• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
06 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Mesele ji desthilatdariya AKPê mezintir e

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Mesele ji desthilatdariya AKPê mezintir e

    Konferansa PENa Kurd: Divê rewşenbîr rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin

    Konferansa PENa Kurd: Divê rewşenbîr rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin

    Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li 5 xwepêşanderan birî

    Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li 5 xwepêşanderan birî

    Rapirsî: Gendelî û krîza fonê rayên AKPê kêm kir

    Rapirsî: Gendelî û krîza fonê rayên AKPê kêm kir

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Qeyim dê taxên Kalecîk û Şemsîbeyê xira bike: Em plana îmara 2013an dixwazin

    Qeyim dê taxên Kalecîk û Şemsîbeyê xira bike: Em plana îmara 2013an dixwazin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dîlok / AW

6 MIJDAR 2026 - 16:59
Kategorî: ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna gel a li Gurgumê de axivî û diyar kir ku desthilatdariya AKPê ji meşrûyeta çareseriya pirsgirêka Kurd ne mezintir e û wiha got: “Meseleya ku ka dê kî/kê bibe serokkomar, ji çareseriya aştiyê ya pirsgirêka Kurd girîngtîr nîne.”

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar li navçeyên Bazarcix, Ekînozu û Elbistanê yên Gurgumê (Mereş)  beşdarî rêzebername û civînên gel bû. Gelek welatî tev li civînê bûn.

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser rola dîroka înkarê ya meclisê û wiha axivî: “Meclis ew der e ku înkar û tunekirina Kurdan li wir hate pejirandin. Di pirsa Kurd de partiyên siyasî heta duh jî hemû di heman xetê de bûn û di bin biryarên operasyonan de îmzeya wan hemûyan hebû. Lê îro cara yekemîn e ku li wê Meclisê hemû partiyên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatine cem hev. Ev ne tenê serkeftina partiyan e, di serî de serkeftina vî gelî ye ku tu carî ji azadî, zarok û axa xwe venegeriya ye.”

‘Divê hebûna Kurdan bi qanûn û hiqûqê bê misogerkirin’

Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku nêzîkatiya li hemberî Kurdan û nêzîkatiya li hemberî xwezayê, jinan û elewiyan ji hev ne cuda ye û axaftina xwe wiha domand: “Pirsgirêka herî mezin a vê welatî pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd ne tenê meseleya çekberdanê ye. Ji ber ku piştî ku çek ji dewrê derkevin, pêdiviya her du aliyan jî bi hiqûq û qanûneke welê heye ku bi kar anîna çekan rawestîne. Êdî cîhan hemû hebûna Kurdan qebûl dike lê divê ev hebûn ji gotinê derkeve û bi rêya qanûn û hiqûqê bikeve bin temînatê.”

‘Mesele ji desthilatdariya AKPê mezintir e’

Çîgdem Kiliçgun Uçar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bêbaweriya li hemberî desthilatê û helwesta li dijî çareseriyê û wiha got: “Bêbaweriya li hemberî AKPê mafdar e lê divê dijberiya AKPê veguhere dijberiya çareserkirina pirsgirêka Kurd. Îro desthilatdariya AKPê ji pirsgirêka Kurd mezintir nîne. Weke din, meseleya ku ka dê kî bibe serokkomar jî ji çareseriya aştiyanê ya pirsgirêka Kurd ne girîngtir e.”

‘Li Îmraliyê têkoşîneke mezin tê meşandin’

Çîgdem Kiliçgun Uçar têkildarî rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de jî destnîşan kir ku li Îmraliyê seknekî mezin heye û wiha bi dawî kir: “Dewlet hewl dide vê meclisê yan vê pêvajoyê tenê wekî ‘desteya çekberdanê’ bi nav bike. Lê Birêz Ocalan diyar dike ku ‘Hûn nikarin tenê daxînin asta çekberdanê; ev di heman demê de Desteya Aşitî û Siyasetbûnê ye’. Ji bo ku ev pêvajo nebe milkê aliyekî û bi hev re bi rê ve bibe, bawer bikin ku li Îmraliyê li ser wê masê têkoşîneke gelekî giran tê meşandin.”

Civîna gel piştî pirs û bersivên li ser polîtîkayên dewletê yên li ser baweriya elewiyan bi dawî bû û şande pişt re derbasî Elbistanê bûn û li Cemxaneya Komeleya Çandê ya Haci Bektaş Veli tev li civîneke din bûn.

Etîket: Çigdem kiliçgun UçarDîlok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêwîst e rêya ku Rêber Ocalan vekiriye bibe rêya me hemûyan

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêwîst e rêya ku Rêber Ocalan vekiriye bibe rêya me hemûyan

23 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Li Dîlokê bi pileya 4,5 erdhej çêbû

Li Dîlokê bi pileya 4,5 erdhej çêbû

9 TEBAX 2026
Çar wesayît li hev qelibîn: Dê û kurê xwe jiyana xwe ji dest dan

Çar wesayît li hev qelibîn: Dê û kurê xwe jiyana xwe ji dest dan

3 TEBAX 2026
Bîranên berxwedêrên 14ê Tîrmehê: Em şopdarên rêya wan in

Bîranên berxwedêrên 14ê Tîrmehê: Em şopdarên rêya wan in

14 TÎRMEH 2026
Bayindir: Em ji bo welatekî ku her kes tê de azad bijî dixebitin

Bayindir: Em ji bo welatekî ku her kes tê de azad bijî dixebitin

7 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne