• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

    ‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

    Deklerasyona 1001 îmzekaran: Em ji bo aştiyê helwest datînin

    Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Colemêrg bi mobeseyan tê dorpêçkirin

    Colemêrg bi mobeseyan tê dorpêçkirin

    Ji konferansê wêneyên dayikên laçik spî

    Bernameya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar bû

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

    Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

    Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

    ‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

    Deklerasyona 1001 îmzekaran: Em ji bo aştiyê helwest datînin

    Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Colemêrg bi mobeseyan tê dorpêçkirin

    Colemêrg bi mobeseyan tê dorpêçkirin

    Ji konferansê wêneyên dayikên laçik spî

    Bernameya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar bû

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

    Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

    Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

Abdullah Esen / AW

30 COTMEH 2026 - 12:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sêrt – Nivîskar Mîrza Mihemedê Şêrwî ku yek ji wan îmzekarên deklerasyona îmzeyan a “Ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê 1001 Îmze” ye, xwest biçe Îmraliyê û derbarê wêjeya Kurdî de pirsên xwe li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike.

Di 12yê Îlonê de li Stenbolê bi pêşengiya jin, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, karker û ciwanan deklarasyona “Ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê 1001 Îmze” hatibû eşkerekirin. Îmzakarên deklarasyonê bi peyama “Dema çîrokên rastîn dest pê dikin civak dev ji xeyalkirina siberoja xwe bernade” dest bi kampanyaya xwe kiribûn. Îmzekarên deklarasyonê daxwaza hemwelatiya wekhev, bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û nasîna “Mafê Hêviyê” kiribûn. Di bernameyê de gotibûn ku ew ê ji bo piştgiriya aştiyê helwesta xwe nîşan bidin.

Endamê Komeleya Wêjekarên Kurd, Nivîskar Mîrza Mihemedê Şêrwî ku yek ji wan îmzekaran bû, derbarê deklerasyona îmze daye û pêvajoyê de axivî.

Mîrza Mihemedê Şêrwî bal kişand ser girîngiya zimanê çêker a ji bo pêvajoyê û wiha got: “Ev nêzîkî du sal in ku bi banga birêz Ocalan, çek ji dewrê derketin û şer rawestiya. Lê mixabin, hê jî hin cureyên tundiyê berdewam dikin. Hê jî zimanê çêker ji aliyê rayedaran nayê bikaranîn. Bikaranîna zimanê çêker ji bo pêvajoya aştiyê tiştekî girîng e. 50 sal in gelek bedelên giran hatine dayîn. Gelek laşên ciwan ketin bin axê, gund hatin şewitandin û valakirin, bi milyar dolaran pere hatin xerckirin û ev welat her çû di aliyê aboriyê de lewaz bû. Divê ev pêvajo vegere qebûlkirina hebûna gelê Kurd û di makezagonan de bê misogerkirin. Divê zimanê Kurd bi awayekî fermî bibe xwedî statu. Dema ku tîpek ji alfabeyê bê derxistin, gelek peyv tên windakirin. Ji ber vê yekê zimanê Kurdî jî li cîhanê tîpek û rengek e.”

‘Çeka cara ewil ji rojevê derxistin’

Di berdewama axaftina xwe de Mîrza Mihemedê Şêrwî anî ziman ku Tevgera Azadiyê bi bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek gav avêtin, mînakê vê yekê li tu devera cîhanê tune ye û wiha got: “Mijara herî dawî çek şewitandin bû, lê birêz Ocalan ew anî serî. Çek cara ewil ji rojevê derxistin. Li gorî ew qas fedakarî divê êdî dewlet jî gavan biavêje û biryarên DMMEyê bi cih bîne. Birêz Ocalan gotibû; ‘me navê PKKê nehişt, me çek jî şewitand û em ê bi polîtîkayên xwe yên şênber têbikoşin.’ Ji ber vê yekê şert û mercên ku birêz Ocalan tê de ye, ne şertên hiqûqî ne û pêvajo jî baş nameşe. Wan bi xwe qala ‘mafê hêviyê’ kiribû lê pêk neanîn. Weke nivîskarek ger ku derfet çêbibin, ez dixwazim biçim serdana birêz Ocalan û li ser wêjeyê hin pirsan jê bikim. Nêrîna wî ya li ser wêjeyê çi ye, dixwazim hîn bibim.”

‘Siyaseta Kurd lewaz tevdigere’

Mîrza Mihemedê Şêrwî anî ziman ku siyaseta Kurd di aliyê pêvajoyê de hinek teng tevdigere wiha pêde çû: “Birêz Ocalan gelek derfetan diafirîne. Lê siyaseta Kurd lewaz tevdigere. Divê ku bi tevgertir û pratîktir bimeşin. Yên ku pêvajoyê di nava civakê û di meclisê de bimeşînin û propogandayan bimeşînin jî dîsa siyasetmedar in. Dema ku bi tenê li ser birêz Ocalan pêvajoyê bimeşînin, ew ê birêz Ocalan jî biweste. Ew jî mirov e. Her car ku biçin cem wî û bên bibêjin; ‘tendirustiya wî baş bû, kêfa wî xweş bû.’ Ew bi tenê têra gel nake. Gel li benda hûrguliyan e, ka li wir çi diqewime, birêz Ocalan çi dibêje, şertên dewletê çi qebûl dike çi nake, li ku derê dixitime divê haya gel jê hebe.”

‘Bahçelî nexwest Tirkiye bibe parçeyekê şerê Rojhilata Navîn’

Di dawiya axaftina xwe de Mîrza Mihemedê Şêrwî bal kişand ser siyaseta Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî dimeşîne û wiha pê de çû: “Di Rojhilata Navîn de gelek tişt tên guhertin û jiyîn. Di şerên dawî de sînor tên guhertin û dahatuya welatan ne eşkere ye. Ji ber vê yekê Devlet Bahçelî jî kete xema dewleta xwe û nexwest ku ew bibe parçeyek ji şerê Rojhilata Navîn. Lê tişta ku mirov dibîne, şirîkê wî AKP vê pêvajoyê ne bi tenê ji bo aştiyê, pêşerojê yan jî ji bo dahatuya dewletê dimeşîne. Em dikarin bêjin ku ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî dimeşîne.”

Etîket: 1001 îmzeaştîAzadiÎmzekarMafê Hêviyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Jineolojî dikare xencera koletiyê ji pişta jinan derxe’

‘Jineolojî dikare xencera koletiyê ji pişta jinan derxe’

21 COTMEH 2026
Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

11 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Kasim Firat: Bi dorpêçkirina Ocalan pêvajo nayê meşandin

Kasim Firat: Bi dorpêçkirina Ocalan pêvajo nayê meşandin

24 ÎLON 2026
Deklerasyona 1001 îmzekaran: Em ji bo aştiyê helwest datînin

Deklerasyona 1001 îmzekaran: Em ji bo aştiyê helwest datînin

12 ÎLON 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne