Navenda Nûçeyan – Endama Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê Cîhan Celo li ser entegerasyona li Şengalê axivî û diyar kir ku di dîrokê de yekem car Êzidî bi fermî tên naskirin û ew aliyekî pêvajoyê ne. Cîhan Celo li ser statuya YJŞê û TAJÊ jî anî ziman ku dê YJŞ weke lîwayek serbixwe girêdayî Wezareta Karên Navxwe be û ji bo TAJÊ jî ji hêla fermî ve were naskirin kar û xebatên xwe bidomîne.
Di 26ê Cotmeha 2026an de li lûtkeya çiyayê Çilmêr ya Şengalê bi awayek fermî di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û hikûmeta Iraqê de peymana entegrasyona demokratîk hat ragihandin. Di ragihandina entegrasyona demokratîkê de hat destnîşankirin ku dê 4 hezar 165 endamên YBŞ-YJŞê tev li pergala ewlehiya Iraqê bibin.
Entegrasyon ji hêla civaka Êzidî ve wek gaveke erênî û dîrokî hat nirxandin û her wiha di raya giştî ya cîhanê de ciheke berfireh girt. Ji ber di dîrokê de civaka Êzidî ku her tim bi fermanan re rû bi rû maye, cara yekem dibe aliyekî muzakerayê, tê naskirin û ji bo xwe gavan diavêje.
Ragihandina peyamana entegerasyona li Şengalê ji aliyê gelek hêzên herêmî û cîhanî ve bi awayekî erênî nehat pêşwazîkirin ku yek ji van hêzan jî PDK ye. Çend roj piştî îmzekirina peymana entegerasyonê Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta demborî ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek ragihand ku ew entegerasyona demokratîk a hêzên YJŞ-YBŞê ya bi dewleta Iraqê re nas nake û daxwaza vegera Peymana 9ê Cotmeha 2020an kir ku civaka Êzidî ew peyman wekî fermaneke nû ya siyasî pênase kiribû. Li gorî wê peymanê ku PDK bi israr dixwaze bikeve meriyetê, nabe Êzidî tu hêzek wan a xweparastinê hebe û divê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ku di rojên fermanê de hatin avakirin, werin hilweşandin û hebûna wan nemîne.
Statuya sazî û civaka Êzidî
Ev peymana Şengalê tenê ji hêla ewlehkarî yanî leşkerî ve hate îmzekirin. Lê derbarê mijarên civakî de tu tişt nehat gotin. Niha tişta ku herî zêde tê meraqkirin û li benda bersivê ne; Di entegrasyona eskerî de dê rol û mîsyon û statuya YJŞê çawa be. Mekanîzma dê ji bo YJŞê çawa bixebite. Dê rol û mîsyona Rêveberiya Xweser û saziyên girêdayî wê çawa be û gelek pirsên din bi xwe re anî. Her wiha yek ji pirsa herî zêde tê meraqkirin jî perwerdeya bi zimanê dayikê ye ku dê hikûmeta Iraqê gavên çawa biavêje.
Yek ji mijara herî girîng jî nasîna TAJÊ ye. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ku di şert û mercên ferman û şer de ji bo birêxistinkirina jin û civakê ava bû, ev 12 sal in tevî hemû zext û êrişan jî ji bo mafê civaka Êzidî bi taybetî jî jinên Êzidî were naskirin, ji bo dîtina jinên êzidî yên winda, ji bo bi awayekî fermî naskirina fermanê kar û xebatan bi rê ve dibe. Lê ev 12 sal in Tevgera Azadiya Jinên Êzidî hê jî ji hêla fermiyetê ve nayê qebûlkirin û di demên pêş de dê di warê nasîna yasayî ya TAJÊ de gavan çawa werin avêtin hê zelal nîn e.
Endama Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê Cîhan Celo derbarê peymana entegerasyona demokratîk a li Şengalê û statuya TAJÊ, Rêveberiya Xweser, YJŞê û perwerdeya bi zimanê dayikê de ji Ajansa Welat re nirxandinên girîng kir.

‘Di dîrokê de yekem car Êzidî bi fermî tên naskirin’
Cîhan Celo di destpêka axaftina xwe de fermana 2014an û xwedîderketina çar parçeyên Kurdistanê ya li Şengalê bi bîr xist û wiha got: “Li çar parçeyên Kurdistanê eleqeya li ser Şengalê ji bo me cihê kêfxweşî û moralê ye. Çawa di sala 2014an de civaka Kurdistanê bi hawara Şengalê ve hat, niha jî bi heman rengî dixwazin zanibin çi li Şengalê diqewime û dixwazin civaka Êzidî bigihîjin mafên xwe yên bingehîn.”
Cîhan Celo bal kişand ser entegerasyona demokratîk ku 26ê Cotmehê di navbera YJŞ-YBŞê û hikûmeta Iraqê de hatiye îmzekirin û wiha got: “Niha li Şengalê hinek alî naxwazin ev entegerasyon bi ser bikeve û gotegotên YBŞ û YJŞê çek danîne xwe teslimî dewletê kirine belav dikin, lê ev yek ne rast in. Ev rewş ji bo Şengalê ji nû ve nivîsandina dîrokê ye. Di sala 2014an de cîhan Şengalê bi fermanê û bi tiştên qewimîn nas kir, niha jî gaveke nû dest pê dike. 12 salan berdelên giran da, bi her cure êrişan re rû bi rû ma û tevî her tiştî jî li ber xwe da, niha jî dîrokek nû dest pê dike. Civaka Êzidî piştî sedan sal cara yekem ji hêla dewletê ve wek civak tê dîtin û dewlet hevdîtinê pêre dike. Ev yek ji aliyê ewlehiyê ve dê parastinê ji şervanan re bîne, ji ber 12 salan di bin êrişên dijwar û gefan de bûn lê niha li Iraqê bûn hêzên fermî da ku rê li ber êriş û hewldana tunekirina civakê bigirin.”
‘Pêvajo bi keda Rêber Apo û şehîdan dest pê kir’
Cîhan Celo destnîşan kir ku pêvajoya peymana entegerasyonê bi keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên wan pêk hatiye û ev yek anî ziman: “Bi taybet piştî peyama Rêber Apo şandibû ku têde digot gere hêzeke civaka Êzidî hebe, di hemû hevdîtinan de ev israra Rêber Apo hebû û ev jî gihîşt encamê. Em dikarin bêjin ku ev gavavêtin ne bi kêfxweşiya Iraqê ve hat avêtin, li ser îrade û biryardayîna me ya demokratîkbûnê pêk hat. Şengal parçeyek Iraqê ye û civaka Êzidî jî hemwelatiyên Iraqê ne lê heta niha hikûmeta Iraqê xwedî lê derneketiye. Lê piştî peymanê xwedîderketin ji bo civaka li Şengalê aliyekî erênî ye.”
‘Wê ji milê qiblet û şemal ve lîwayên nû werin avakirin’
Li gorî peymana entegerasyonê dê ji bo pêkhatina entegerasyonê divê lîway3en nû werin avakirin, hêzên YBŞ-YJŞê weke hêzên girêdayî artêşa Iraqê tev li wan lîwayan bibin û parastina Şengalê bikin. Cîhan Celo derbarê avakirina lîwa û entegrebûna YBŞ-YJŞê ya nav van lîwan de jî agahî da û wiha axivî: “Beriya her tiştî însanên ku 12 salan li dijî her cure êrişên li ber xwe dan, şehîd bûn û hê jî li ber xwe didin, niha li ser maseya peymanê ne, bi dewletê re di nav peywendiyê de ne û siberoja Şengalê diyar dikin. Ji hêla din ve piştî îmzekirina peymanê di nav civakê de bawerî û hêviyek çêbû, ji ber ku dê heman şervan heman kes li erdnîgariya Şengalê bimînin û biparêzin. Xala esasî ji xwe ev bû, gere ev hêz li Şengalê bimîne û parastina wê bike. Li gorî xalên peymanê lîwayên nû ava bin û dê tenê lîwayek ku ji hezar û 500 kesan pêk tê li dora pîrozgeh û qubeyan werin bicihkirin. Yanî li çiyayan bin û parastina wan bikin. Dê ev lîwa ji milê qiblet û şemal ve werin avakirin.”
Dê YJŞ girêdayî Wezareta Karên Navxwe be
Dê erk, mîsyona û statuya YJŞê çi be? Cîhan Celo derbarê vê pirsê de jî bersiv da û diyar kir ku dê YJŞê wek lîwayek serbixwe girêdayî Wezareta Karên Navxwe ya Iraqê kar bike û axaftina xwe wiha domand: “YJŞ wê weke hêzeke taybet bi erk û mîsyona xwe rabe. Rast e niha di artêşa Iraqê de jin hene lê wek hêzeke serbixwe, xwe bi xwe rê ve bibin nîn e. Dê bi entegerasyonê re guhertin di vê mijarê de çê bibe û ji bo me jî baş e. Ji hêla guhertina qanûna Iraqê ve israra YJŞê wek hêzên taybet, wek lîwayek tiştekî pir baş e. Di 2014an de tişta hat serê civaka Êzidî jî ji ber ku nebûna hêzek parastinê bû. Ev yek bû israra îro ku hêzek taybet a jinan jî çêbibe û îro jî dibe lîwa.”
Ji bo naskirina TAJÊ xebatên fermî
Li Şengalê li gel hêzên leşkerî dînamîkek din jî ya bi hêzû rêxistinkirî jî heye, ew jî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ye. Cîhan Celo li ser naskirina TAJÊ jî bersiva pirsê da û ev nirxandin kir: “Hebûna TAJÊ li Şengalê ne kêmî YJŞ û YBŞê ye. Ev 12 sal in jin di nav TAJÊ de her li ser pêyan in û li ber xwe didin. Gelek caran aloziya li Şengalê dane sekinandin, gelek caran li dijî êrişên dijwar li herî pêş cihê xwe girtin û xwe kirin mertal. TAJÊ yanî nasnameya jinên Êzidî gere dewlet qebûl bike. Erê danûstendin û peyman bi YJŞ û YBJê re hat kirin lê hê jî ji hêla civakî ve gav nehatine avêtin. Hedefa esasî ya TAJÊ rizgarkirin û parastina jinên Êzidî, parastina civakî ye. Yanî YJŞ jî beşek ji TAJÊ ye. TAJÊ perwerdekirin û rêxistinkirina jinên Êzidî ye. Lê tenê xwe bi Şengalê sînordar nake. Di qanûna Iraqê de gelek xalên li dijî jinan hene û TAJÊ dixwaze di wan qanûnan de guhertinan çê bike. Ji ber vê yekê têkoşîna TAJÊ tenê ne sînorên Şengalê ye. Guhertineke mezin ji bo Iraqê heye, bi taybetî jî ji hêla jinan ve. Dê ji bo vê jî weke TAJÊ kar û xebat werin kirin. Ji hêla din ve heta îmzekirina peymana entegerasyonê êrişeke plankirî li ser jinên di nav YJŞ û TAJÊ de cihê xwe digirtin, hebû. Li ser jinên ku li ser azadiyê xwe bi rêxistin kiribû, êriş hebûn lê bi peymanê re rastiya jinên Êzidî hat dîtin. Jinên Êzidî dixwazin di nav sazî û dezgehên dewletê de cih bigirin dixwazin negire li her derê xwedî maf in û tu kes nikare li dijî vê mafî bisekine. Encamê vê jî berxwedana 12 salan e û di nav van salan de diyar bû. Weke TAJÊ dê hewldanên me yê ku di qanûnê de cih bigirin û fermî bibin. Ji bo vê yekê jî hewldan û xebatên me hene.”
‘Niqaşên li ser erk û mîsyona Rêveberiya Xweser didomin’
Cîhan Celo li ser naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê ji hêla Iraqê ve û bi rêvebirina Şengalê ve wiha axivî: “Wek Rêveberiya Xweser di fermiyeta qanûna Iraqê de nîn e lê wek Meclisa Gel dê rêvebirina wê di nav civakê de çawa be, nîqaş li ser tê kirin. Lê pêwîstî bi meclisek ne tenê ji hêla siyasî ve ji her hêlî ve bikaribe Şengalê bi rê ve bibe heye. Ji bo Şengalê tişta herî baş niha ev e. Pêwîstî bi Mecliseke Gel a Şengalê heye ku civak bikaribe xwe bi xwe birêve bibe. Niha ya girîng divê îdareya Şengalê bikeve destê civaka Şengalê. Sedî 80ê sazî û dezgehên li Şengalê di destê şîa û suniyan de ye. Weke rêveberên bajar Êzidî têde nîn in. Weke civak bi piranî Êzidî ne lê rêveberî di destê şîa û suniyan de ye yanî di destê dewletê de ye. Tayînkirina qeymeqam jî ne ji aliyê civakê ve tê kirin. Her kes dixwaze qeymeqam ji hêla wê ve bê diyarkirin, ev Şengalê bi rê ve bibe lê qeymeqam kê dibe bila bibe divê ji bo civakê xizmetê bike, ne ji bo aliyek an jî partiyek siyasî xizmetê bike. Heta niha Şengal qurbanî û bedel daye, ji niha pêde bes e û divê ev rewş neyê qebûlkirin. Ger rêveberiya Şengalê ne li gorî dilê civakê û razîbûna civakê be tu kes nikare were Şengalê bi rê ve bibe. Ji hêla din ve li ser Meclisê divê çawa be û çawa were avakirin, niqaş hîn tên kirin. Di hevdîtinên pêş de dê hîn zelaltir bibe ev rewş, niha çi bê gotin jî dê ne rast be. Xala esasî, rast e li çiyayê Çilmêra ku lûtkeya herî bilind a Şengalê ye hevpeyman hate îmzekirin, lê ev hevpeyman ji aliyê serokwezîr ve nehatiye kirin. Heta niha gelek xapandin pêk hatin lê niha hişyarbûnek mezin heye ji her hêlî ve. Tê gotin ku hê jî ji hêla serokwezîr ve nehatiye imzekirin û îxtîmala ku paşde gav biavêjin jî heye. Ji rejîma Baasê heta 2014an her tim bi dekûdolaban hatin Şengalê, ji 2014an heta niha jî ev yek pêk hat û rewşa Şengalê niha têde ye encama wan dekûdolaban e. Hemû dinya dibîne hê jî bajar xirab e, bermahiyên şer hene. Zarok diçin li bajarên din dixwînin, nexweş diçin bajarên din derman dibin. Gere Şengal ji hêla îdarî ve ji nû ve were avakirin. Mafê civaka Êzidî bêguman tenê bi entegerasyona leşkerî ve çareser nabe. Divê ji hêla civakî û îdarî ve jî fermiyet hebe.”
‘Nav biguherin jî lê naveroka esasî naguhere’
Cîhan Celo destnîşan kir ku di berxwedana 12 salan a Şengalê de xwîna şervanên civaka Êzidî û Ereban bi hev re hate rijandin û wiha got: “Ji ber her du civak bi hev re li dijî êrişan şer kirin. Bêguman ev gav tenê ji bo Êzidiyan nehatiye avêtin. Ev gav ji bo her kesên ku ji bo azadî û mafên xwe rabûne ser xwe hatiye avêtin. Îhtîmalek e dibe navê TAJÊ, Rêveberiya Xweser û YJŞê were guhertin lê naverok nayê guhertin, xelkê Şengalê wê xwe bi xwe bi rê ve bibe.”
Danûstendinên nasîna zimanê dayikê û baweriyê
Cîhan Celo bal kişand ser perwerdeya bi zimanê dayikê û destnîşan kir ku divê dersa zimanê dayikê teqez di dibistanan de wek perwerde were dayîn û got: “Divê zimanê dayikê û baweriya Êzidiyan derbasî qanûna bibe, ji bo vê danûstendin hê jî didome. Yanî tiştekî fermî niha nîn e. Yanî heta niha tenê gava leşkerî bi daxuyaniyek hate ragihandin lê hê jî li ser erdê ev yek pêk nehatiye. Dem jê re lazim e û bi demê re wê her tişt diyar bibe.”
‘Divê ji bo vegera Êzidiyan kar û xebat werin kirin’
Cîhan Celo li ser vegera Êzidiyên li kampan dimînin jî rawestiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî fermana 2014an bi hezaran Êzidî li kampan hatin bicihkirin. Gelek ji wan Êzidiyan vegeriyan ser warên xwe lê hê jî bi hezaran Êzidî ji ber hincetên ‘Şengal hê jî xirab e, ewlehiya wê nîn e’ a hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê, dihatin astengkirin û ji ber vê yekê nikarin vegerên ser cih û warên xwe. Niha gelek Êzidî di kampan de dijîn. Ev hincet in ku ji bo vegera Êzidiyan dihatin gotin êdî ew jî neman û divê ji bo vegerandina Êzidiyan kar û xebat werin kirin. Divê hemû Êzidî vegerin Şengalê, cih û warên xwe ava bikin û xwe bi xwe bi rê ve bibin.”













