Dayika Aştiyê Muzzeyen Butun a di komcivîna DEM Partiyê de bal kişandiye ser çalakiya xwe ya li Enqereyê û got: “Hatina me ya li vir pir bi wate ye. Em ji bo aştiyê hatin. Werin destê xwe bidin destê birêz Ocalan. Mîmarê vê pêvajoyê birêz Ocalan e. Bi birêz Ocalan re vê pêvajoyê ser bixin û aştî pêk were.”
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Muzzeyen Butun a bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên şênber werin avêtin hatiye Enqereyê û tevlî komcivîna DEM Partiyê bû û li vir axivî.
Muzzeyen Butun anî ziman ku ew bi daxwaza avetina gavên şênber hatine Enqereyê û wiha axivî: “Ji me bipirsin bêjin ‘Çima hûn hatin?’ Xwezî me bigota ‘Me ji bo kêfxweşiyê serdana meclisê kiriye. Lê ev dayik hemû dayikên bi êşin. Di şerê 50 salî de zarokên xwe winda kirine. Birêz Ocalan hemû gavên pêwîst ji bo pêvajoyê avêt û berpirsyarî girt. Lê li rex van gavan, ji aliyê dewletê ve tu gavên şênber nehatiyê avetin û gav navêje. Çawa li meclise destura şer derdiket, îro jî cihê çareserî û aştiyê ye. Dema dayik tevî êş û hemû neheqiyê bi rê ketine û hatine di serî de ji birêz Serokkomar, birêz Devlet Bahçelî û hemû partiyên siyasî re dibêjin ‘gav biavejin’. Heke li rex gavên birêz Ocalan dewlet jî gavên pêwîst biaveje dê aştî û aramî were. Heke gav neaveje û dê welat bibe dojeh, em ê bi hev re bişewitin.”
Muzeyyen Butun bal kişand ser hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re û wiha pê dê çû: “Werin destê xwe bidin destê birêz Ocalan. Mîmarê vê pêvajoyê birêz Ocalan e. Bi birêz Ocalan re vê pêvajoyê li ser bixin da ku aştî pêk were. Guh bidin dengê dayikan. Hatina dayikan a li meclise xwedî wateyeke pir mezin e. Çend meh berê jî em hatin. Me bi partiyên siyasî re hevdîtin kir. Lê mixabin heta niha tu gaveke erênî nehat avetin. Me serî li Wezareta Dadê da û got em dayik dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Me dixwast bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Me ji bo aştiya gelên Tirkiyeyê xwest. Em heta dawiyê, heta zimanê me hebe, heta xwîn di laşê me de hebe em ji bo aştiyê têbikoşin û bi ser bixin, ji îro şûn ve jî xebatkarê vê aştiyê bibin. Barê ku ketiya ser milê me em ê pêk bînin. Me dayikan soz daye; ji bo xwîn nerijê û dayik negirîn em ê aştiyê pêk bînin.”













