• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Esra Polat - Ugur Dînler / AW

7 COTMEH 2026 - 08:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rêveberê Komeleya Wêjekarên Kurd Ahmet Tamîr ku yek ji îmzakarê deklarasyona “Ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê 1001 îmze” ye, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide pirsgirêkan bi rêya aştiyê çareser bike û got: “Em çiqas ji vê bangawaziyê re bibin deng dê ewqas bigihîje mebesta xwe. Divê statuya Rêberê Gelê Kurd were nasîn.”

Li Stenbolê bi pêşengtiya jinan, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, karker û ciwanan deklarasyona “Ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê 1001 îmze” hatibû eşkerekirin. Îmzakarên deklarasyonê bi peyama “Dema çîrokên rastîn dest pê dikin civak dev ji xeyalkirina siberoja xwe bernade” dest bi kampanyaya xwe kirin. Îmzakarên deklarasyonê daxwaza hemwelatiya wekhev, bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û nasîna “mafê hêviyê” kirin û gotin: “Em ji bo piştgiriya aştiyê helwest datînin.” Yek jî wan îmzakaran Rêveberê Komeleya Wêjekarên Kurd Ahmet Tamîr e. Ahmet Tamîr derbarê deklarasyona ku îmze kiriye de ji ajansa me re axivî.

‘Em dixwazin di nav civakê de fikr û ramana azadiyê belav bibe’

Ahmet Tamîr anî ziman ku armanca îmzeyan di civakê de peydakirina aştiyeke mayînde ye û wiha got: “Armanca me di civakê de fikr û ramana demokratîk û azadî bê belavkirin e û civak hemû li ser nasnameya xwe, baweriya xwe bijî û xwe birêxistin bike ye. Bêguman ev jî bi xwe re ava kirina bingehekê tîne. Weke nivîskar, me jî got ev jî ji bo me nivîskaran teqez ferz e. Divê em destnîşana xwe biavêjin. Ji ber ku nivîskar pêşengên civakê ne, siyasetmedarên civakê ne, felsefevanên civakê ne.”

‘Rêberê Gelê Kurd hewl dide ku pirsgirêkê çareser bike’

Ahmet Tamîr diyar kir ku li ku derê bêedaletî, bêmafî û zilm hebe peywîra nivîskaran jî lêgerîna çareseriyê ye û wiha got: “Birêz Ocalan ev pêvajo da destpêkirin, em hêvîdar in û baweriya me jî heye ku dê serbikeve. Ew jî di destê me de ye. Em çiqas ji vê bangawaziyê re bibin deng û hemû sazî bibin deng, dê ewqas bigihe mebesta xwe. Lê mixabin îro ku em li siyasetê binêrin, di civakê de bêbaweriyê dide afirandin. Li Tirkiyeyê siyaset li gorî berjewendiyan tevdigere. Lê bila ew jî baş bizanibin ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan hewl dide ku vê pirsgirêkê bi rêya demokrasiyê û aşitiyê çareser bike.”

‘Weke nivîskar em jî dibêjin, deriyê Îmraliyê bila vebin’

Ahmet Tamîr di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku ji ber Tevgera Azadiyê ya Kurd gavên girîng avêtin hinceteke dewletê nemaye ku gavan neavêje û ev yek anî ziman: “Weke nivîskar em jî dibêjin, deriyê Îmraliyê bidin vekirin. Statuya Rêberê Gelê Kurd divê bê nasîn. Bila rêzdar Ocalan fikr û ramanên xwe bi hemû kesan re parve bike. Bila pergaleke komînal bê avakirin ku ew bingeha em bêjin komara demokratîk bihêz bibe.”

‘Her tim hêviya xwe bilind bikin’

Ahmet Tamîr destnîşan kir ku ji ber dek û dolabên dewletê naqedin ew ji dewletê bawer nakin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê ew nayê wê wateyê ku gav jî neyên avêtin. Yan jî nayê wê wateyê ku ji bo hin berjewendiyên dewletê reformekê jî çênekin. Weke mînak, di civakê de hinek kes dibêjin ‘baweriya me dewletê nayê, lîstoka dilîzin’ rast e dewlet wiha ye, lê hêviya me jî, bi hêza me heye. Ew binyatê nasnameya civakê di hêla rêxistinbûniya xwe de çiqas bi rêk û pêk bikin, ev daxwaz û bangawaziya aştiyê jî dê pêk were. Bila tu kes bêhêvî nebe, her tim hêviya xwe bilind bikin.”

Etîket: 1001 îmzeAbdullah OcalanJi bo Komara Demokratîk û Aştiyê 1001 îmzeNivîskar Ahmet Tamîr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne