Wan – Tevî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkî du sal in daye destpêkirin li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin û di vê pêvajoyê de bi giştî 16 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Hevserokên MEBYA-DER û TUHAY-DERê yên Wanê û welatiyan bertek nîşanî xemsariya dewletê dan û xwestin girtiyên nexweş û siyasî demildest bên berdan.
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” destpêkirin. Piştî destpêkirina pêvajoyê Tevgera Azadiyê bi dorê têkoşîna çekdarî da rawestandin, ji Tirkiyeyê vekişiya, kongreya xwe li dar xist û bi merasîmekê bi awayeke sembolî çek şewitandin. Bi avêtina van gavan re demokratîkbûna Tirkiyeyê û avêtina gavên şênber bû mijara nîqaşan. Di 10ê Tebaxa 2026an de ji aliyê parlementoya Tirkiyeyê ve qanûna çarçoveyî hate derxistin, lê bi qasî ku di Rojnameya Fermî de neyê weşandin nakeve meriyetê. Sepanên derveyî qanûnî yên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş rojane tên nîqaşkirin, bêhiqûqî û bêqanûnî tevî geşedanên pêvajoyê berdewam dikin.
Hevserokê Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Wanê Yusuf Dundar, Hevserokê Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê Osman Başak û welatî derbarê sepanên di girtîgehan de tên domandin ji ajasa me re axivîn.
‘Înfazên hevalên me bi kêyfî tên şewitandin’
Hevserokê MEBYA-DERê Yusuf Dûndar bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî: “Ev pêvajo di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Serokatiyê ve hate destpêkirin. Gelê Kurd bi Serokatiya xwe û rêxistina xwe bawer bû û ev bawerî pir xurt e, lê heta niha ji aliyê pergalê ve tu gav nehatine avêtin. Tevî ku dihat gotin dê di serî de girtiyên nexweş bên berdan jî, niha bi sedan hevalên me yên nexweş di girtîgehan de ne û hê nehatine berdan. Vê gavê girtiyên nexweş ên ku cezayê wan qediyane hene, lê înfazên wan bi awayekî kêyfî tên şewitandin û dîsa jî nayên berdan.”
‘Tûncer Saglam ji xemsariya dewletê jiyana xwe ji dest da’
Yusuf Dundar bi bîr xist ku herî dawî girtiyê nexweş Tûncer Saglam ji ber nêzikatiya dewletê ya li ser girtiyan, jiyana xwe ji dest daye û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Hevalê me Tuncer Saglam ku ji gundekî Wanê bû, di Girtîgeha Wanê de nexweş ket. Ew birin nexweşxaneyê lê pergalê qet guh nedayê, pê re mijûl nebûn û li ser nexweşiya wî tu teşhîs nedanîn. Piştre di encama hin hewldanên burokratîk de ew rakirin nexweşxaneyeke Enqereyê, lê mixabin li wir jiyana xwe ji dest da. Em pir xemgîn in; me cenazeyê wî pêşwazî kir, anî û sparte axê.”
‘16 hevalên me di girtîgehan de çûn ser dilovaniya xwe’
Hevserokê TUHAY-DERê Osman Başak têkildarî pêvajoya didome bal kişand ser rewşa li girtîgehan didome û da zanîn ku 52 girtiyên nexweş ên ku rewşa wan gelek giran hene û wiha got: “Ev nêzîkî du salan in ev pêvajo dest pê kiriye û em hemû û gelê me bi hêviya ku ev xwîn bisekine û aramiyek were li vî welatî pir pê kêfxweş bûn. Gelê me piştgirî da vê pêvajoyê da ku tiştekî baş çêbibe. Lê mixabin ev du sal in tenê ji aliyê Kurdan ve gav hatine avêtin û ji aliyê dewletê ve gavên berbiçav nehatine avêtin. Ji ber vê yekê jî gel xemgîn e û baweriya gel a vê pêvajoyê roj bi roj dişkê, lewma hêviya me ew e ku dewlet di demeke kurt de gaveke berbiçav bavêje da ku baweriya gel xurt bibe. Di nava van du salan de 16 hevalên me li zindanan çûne ser dilovaniya xwe ku yê herî dawî jî heval Tûncer Saglam bû. Ew li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bû û bi nexweşiya penceşêrê ketibû, lê ji ber ku tedawiya wî baş nehate kirin, piştî ku birin Enqereyê li wir çû ser dilovaniya xwe.”
‘Lîjneyên hatine avakirin derveyî hiqûqê ne’
Osman Başak di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan HPGê li dijî Tirkiyeyê dev ji têkoşîna çekdarî berdaye, xwestiye ku rêya aştiyê vebe. Osman Başak bi bîr xist ku dewletê hêj jî bersiva gavên Tevgera Azadiyê nedaye û ev tişt gotin: “Dewletê got bila gerîla çekên xwe dayne û li wir çek hatin danîn, lê îro li zindanan dest û pêyên hevalên me girêdayî ne, zilm û îşkence li ser wan tê kirin, bi rêya lijneyên ku hatine avakirin, bi awayeke derveyî hiqûqê cezayên wan dirêj dikin û berdana wan paş ve didin û wan bernadin. Divê dewlet gavekê bavêje, girtiyên nexweş demildest bên berdan û piştre jî hemû girtiyên siyasî azad bibin.”
‘Serokatî û Tevgera Azadiyê gav avêtin êdî dora dewletê ye’
Welatiyên Wanê jî serka hikûmetê ya li hember girtiyan rexne kirin, destnîşan kirin ku pêvajoya hatiye destpêkirin bi qîmet e û diyar kirin ku li gel van gavên bi nirx divê dewlet jî gavên şênber bavêjin.













