Li navçeya Nurdagi ya Dîlokê saet 03:42yan de bi pileya 4,5an erdhej çêbû.
Li gorî AFADê îro serê sibê saet 03:42yan de li navçeya Nûrdagi bi pileya 4,5an erdhejek çêbû. Hat diyarkirin ku erdhej 7,44 kîlometre di kurarahiya erdê de çêbûye. Hat zanîn ku bajarên Kîlîs, Mereş, Osmaniye û Hatay jî bi erdhejê hesiyane.
AFAD û Walîtiya Dîlokê derbarê erdehê de daxuyandin ku heya niha derbarê erdhejê de tu geşedanek neyînî nehatiye ragihandin.













