• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bayindir: Em qanûneke bê statuya Birêz Ocalan qebûl nakin

Çewlig / AW

24 TÎRMEH 2026 - 22:38
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di FFestîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê de axivî û diyar kir ku dewlet êdî bi maden û talana xwezayê êrîş dike û got: “Em qanûneke ku statuya Birêz Ocalan tê de tune be qebûl nakin.”

Festîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê ya Çewligê ku ji aliyê rêxistinên navçeyê yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat lidarxistin, bi konserekê berdewam kir. Konser li ber avahiya Şaredariya Kanîreşê pêk hat. Li qada konserê pankartên bi nivîsa “Rê nedin talana jeotermalê. Qadên me yên jiyanê ji rantê re vekirî nîn in” û “Civaka azad, xwezaya azad” hatin hildan. Di konserê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û gelek welatî amade bûn. Coşa konserê ku bi govendê dest pê kir, heta derengiya şevê dom kir.

​Peyama Îdrîs Baluken hat xwendin

​Di hênasa konserê de peyama siyasetmedarê Kurd Îdrîs Baluken ku ji festîvalê re şandibû hat xwendin. Baluken di peyamê de bal kişand ser girîngiya parastina xwezayê û got: “Bi ked û fedakariyeke mezin vesazkirina Festîvala Xweza û Çandê ya Kanîreşê ji bo me cihê kêfxweşî û şanaziyeke mezin e. Em ji dil bawer dikin ku ev hevdîtina watedar wê li dijî hişmendiya ku xwezaya me talan dike seknekî xurt bafirîne û çand, ziman û nirxên me bide jiyîn. Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e; gihîştina gelan a jiyaneke biheybet, wekhev û azad e.”

‘Em bihostek axa xwe jî nadin wan’

​Piştre Parlementerê DEM Partiyê yê Çewligê Omer Faruk Hulaku axivî û diyar kir ku li her dera Kurdistanê bi HES û JESan re xwezayê talan dikin û wiha axivî: “Mirovên ku carekê jî nehatine Çewlig û Kanîreşê, nexşeyan axa me li hev par dikin û dixwazin dewlemend bibin. Lê bila baş bizanibin; em ê bihostek ji axa xwe nedin wan. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Piştî banga Birêz Ocalan a di 27ê Sibatê de em ketin pêvajoyeke nû. Ji vir silavên xwe ji mîmarê aştiyê re dişînin.”

​Piştî axaftinê, hevserokên rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Parti û DBPê derketin ser dikê û gel silav kirin.

​Bayindir: Em qanûna bê statuta Birêz Ocalan qebûl nakin

​Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî di axaftina xwe de bal kişand ser talana xwezayê û geşedanên siyasî. Bayindir destnîşan kir ku dewlet êdî bi maden û talana xwezayê êrîş dike û bang li ciwan û gel kir ku xwedî li axa xwe derkevin. Bayindir di berdewamiya axaftina xwe de li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk sekinî û wiha peyivî: “Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi aştiyê çareser bibe. Rejîm dibêje di qanûnan de statuya Birêz Ocalan tune ye. Em qanûneke ku statuya Birêz Ocalan tê de tune be qebûl nakin. Ev mesele ne meseleyeke teknîkî ye; ev meseleya heqîqetê û miroviyê ye. Divê deriyên girtîgehan bêne vekirin, hevalên me yên li Ewropayê vegerin axa xwe.”

​Bayindir di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir ku li ser axa xwe bimînin û welatê xwe biparêzin.

​Konser bi derketina hunermendan a ser dikê û bi stranan berdewam kir.

Etîket: Abdullah OcalanFestîvala KanîreşêHevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindirstatu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Malbatên cangoriyan: Azadiya Rêberê Gelê Kurd pêwîstiyeka girîng e

Malbatên cangoriyan: Azadiya Rêberê Gelê Kurd pêwîstiyeka girîng e

29 COTMEH 2026
Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

28 COTMEH 2026
Dayikên Aştiyê dê serdana partiyên siyasî bikin

Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Serok re hevdîtinê pêk bînin

28 COTMEH 2026
Du salên banga Bahçelî qediya: Çima Abdullah Ocalan nehat Meclisê?

Du salên banga Bahçelî qediya: Çima Abdullah Ocalan nehat Meclisê?

24 COTMEH 2026
Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

24 COTMEH 2026
Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

23 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne