare bi tena serê xwe bijî’ daye. Lê li gel vê biryarê jî, li şûna ku şertên wî bên başkirin, cezayê hucreyê didin û hin caran bi hincetên cur bi cur wî dixin hucreya bi tenê.”

Nazîme Boltan

‘Perçeyê şarapnelê xetereyê li ser jiyana wî çêdike’

Nazîme Boltan da zanîn ku parçeyê bombeyê yê di serê Ciwan Boltan de xetereyê li ser jiyana wî dike û wiha axivî: “Serê Ciwan pir diêşe, ew bi guman e ku ev êş ji ber perçeya şarapnelê ku li ser mejiyê wî maye ye. Li gorî dîtina doktoran, heke perçeya şarapnelê ya li ser mejiyê Ciwan bileqe, ew dibe sedemê mirina wî. Pêwîst e rûtîneke tenduristiyê û şopandineke pispor ji bo vê yekê hebe, lê tu baldariyek ji bo wê jî nayê nîşandan. Em malbat hemû ji ber vê yekê di nava fikar û tirseke mezin de ne.”

Nazîme Boltan di berdewamiya axaftina xwe de behsa xirabûna xwarin û şertên rojane yên girtîgehê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo xwarinê jî rewş pir xerab e. Ciwan diyar kir ku di nava mast de ‘donê girês ê makîneyan’ derketiye. Di xwarinan de çi bêjî dertê û tevî ku giliyên me jî hene, kes guh nade. Em bi guman in ku nexweşiyên girtiyan bêtir ji ber van xwarinên gemarî çêdibin. Wekî din, Komîsyona Çavdêriya Girtîgehê cezayên nû li ser girtiyan ferz dike, girtiyên ku rojên wan temam bûne jî bernadin û bi cezayên 6 mehan ên nû girtinê dirêj dikin. Ev tişt hemû di pêvajoyeke siyasî de tên kirin, ango an ev saziyên girtîgehê guh nadin tu biryaran û van hovîtiyan dikin, an jî ji aliyê Enqereyê ve tên teşwîqkirin.”

‘8 sal in rêya Zindana Bolûyê ji me re girtî ye’

Nazîme Boltan li ser astengiyên giran ên ku rê nadin ew bigihîje kurê xwe jî ev yek anî ziman: “Ji ber nexweşiyên xwe û temenê xwe, 8 sal e ku nikarim biçim serdana lawê xwe. Bavê wî jî nexweş e û ev 2 sal e nikare biçe hevdîtinê. Em nikarin biçin rêyekî wisa dûr. Zarokên me li Bolûyê ne, li girtîgehên pir dûr in. Em tenê 15 rojan carekî 10 deqîqeyan dengê wan dibihîzin. Li gel hemû daxwazên me, daxwaza sewqa nêzî malbatê nehat qebûlkirin. Ev cezayê li ser cezayê ye; em çavên hemû girtiyan ji vir heta devê derê zindan ê maç dikin.”

Etîket: Ciwan BoltanGirtîgeha Bolûyêgirtiyên nexweşNazîme Boltan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çalakiya nobedê di roja 2yan de ye: Dê kî hesabê mirina girtiyên nexweş bide

Çalakiya nobedê di roja 2yan de ye: Dê kî hesabê mirina girtiyên nexweş bide

18 MIJDAR 2026
Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

Çalakiya rûniştinê ya ji bo girtiyên nexweş dê sibê bidome

17 MIJDAR 2026
Li Girtîgeha Boluyê di saleke de berdana 17-18 girtiyan hatiye astengkirin

Li Girtîgeha Boluyê di saleke de berdana 17-18 girtiyan hatiye astengkirin

17 MIJDAR 2026
Muhîttîn Altin: Eger girtiyên azadiyê neyên berdan wê çareserî çawa pêk were?

Muhîttîn Altin: Eger girtiyên azadiyê neyên berdan wê çareserî çawa pêk were?

16 MIJDAR 2026
‘Tevî pêvajoyê 16 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan’

‘Tevî pêvajoyê 16 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan’

15 MIJDAR 2026
Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

14 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne