PENa Kurd dê li Amedê bi navê, “Di pêvajoyên lihevrûniştin, lihevkirin, aştî û wekheviyê de rola wêje, ziman û rewşenbîriyê” Konferansa Wêje û Aştiyê li dar dixe.
PENa Kurd di 6ê Mijdarê de bi tevlibûna gelek rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û siyasetmedaran li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar dixe. Di konferasê de dê li ser gelek mijaran gotûbêj were kirin û konferans wê 2 rojan berdewam bike.
Di roja yekemîn a konferansê de rûniştina 1emîn bi mijara, “Ziman, Wêje û Mafên Gerdûnî di Pêvajoyên Aştiyê de” dest pê dike û axêverên rûniştinê wiha ne; Moderator Dîba Keskîn (Nivîskar), Burhan Sonmez (Serokê Giştî yê PENa Navneteweyî-London), Dr. Bêrîvan Doskî (Seroka Rûmetê ya Navenda PENa Kurd-Silêmanî), Weysî Aktaş (Siyasetmedar-Amed), German Rojas (Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya PENa Navneteweyî –Santiago/Çîlî)
Siberoja wekhevî û mafên mirovan dê werin axaftin
Danişîna 2yemîn bi mijara, ‘Rola Qada Navneteweyî, Siberoja Wekheviyê û Mafên Mirovan’ û beşdariya; Moderator: Zana Farqînî (Zimannas), Carles Torner (Cîgirê Serokê PENa Navneteweyî – Katalanya), Tanja Tuma (Alîkara Serokê PENa Navneteweyî -Slovenya), Mueyed Teyîb ( Helbestvan- Hewlêr), Şadiye Manap (Nivîskar – Amed) berdewam bike.
Roja 1emîn a konferansê bi danişîna 3emîn a bi mijara, “Rabûna Bandora Şer û Ragêşiyê ya Li Ser Ziman û Azadiya Xwederbirînê” û bi tevlibûna; Moderator: Mîna Acer (Nivîskar), Urtzî Urrutîkoetxea (Serokê Komîteya Mafê Ziman û Wergerê ya PENa Navneteweyî yê Berê – Bask), Dr. Dilawer Zeraq (Akademîsyen-Nivîskar – Amed), Fîlîz Yildirim (Akademîsyen li Cambridgeê) bi dawî bibe.
Ji bo aştiyeke birûmet daxuyanî
Di roja duyemîn a Konferansa Wêje û Dîrokê de beşdarvanên konferansê dê li cihên dîrokî yên Amedê bigerin û serdana Komeleya Wêjekarên Kurd, Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD) Enstîtuya Kurdî ya Amedê, MED-DERê, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegeran Jin a Mezopotamyayê (MKG) bikin.
Konferans dê bi daxuyaniya hevpar a li ser navê beşdaran, bi banga ji bo aştiyeke birûmet, wekheviya zimanê Kurdî, azadkirina zindaniyên siyasî, rojnamegeran û pêşxistina çanda demokrasiyê bi dawî bibe.














