• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

PENa Kurd û KNK: Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be

Navenda Nûçeyan / AW

22 NÎSAN 2026 - 12:08
Kategorî: ROJANE
A A
PENa Kurd û KNKê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyanî belav kirin û roja rojnamegerên Kurd pîroz kirin.

Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de ya PENa Kurd û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî de daxuyaniyên nivîskî belav kirin û Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kirin. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser girîngiya “Rojnameya Kurdistanê” û Mîqdad Mîdhet Bedirxan bi bîr anîn.

PENa Kurd di daxuyaniya xwe de ev yek got: “Rojnamegeriya kurdî bi weşandina rojnameya “Kurdistan” a Mîqdad Mîdhet Bedirxan di 22’yê Nîsana 1898’an de, di dîrokê de cihekî giranbiha girt. Em dikarin vê dîrokê wekî dîroka berxwedaneke bêhempa pênase bikin. Ev serhildan û berxwedaneke li dijî zîhniyeta yekperest, li dijî sansur, înkar û zilmê ye. Gelê Kurd li her aliyê Kurdistan û cîhanê xwedî li vê mîrateyê derketiye. Tevî ku 128 sal derbas bûne, rojnamegeriya kurdî bi hêviyeke mezin her tim pêş ketiye.

‘Zext û astengî dewam dikin’

Di serdema îro de jî ev dorpêçkirina sîstematîk dewam dike. Gelek rojnameger bi awayekî nehiqûqî di girtîgehan de tên girtin. Zextên dadwerî û êrîşên dîjîtal li gel vê dewam dikin. Nahêlin rojnameger bi awayekî azad karê xwe bikin. Her wiha hesabên medyaya dîjîtal tên astengkirin. Li dijî vê yekê, têkoşîna karkerên çapemeniya azad her dewam dike. Her çiqas nûçe tên astengkirin û êrîş rasterast li ser mafên wan tên kirin jî, rojnamegerên kurd li her aliyê Kurdistan û cîhanê dest ji pênûsa xwe bernadin.

Hedefgirtina Çapemeniya Azad

Hatiye xwestin ku dengê gelê kurd bê birîn û çapemeniya azad bê bandor bê hiştin. Bi vê re, hatiye xwestin ku mafê civakê yê gihîştina rastiyan bê astengkirin. Ji ber ku karkerên çapemeniya azad her tim rastiyan eşkere dikin, dibin hedefa sereke. Bi taybetî jinên rojnameger, ji ber rol û mîsyona xwe ya girîng di nava civakê de, dibin hedef. Li qadan bi êrîşên zayendperest re rû bi rû dimînin, şopandina wan a nûçeyan tê astengkirin û tên darizandin. Jinên rojnameger tevî hemû zextên zayendperest jî li ber xwe didin.

Xeta Çapemeniya Kurd

Çapemeniya kurd her tim li ser esasê xeteke wekhev weşana xwe domandiye. Li dijî newekheviya civakê, li dijî tundiya li ser jin û civakê û li dijî neheqiyan sekiniye. Çapemeniya kurd her wiha bûye dengê bindestan. Li dijî polîtîkayên înkarê û zîhniyeta ku nasnameya gelê kurd tune dihesibîne, her tim li ber xwe daye.

Bangewazî

Lewma em wekî Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd dibêjin; bila hemû nivîskar û rojnamegerên girtî serbest bên berdan û bikaribin bi awayekî azad pênûsa xwe bigirin destê xwe. Em rojnamegerên ku di oxira rastiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî keda wan ditewînin. Em bang li saziyên navneteweyî dikin; bila dengê rojnamegeran bibihîzin û li dijî neheqiyê bêdeng nemînin. Nivîsandina rastiyan ne sûc e. Divê em li hemû cîhanê nivîsandina rastiyan biparêzin.

Em wekî Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd, dê her tim li gel rojnamegerên ku zilm li wan tê kirin bin. Em ê bibin dengê rojnamegerên ku tên darizandin û niha girtî ne. Em ê dev ji parastina rastî û heqîqetê bernedin. Pênûsa rojnamegerên ku êrîş li wan tên kirin, dê li erdê nemîne.”

KNK: Rola rojnamegeriya Kurdî girîng e

Di daxuyaniya KNKê de jî hat destnîşan kirin ku 128 sal berê, di 22yê Nîsana 1898’an de, bi pêşengiya Mîqdad Mîdhet Bedirxan, yekemîn rojnameya kurdî “Kurdistan” hatiye derxistin. KNKê ev roj wekî “meşaleyeke ku her tim ronahiyê dide” pênase kir û wiha got: “Gelê kurd di dirêjahiya dîrokê de bi polîtîkayên asîmîlasyon û qetlîaman re rû bi rû maye. Di vê pêvajoya ku wekî ‘Şerê Cîhanê yê Sêyem’ tê pênasekirin de, rola rojnamevaniya kurdî girîngtir bûye.”

Cangoriyên çapemeniyê hatin bibîranîn

KNK’ê rojnamevanên ku ji ber rastiyan tînin ziman jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û silav ji rojnamegerên girtî re şand.

Etîket: KNKPENa KurdRoja Rojnamegeriya Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kurdan Peymana Lozanê protesto kir: Divê em bi stratejiya hevpar û yekîtiyê tevbigerin

Kurdan Peymana Lozanê protesto kir: Divê em bi stratejiya hevpar û yekîtiyê tevbigerin

25 TÎRMEH 2026
KNKê nameya vekirî ji dewletên NATOyê re şand

KNKê nameya vekirî ji dewletên NATOyê re şand

23 HEZÎRAN 2026
Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

10 HEZÎRAN 2026
Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

9 HEZÎRAN 2026
KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

7 HEZÎRAN 2026
Civata KNKê: Misogeriya herî mezin yekîtiya neteweyî ye

KNK di roja duyemîn de Konferansa Neteweyî nîqaş dike

7 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne