TJAyê li Sêwregê li dijî tundiya ser jinan û polîtîkayên bêcezakirinê, bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 25ê Mijdarê da. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir kuştina jinan pirsgirêka hemû kesan e û got: “Divê em hemû xwe ji bo vê têkoşînê berpirsiyar bibînin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” ji Parqa Lezgoyê heya Parqa Kanlikuyûyê ya Sêwregê ya Rihayê meş li dar xist û bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî da. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Parlementera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, sazî û dezgehên jinan û gelek jin tevlî meşê bûn. Di meşê de panqarta “Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” hat vekirin û dowîzên “Ji bo xwezayê niha dema jinê ye”, “Li hemberî faşîzmê niha dema jinê ye”, “Em ji faşîzm û hişmendiya mêrsalarî re dibêjin na”, “Em li şoreşa jinê xwedî derdikevin”, “Ji bo parastina cewherî niha dema jinê ye”, “Ji kampusan heta kolanan jina birêxistinkirî û azad” hatin rakirin û dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Jin jiyan azadî; azad bike Rêbertî”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJAyê Başak Saridal ve hat xwendin.
‘Her roj jin tên qetilkirin’

Başak Saridal destnîşan kir ku tundiya li ser jinan domdar e û da zanîn ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê, vê rewşê kûrtir dikin. Başak Saridal bal kişand ser dozên kuştina jinan û derbarê pergala kujeran diparêze de ev tişt gotin: “Li ser rûyê dinyayê her rojê,herî kêm sed û heştê jin tên qetilkirin. Her salê nêzî sed hezar jin, bi destdirêjiyên mêrane tên kuştin. Ji her sê jinan yek rastî tundiya fîzîkî, ji her du jinan yek, di hemû jiyana xwe de bi tundiya derûnî re rû bi rû dimînin.”
‘Polîtîkayên bêcezakirinê nayên qebûlkirin’
Başak Saridal di axaftina xwe de bal kişand ser belavbûna hişbirê û polîtîkayên şerê taybet ên li kolanên Kurdistanê û diyar kir ku ewlehiya civakî û kolanan hatiye hedefgirtin û wiha got: “Îro di her kolanên Kurdîstanê de, çeteyên hişbirê digerin, ev çete zarok û ciwanên Kurdan dikêşin nava tora xwe ku jiyana wan tarî dike. Hişbira li kolanan, dibe tundiya di nava malê de. Keç û jin bi zor û gefan ber bi tundiyê ve têne kişandin. Ji ber wê yekê ewlehiya kolanên me nemaye. Divê rojek beriya rojekê, dev ji van polîtîkayan bê berdan, êdî kes bi dahatûya civatê nelîze. Ev kiryarên qirêj, yên li hemberî jin û zarokan, ne li gorî fikr û ruhê pêvajoya Aşitî û Civata Demokratîk ya ku em didin meşandin in. Ji ber ku aştî tenê dema aramiya civakê hebe çêdibe. Ger jin li derî bê pêvajoyê bêne hiştin, ger polîtîkayên mêrserwer bêne kûr û ferhkirin, ger tundiya li hemberî jinê bê sorkirin û tûndî bê rewakirin, aştiya civakî nayê avakirin.”
Banga têkoşînê ji bo 25ê Mijdarê
Başak Saridal bi lêv kir ku jin ne tenê li dijî tundiya mêran, herwiha li dijî polîtîkayên ku kujeran diparêzin jî têdikoşin û bang li hemû jinan kir ku di 25ê Mijdarê de dengê xwe bilind bikin û ev tişt anî ziman: “Em ê mal bi mal, kolan bi kolan, li hemberî pergala desthilatdariya mêrsalar, xwe rêxistin bikin û ji bo avakirina civateke bêtundî bixebitin.”
‘Werin em tev, aştiyeke birûmet û hevjiyaneke azad rêxistin bikin’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser armanca meşê ya li Sêwregê û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Em çima li vir in, Sêwereg çima ji bo me girîng e? Sêwereg cihê şaristaniyê ye, cihekî dîrokî ye. Gelek kesên girîng ji Sêwereg derketine. Îro em li vir behsa tundiya li ser jinan dikin. Ev ne meseleyeke şexsî yan malbatî ye. Ev meseleyeke pergalî ye. Di heman demê de pirsgirêka me û civakê ye. Li vê erdnîgariyê bûyerên şerm ên mezin diqewimin, divê li dijî vê têkoşîn bên meşandin. Dayikekê li vir qêr kir û got, ‘Êdî bes e’. Divê em karibin bikin, ji bo vê yekê jî jin pêşeng in. Jinên ku îro li vir hatine cem hev, germahiya dilê xwe anîne vir. Divê em kuştin û qirkirinên jinan bikin pirsgirêka xwe ya civakî. Ev ne tenê berpirsiyariya partiyan û kesên rêxistinbûyî ye, divê ev berpirsiyariya her ferdekê be.
Em ji rojên dîrokî derbas dibin, pêvajoya ku îro derketiye holê, bi keda we û bi biryarbûna we derketiye holê. Niha em dibêjin dema jinan e, em amade ne? Beriya her tiştî divê em li dijî tundiya li dijî jinan rabin. Heke em bibin pêşeng, divê em di serî de dest xwe danin ser vê pirsgirêkê. Îro zilam jî di nava me de ne, ji bo jiyaneke hevpar a wekhev û azad, qetlîamên jinan bi qasî me pirsgirêka wan jî ye. Divê ew jî xwe ji bo vê têkoşînê berpirsiyar bibînin. TJA ji vir destpêkeke girîng dide destpêkirin. TJA ji vir dengê xwe bilind dike da ku jin li dijî tundiya li ser jinan, xwe bi tenê hîs nekin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî hevkariya jinan!” bi dawî bû.


























