• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Serlêdanên pêşbirka ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê’ berdewam dikin

Amed / AW

10 NÎSAN 2026 - 10:27
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Serlêdanên pêşbirka ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve bi piştevaniya PENa Kurd, Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê û Komeleya Wêjekarên Kurd ve bi dirûşma “Bi Çîrokekê Bihar Tê” tê organîzekirin û dê di 10ê Gulanê de bi dawî bibin berdewam dikin.

Pêşbirka ku ji aliyê Yekeya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî û Meclîsa Ziman a Şaredariya Peyasê ve, bi piştevaniya Navenda PENa Kurd, Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê û Komeleya Wêjekarên Kurd ve tê organîzekirin, bi dirûşma “Bi Çîrokekê Bihar Tê” di nav xwendekarên dibistanên amadehiyê de çîrokên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) ya taybet li dar dixe.

Şaredariya Peyasê diyar kir ku deriyê pêşbirkê ji bo hemû xwendekarên dibistanên amadehiyê/lîseyê vekirî ye. Serlêdanên pêşbirkê ku di 1ê Nîsanê de dest pê kirin dê di 10ê Gulanê de bi dawî bibin. Encamên pêşbikrê jî dê di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bên eşkerekirin. Tenê çîrokên ku bi zimanê Kurmancî an Kirmanckî hatine nivîsandin, dikarin beşdarî pêşbirkê bibin. Çîrok divê ji navnîşana meîlê ya bi navê [email protected] re bên şandin. Di dawiya pêşbirkê de, bi ragihandinê re dê berhemên ku bên hilbijartin bi diyariyên surprîz werin xelatkirin.

‘Bi armanca pêşxistin û geşkirina ziman û çanda Kurdî tê lidarxistin’

Yekeya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî û Meclîsa Ziman a Şaredariya Peyasê diyar kir ku ev pêşpirk bi armanca pêşxistin û geşkirina ziman û çanda Kurdî tê lidarxistin û hemû xwendekarên dibistanên amadehiyê ji bo beşdariyê vexwendin û hat diyarkirin ku tevahiya xwendekarên dibistanên amadehiyê bi çîrokên xwe yên Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî yên ku berê çap nebûne dikarin beşdarî pêşbirkê bibin.

Şertên beşdariya pêşbirkê bi vî rengî ye:

* Pêşbirk bi Kurdî (Kurmancî/Kirmanckî) ye.
* Hemû xwendekarên dibistanên amadehiyê/lîseyê dikarin beşdarî pêşbirkê bibin.
* Her beşdarek dikare bi çîrokekê bi tenê beşdar bibe.
* Çîrok divê ji 4 rûpelên A4an dirêjtir nebe.
* Divê çîrok berê li tu derekê nehatibe çapkirin.
* Divê nivîskar bi heman çîrokê berê beşdarî pêşbirkeke din nebibe.
* Nivîskar ji aliyê mijarê ve serbest in.
* Her nivîskar ji naveroka çîroka xwe berpirsiyar e.
* Mafê Şaredariya Peyasê heye çîrokên ku bên hilbijartin bêyî ku telîfê bide di malper û bultenên xwe de biweşîne.
* Çîrok divê bi bernameya Wordê ji e-maila hatiye diyarkirin re bê şandin.
* Xwediya/ê çîrokê divê agahiyên xwe di heman mailê de wek belgeyeke cuda bişîne.
* Serlêdan dê di 10ê Gulanê de bi dawî bibin.
* Encam dê di 15ê Gulanê de werin aşkerekirin.
* Xwediyên çîrokên ku bên hilbijartin dê bi diyariyên surprîz werin xelatkirin.”

Etîket: Bi Çîrokekê Bihar TêKomeleya Wêjekarên KurdPENa KurdPêşbirka Çîrokan a Bi Çîrokekê Bihar TêŞaredariya PeyasêŞaxên Egîtîm Senê yên Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Şaredariya Peyasê: Têkoşîna me ya li dijî tundiya ser jinan didome

Şaredariya Peyasê: Têkoşîna me ya li dijî tundiya ser jinan didome

13 TEBAX 2026
Şahiya havînê ya gerok dê her herfte li parkekê be

Şahiya havînê ya gerok dê her herfte li parkekê be

30 TÎRMEH 2026
Li dijî tundiyê dê rêzeçalakî bên lidarxistin

Li dijî tundiyê dê rêzeçalakî bên lidarxistin

29 TÎRMEH 2026
Şaredariya Peyasê konserek bi coş li dar xist

Şaredariya Peyasê konserek bi coş li dar xist

25 TÎRMEH 2026
‘Ji bo civakek azad bibe divê beriya her tiştî wêjeya wî azad be’

‘Ji bo civakek azad bibe divê beriya her tiştî wêjeya wî azad be’

24 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne