Êlih – Endamê Tevgera Azadiyê Muhammed Bogadir (Rustem Baran) ê ku di sala 2019an de jiyana xwe ji dest dayî, dema berê xwe dide çiyayan ji malbata xwe re gotiye, “Dema ku ez şehîd bikevim Ala Rengîn deynin ser darbesta min, tilîlî bikin’.” Her çiqas xemginiya şehadeta wî li ser malbatê hebe jî dayik û bavê wî dibêjin; ‘Rûmeta wî daye me, em nikarin ji cihekî din peyda bikin. Em dixwazin aştiyek mayînde pêk were.”
Endamê Tevgera Azadiyê Mûhammed Bogadir (Rustem Baran) ê ku di sala 1992yan de li Gundê Cano yê bi ser navçeya Farqînê ya Amedê ve ji dayik dibe, di sala 1999an de dest bi dibistanê dike. Piştî dest bi xwendina dibistanê dike, di heman salê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi komployeke navneteweyî tê girtin û wî radestî Tirkiyeyê dikin. Di vê serdemê de li gel ku Muhammed Bogadir 7 salî ye jî, dîlgirtina Ocalan weke her kesî bandorê li ser wî jî dike.
Her wiha êdî ew lê hay dibe ku zimanê Kurdî jî li dibistanê qedexe ye û ji wê rojê ve dikeve farqê ku zext li ser Kurdan tê kirin û zimanê wan qedexe ye. Piştî ku ew 8 salan dibistanê dixwîne ji bo debara malbata xwe dest bi kar dike, dema sal dibe 2009an û Muhammed Bogadir dibe ciwanek 17 salî dest bi xebatên ciwanan dike û li Êlihê dikeve nava xebatên rêxistinkirinê di vê navberê de gelek caran tê girtin, îşkence lê tê kirin. Dema sal dibe 2015 û li seranserî Rojavayê Kurdistanê û Şengalê êrişên DAIŞê pêk tên, Muhammed Bogadir biryara xwe dide û tev li nav refên gerîla dibe. Muhammed Bogadir li Şirnexê di nava şerê xweseriyê de cihê xwe digire. Piştî demekî Muhammed Bogadir Li Qadên Parastina Medyayê tê peywirdarkirin û piştre derbasî Şengalê dibe û di gelek pêngavên paqijkirina Şengalê ya ji çeteyên DAIŞê kedeke mezin dide.
Herî dawî di 29ê Nîsana 2019an li Herêma Garê ya başûrê Kurdistanê di encama şerekî dijwar de tev li nava karvanê şehîdan dibe. Dayik û bavê Muhammed Bogadir, Nazîfe û Ramazan Bogadir dema qala wî dikin mirov kesayetiya wî ya zîrek û çalak nas dike.
‘Di zarokatiya xwe de xwedî helwest bû’
Nazîfe Bogadir dema qala zarokatiya kurê xwe dike êrişên dewletê yên salên 1990î jî bi bîr dixe û wiha bîranînên kurê xwe vedibêje: “Dema zarok bû û êriş li ser gel pêk dihatin ew derdiket kolanan û nerazîbûn nîşan dida. Dema ku tev li bû jî min ji zorakên xwe re got; ‘Dibe ku ez bimirim jî dema tiştek ji birayê we hat, lê nîşan di laşê wî de heye hûn ê wî nas bikin’. Li dibistanê jî zêde li ser dersan nedisekinî ji ber ku ziman bi Tirkî bû û gelek caran li dijî mamosteyan derdiket. Piştî ku mezin bû êdî dest bi xebatên ciwanan kir. Beriya ku tev li bibe li Wanê hate binçavkirin. Deh rojan di binçavan de îşkence li wî û hevalên wî kiribûn. Piştî demekî li malê ma û rojek hin tiştan nivîsandibû dabû xwişka xwe gotibû; ‘Ez ê bi temamî biçim êdî li min negerin, dema ku ez şehîd bikevin Ala Rengîn deynin ser darbesta min, tilîlî bikin û ger ku ez li cihekî din şehîd bikevim û we min nedît, ji xwe ez ê êdî li wir bim’.”
‘Bila silhek bikeve nav miletê’
Nazîfe Bogadir anî ziman ku daxwaza wan ew bû ku di vê pêvajoyê de gerîlayên wan bihatana nav civakê û got: “Me dixwest ku zarokên me bi silametî bihatana nava me û me wan bidîta. Em dixwazin aştiyeke mayînde pêk bê da ku ew jî bên li vir di nava xebatan de cih bigirin. Baweriya me bi dewletê nayê. Gelek ciwanên me bi awayekî hovane winda kirine. Gelek kesan zarokên xwe bi cil û berg kirine û şandine. Ji ber ku dilê xelkê şewitiye li gelek deveran li zarokên xwe geriyan e. Daxwaza me ew e yên mayî jî li ser axa xwe bijîn û silhekî bê nava vî welatî.”
‘Ruhê wî bi gerîlayan re bû’
Ramazan Bogadir jî anî ziman ku kurê wî heta roja ku tev li nava gerîla bibe jî liv û tevgera wî rêxistinî bûye û wiha axivî: “Temamî şehîdan ewladên min û kezeba min in. Tu carî zilm qebûl nedikir. Tu kes jê aciz nedibû. Dema ku dihate malê jî bi awayekî têr xwarinê nedixwar. Me jê re digot, tu çima xwarinê naxwî? Digot, ‘Hevalên minê tiştek bi destên wan nakeve hene, ez ê çawa sê çar tiştan bi hev re bixwim. Ew bi hefteyan bê nan û av dimînin’. Dema ez di zindanê de bûm wî berê xwe daye çiya. Ji ber ku ruhê wî bi gerîlayan re bû, wî êdî hew xwe girt û çû.”
‘Kurdistan yek e’
Ramazan Bogadir da zanîn ku lawê wî li pey doza mirovatiyê canê xwe ji dest daye û wiha got: “Ez hemû mal û serweta xwe bidim jî bi qasî şeref û rûmeta wî nakin. Şehîdbûn bi destê pêxemberan nakeve. Şehîdbûn wisa ne hêsan e. Dema ku bi mirov re wîjdan û edalet tunebe vale ye. Tişta ku wî kiriye hemû malbata min rabe nikare bike. Du ol û du Kurdistan tune ne, Kurdistan yek e. Kurdistan îman e. Em dixwazin aştiyeke meyînde pêk bê û her kes bigihîje aramiyê.”












