Amed-Beriya 25ê mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî tundiyê li ser Jinan xebat û çalakiyên jinan zêde bûn. Şaredariyên DEM Partiyê yên Amedê bi daxuyaniyekê starda xebatên xwe dan.
Şaredariyên DEM Partî yên Amedê, ji bo 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan li Parka Anîtê daxuyanî dan û starta çalakiyên xwe dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi hêza xwe û bi îradeya azad niha dema jinê ye” hate vekirin. Şaredarî, nûnerên rêxistinên jinan û gelek jin beşdar bûn û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin.
Daxuyanî bi Kurdî û Tirkî hate xwendin. Metna Kurdî ya daxuyaniyê ji aliyê Midûra Siyasetên Jinan a Şaredariya Peyasê Fatma Budak Guler ve, ya Tirkî jî ji aliyê Serokê Daîreya Siyasetên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozden Gurbuz Sumer ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku tundiya li dijî jinan encama avahîsaz a zihniyeta mêrperest e û daxwaza hat kirin ku çarenûsa Gulistan Doku û kuştina gumanbar a Rojîn Kabaîş were ronîkirin, bêcezayî bi dawî bibe û jin li ser jiyana xwe xwedî biryar bin.
Jinan ragihandin ku ew ê li taxan, kolanan û gundan bi civîn, atolye û çalakiyên piştgiriyê têkoşîna xwe mezin bikin.
Piştî daxuyaniyê, ji bo meşa 25ê Mijdarê ya saet 17:30an ku dê li Duryana Dunya a Dîclekenta li navçeya Peyasê bê kirin belavok hatin belavkirin.













