TJA û Dayikên Aştiyê yên Êlihê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê qert û nameyên ku nivîsandibûn, ji bo girtiyên siyasî yên jin şandin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê yên Êlihê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan li pêşiya avahiya PTTa navendê ya Êlihê daxuyanî dan û qert û nameyên ku nivîsandibûn, ji bo girtiyên siyasî yên jin ku hevserokên jin ên partiyên siyasî jî di nav de, şandin.
Beriya şandina nameyê li pêş avahiya PTTê daxuyanî hat dayîn.
‘Azadiya wan azadiya me ye’
Sabîha Ekîncî ya ku têkildarî 25ê Mijdarî li ser navê Dayikên Aştiyê axivî, ev tişt anî ziman: “Em ê di çarçoveya 25ê Mijdarê de qert û nameyên ku nivîsandine, ji bo hevalên xwe yên ku di zindanan de ne, bişînin. Em dixwazin di serî de Serok Apo û temamî girtiyên ku di zindanan de dimînin bên berdan. Em dewletê şermezar dikim. Çima girtiyên nexweş ên ku cezayê wan qediyaye nayên berdan? Niha pêvajoyek çareseriyê hatiye destpêkirin gelek gav ji aliyê me ve hatine avêtin, hê jî ji aliyê dewletê ve gaveke wisa şênber nehatiye avêtin. Divê ji bo van girtiyên nexweş jî gavek bên avêtin. Em ji bo 25ê Mijdarê jî hemû hevalên me yên ku di zindanan de dimînin silav dikin û azadiya wan dixwazin. Azadiya wan azadiya me ye. Bijî jinên zindanan, jin jiyan azadî.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû û piştî wî jî name hatin şandin.

















