• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bayindir: Em ji bo welatekî ku her kes tê de azad bijî dixebitin

Dîlok / AW

7 TÎRMEH 2026 - 19:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskin Bayindir di civîna gel a li Dîlokê de axivî û diyar kir ku ew ji bo avakirina welatekî ku her kes tê de bi azadî bijî dixebitin û destnîşan kir ku ji bo vê yekê hewcedarî bi peymaneke civakî heye.

Civînên gel ên DBPe bi dirûşmeya “Em aştiyê bi gelan re ava dikin” hatine destpêkirin, di roja 3yemîn de li bajarê Dîlokê berdewam kir. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û heyeta pê re tevli bernameyên li bajêr bûn.

‘Hewcedarî bi peymaneke civakî heye’

Heyeta DBPê di çarçoveya bernameyê de herî pêşî Komeleya Çandê ya Elewiyan a li navçeya navendî ya Şahînbeyê ziyaret kir. Tevahiya komeleyên Elewiyan ên li bajêr tevli vê civînê bûn. Di civînê de li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk nirxandin hatin kirin. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di civînê de axivî û got: “Em ji bo welatekî azad ku di paşerojê de her kes tê de bi awayekî azad bijî dixebitin. Ji bo ku ev pêvajo bibe herdemî û nasnameyên baweriyên cuda yên di vê xakê de bên qebûlkirin, hewcedarî bi peymaneke civakî heye.”

Piştî Keskîn Bayindir welatiyekî Elewî nêrînên xwe anî ziman û bal kişand ser zextên li ser civaka Elewiyan û wiha pênase kir: “Beşê ku herî zêde aştiyê dixwaze Elewî ne. Ji ber ku bi sedsalan e civaka ku herî zêde rûbirûyê zext û zilmê bûye civaka Elewiyan e. Me ev yek li Sêwas, Mereş û Çorûmê jiya. Ev şerên yekalî û bêparastin bûn. Em ne welatiyên wekhev in, em mafên xwe dixwazin.”

‘Pirsgirêka Elewiyan û Kurdan ji hev ne cuda ye’

Welatiyekî din ê tevli civînê bû, bal kişand ser bêbaweriya li hemberî pêngavên dewletê û wiha got: “Berê jî me ji bo vê pêvajoya çareseriyê demeke dirêj rûnişt û axivî lê encam li ber çavan e. Ji ber vê yekê hêviya min ji vê pêvajoyê tune ye. Çi qas hêvî bê belavkirin jî ji aliyê dewletê ve tu gav nayên avêtin.”

Li ser heman mijarê welatiyekî din jî destnîşan kir ku çareserî di demokrasiyê de ye û wiha domand: “Pirsgirêkên me hemûyan yek in. Em di bin heman hewayî de nefesê digirin û li ser heman axê dijîn. Pirsgirêka Elewiyan û ya Kurdan ne ji hev cuda ye. Ev pirsgirêk tenê bi demokrasiyê çareser dibin.”

Heyeta DBPê piştî hevdîtina li Komeleya Çandê ya Elewiyan, derbasî gundê Çaxûtê yê navçeya Nizîpê bû. Heyetê li vir jî bi welatiyan re civînek li dar xist û li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîqaş kirin. Di civînê de welatî li ser geşedanan hatin agahdarkirin û bang li wan hat kirin ku têkoşînê mezin bikin.

Girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî

Heyeta DBPê piştî gundê Çaxûtê, derbasî gundên taxa Qamişloyê bû. Di civînên gel de ku jin û ciwanan eleqeyeke mezin nîşan da, welatiyan diyar kir ku ew di zûtirîn dem de li bendê ne ku gavên berbiçav bên avêtin. Welatiyan anî ziman ku ji ber dewlet gavan navêje ew rûbirûyê bêbaweriyê dibin û destnîşan kirin ku divê gelê Kurd têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî hîn bêtir mezin bike.

Civîna gel, bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Etîket: Civînên gelDîlokHevserokê Giştî yê DBPê Keskîn BayindirNîzîp
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Li Dîlokê bi pileya 4,5 erdhej çêbû

Li Dîlokê bi pileya 4,5 erdhej çêbû

9 TEBAX 2026
Çar wesayît li hev qelibîn: Dê û kurê xwe jiyana xwe ji dest dan

Çar wesayît li hev qelibîn: Dê û kurê xwe jiyana xwe ji dest dan

3 TEBAX 2026
Bayindir: Em qanûneke bê statuya Birêz Ocalan qebûl nakin

Bayindir: Em qanûneke bê statuya Birêz Ocalan qebûl nakin

24 TÎRMEH 2026
Bîranên berxwedêrên 14ê Tîrmehê: Em şopdarên rêya wan in

Bîranên berxwedêrên 14ê Tîrmehê: Em şopdarên rêya wan in

14 TÎRMEH 2026
Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

12 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne