Li gorî daneyên gelek şîrketên lêkolînê ku li ser encamên aborî û siyasî ya gendeliya fonan rapirsî û lêkolîn kirine dengên AKPê di meha Îlonê de ji sedî 36 bûye û di meha Cotmeh û Mijdarê de 3 puan ketiye û bûye ji sedî 33. Her wiha li gorî daneyan baweriya civakê ya bi desthilatê û pêkanîna edaletê jî gelek lawaz bûye.
Li Tirkiyeyê geşedanên fînansî yên ku weke “krîz û gendeliya fonê” ketin rojevê, bûye rojevek sereke ya li Tirkiyeyê. Li gorî daneyên ku derketine holê, bi rêya fonên perêdayinê heta 2,7 trilyon lîre dizî û gendelî hatiye kirin û tê texmînkirin ku maliyeta giştî ya vê krîzê zêdeyî 100 milyar dolarî ye.
Krîz di van demên dawî de, bi taybetî piştî hişyariyên dirêj û mudaxileyên derdorên fînansê yên navneteweyî bi temamî teqiya û ket rojeva raya giştî. Piştî têkiliya vê krîzê bi rêveberên AKPê re derket holê bêtir ket rojeva Tirkiyeyê û dengvedaneke mezin bi xwe re anî. Di çarçoveya lêpirsîn û agahiyên derketine holê de, navê kesên nêzî desthilata AKPê ne jî di nav vê gendeliyê de cih digirin.
Muxalefet li dijî pêşniyara AKPê rabû
Piştî van geşedanan, AKPê pêşniyarqanûnek pêşkêşî Meclisê kir. Partiyên muxalefetê jî li dijî vê pêşniyarqanûnê rabûn û gotin: “Desthilat dixwaze bi vê pêşniyarqanûnê ser vê diziyê û gendeliyê bigire. Li şûna van rêzikan, divê her kesê destê wan di vê xapandinê de heye bê darizandin û hesab bide.” Her wiha li ser vê krîza fonan, bandora wê ya siyasî û aborî gelek lêkolîn û rapirsî jî ji aliyê hin saziyan ve hatine tomarkirin.
Li Tirkiyeyê piştî krîza fonan ku di meha Îlonê de derket holê di mehên Cotmeh û Mijdarê de gelek lêkolînên raya giştî û nirxandinên aborî derketin holê. Van lêkolînan rewşa mexdûrên fonan, berpirsiyariya siyasî ya krîzê, asta baweriya bi hikûmetê radixe ber çavan. Şîrketên lêkolînê yên weke, ASAL, AREA, Areda Survey, ADA Araştirma, BETİMAR û Ank-Arê; derbarê krîza fonê de, civak kî berpirs dibîne, baweriya gel a ji bo hesabpirsînê û bandora krîza fonê ya li ser desthilata AKPê lêkolîna rapirsiyê kirin.
Li gorî encamên rapirsiya şîrketan nêrîna civakê ya li ser vê gendelî û krîzê bi vî rengî ye:
* ASAL: Ji sedî 45,6ê xelkê saziyên kontrolê berpirsiyar dibîne.
* AREA: Ji sedî 59,4ê xelkê qet bawer nake ku hesab ji berpirsiyaran bê xwestin.
* Areda Survey: Ji sedî 42yê rapirsiyê rasterast rêveberiya aboriyê sûcdar dike.
* ADA Araştirma: Ji sedî 32,7ê rapirsiyê saziyên fermî yên çavdêriyê berpirsiyar dibîne.
* BETİMAR: Ji sedî 50,5ê rapirsiyê di wê baweriyê de ye ku ev lêpirsîn wê baweriya bi desthilatê kêm bike.
* Ank-Ar: Ji sedî 31,9ê rapirsiyê hikûmetê û rêveberiya aboriyê berpirsiyar dibîne.
Krîzê dengên AKPê kêm kiriye
Li ser ketina dengên AKPê du daxuyaniyên girîng derketin holê. Serokê şîrketa GENARê Îhsan Aktaş ku bi nêzîkbûna xwe ya bi desthilatê tê zanîn, ragihand ku di navbera 2-3yê Mijdara 2026an de wan lêkolînek kiriye û li gorî lêkolînê di dengên AKPê de nêzî 3 puanan kêmbûn tespît kirine.
Li gorî rapirsiya GENARê ya di navbera mehên Îlon û Cotmehê de, rewşa partiyan wiha ye;
* AKP: Berî krîzê di Îlonê de ji sedî 36,1 bû, piştî krîzê di Cotmehê de daketiye ji sedî 33,7an (kêmbûn: -2,4).
* CHP: Ji sedî 6,6 derketiye ji sedî 7,5an (zêdebûn: +0,9).
* MHP: Ji sedî 8,0 daketiye ji sedî 7,2yan (kêmbûn: -0,8).
* DEM Partî: Ji sedî 9,4 gihiştiye ji sedî 9,5an (zêdebûn: +0,1).
Li gor lêkolîn û rapirsiyên hatine kirin gendeliya fonan baweriya bi saziyên dewletê û pergala fînansê bi tevahî dixe bin lêpirsînê.
Li gorî daneyên çar mijarên serekê yên encama lêkolînê derdikevin holê;
* Pirsa berpirsiyariyê: Raya giştî ne tenê rêveberên fonan, lê saziyên çavdêriyê û rêveberiya aboriyê jî bi giranî dixe bin gumanê.
* Pirsa edaletê: Civak dixwaze dest deyne ser pereyên neheq; lê kes naxwaze ku ev zirar ji budçeya giştî ya xelkê bê qerebûkirin.
* Bêbawerî: Hêviya civakê ya derbarê encamgirtina lêpirsînan û gihîştina heqê mexdûrên fonan gelekî lawaz e.
* Encama siyasî: Li gorî daneyan di dengên AKPê de kêmbûnek zêde heye.













