TUAY-DERê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan û girtiyên jin ku bi awayekî bêhiqûqî di zindanan de dimînin de got ku ew di azadiya jinan de, di aştî û avakirina civaka demokratîk de bi israr in.
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Êlihê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan bi dirûşma “Ji jinên girtî re azadî” li pêşiya Edliyeya Êlihê daxuyanî da. Li gel endam rêveberên TUAY-DERê, aktîvîstên TJAyê gelek kes tev li daxuyanî bûn. Girseya ku li wir amade bû dowîzên “Jin Jiyan Azadî”, “Di azadiyê de dengê jinê heye”, “Azadî nayê paşxistin”, “Mafê jiyanê pîroz e” û “Ji bo jinan edalet” hilgirtin û pankarta “Azadiya jinên girtî nayê paşxistin” hat vekirin.
‘Di pêvajoya aştiyê de divê jin ne di nava çar dîwaran de bin’

Hevseroka TUAY-DERê Nûriye Başçi di daxuyaniyê de bal kişand ser girtiyên jin ên nexweş û wiha axivî: “Divê berdana jinên girtî yên nexweş bi tu pêvajoyekî yan jî pêşveçûnekê re neyê girêdan. Ji ber ku ev pirsgirêk berî her tiştî mirovî û wijdanî ye. Ne hewce ye ku kesek ji bo gihiştina derman, parastina mafê jiyanê û azadiya xwe zêdetir li bendê bimîne. Divê jin aştiyê ne li pişt dîwarên girtîgehan, di nava civakê de, di her qada jiyana xwe de bi vîna xwe ava bikin. Aştiya ku jin têde nîn bin û vîna jinan bi azadî cih negire ew nabe aştiya civakî.”
‘Heya ku jin azad bibin em ê têbikoşin’

Nûriye Başçi diyar kir ku ew ê weke TUAY-DER têkoşîna xwe ya ji bo girtiyên jin mezin bikin û wiha bi dawî kir: “Pirsgirêkên ku girtiyên jin dijîn ne tenê pirsgirêka malbatên wan e, pirsgirêka hemû civakê ye. Ji ber ku wijdanê civakê, herî zêde bi vê yekê tê pîvandin. Dema ku em nêzî 25ê Mijdarê dibin em careke din dibêjin; heta ku jin azad bibin em ê têbikoşin. Girtiyên jin ne bi tenê ne. Daxwaza wan a azadiyê daxwaza me hemûyan e. Em di azadiya jinan de, di aştiyê û avakirina hevpar a civaka demokratîk de bi israr in.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.












