Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan di kongreya partiya xwe ya Wanê de axivî û diyar kir ku ji bo ku hin çêtir pêvajo bi rê ve biçe divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyona Aştî û Siyasîbûnê bike.
Rêxistina DEM Partiyê a Bajarê Wanê li eywaneke dawetê ya li navçeya Tuşbayê Kongreya Xwe ya 3yemîn a Asayî bi beşdariyek mezin li dar xist. Di eywana ku kongre lê hat lidarxistin de pankartên “Em ji bo aştî û civaka demokratîk xwe bi rêxistin dikin” û “Em bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe rêxistin dikin” hat daliqandin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogulları, Endama Heyeta Îmraliyê Pervin Buldan, nûnerên rêxistinên bajêr, rêveberên saziyên sivîl û gelek welatî tev li kongreyê bûn.
Kongre, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

‘Heta birêz Ocalan azad nebe pêvajo nagihîje miraza xwe’
Piştî rêzgirtinê hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Veysî Dilekçî û Gulşen Kurt axivîn. Dilekçî û Kurt bal kişandin ser rola girîng a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Ev pêvajo bi saya birêz Abdullah Ocalan dest pê kiriye; heta ku ew bi awayekî fîzîkî azad nebe, ev pêvajo nagihîje miraza xwe û bi dawî nabe.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî silav li girseyê kir û bal kişand ser hevgirtina gel û tekoşîna îradeya herêmî.
‘Divê erka birêz Ocalan baş were pênasekirin’
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan jî axivî û silavên Abdullah Ocalan şandibû li gel kir. Pervîn Buldan bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî: “Ez gelekî serbilind im ku silavên Birêz Abdullah Ocalan tînim ji bo we. Ev pêvajoyeke ku hêviyên mezin di nav xwe de dihewîne ye. Pêvajo gav bi gav berdewam dike û gelê me di nav bendemayînekî mezin de ye. Pêvajo di rêya xwe de dimeşe, lê ji bo ku pêvajo hin çêtir bi rê ve biçe divê birêz Abdullah Ocalan tavilê dest bi xebatên rêvebirina Koordînasyona Aştî û Siyasîbûnê bike. Divê dewlet û desthilatdarî tavilê navê vê yekê deynin û pênaseya erka Birêz Abdullah Ocalan bikin. Piştî vê pênasekirinê ez bawer dikim ku pêvajo dê zûtir bi rê ve biçe. Ez ji vir bang li Serokkomar dikim, wekî gava yekem hûn dikarin îradeya ku ji gelê me hatî dizîn, anku qeyimên ser şaredariyên me paşve bikişînin û wan vegerînin ser erka wan. Em qîmeta aştiyê dizanin û em naxwazin ev pêvajo xera bibe. Em kêfxweşin ku ev du sal in cenaze nayên vî welatî û dayik nagirin. Tehamula kesî ji bo êş û berdêlên nû tune ye. Barê me giran e, rêya me dirêj e lê em bawer in ku em ê biserkevin.”
‘Xurtkirina destê birêz Ocalan rêxistinbûneke mezintir e’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari jî bal kişand ser baweriya gel a ji bo aştiyê û zextên li ser girtiyan û wiha got: “Hinek dipirsin ‘gelo di vê pêvajoya aştiyê de hêvî û bendemayînên we hene?’. Hêviya me ya ji bo aştiyê tu carî kêm nebûye. Beriya 30 salan jî me digot aştî, îro jî em dibêjin aştî. Lê belê divê dewlet û desthilatdarî bizanibin ku di nav civakê de windakirina baweriyê çêdibe. Civak dixwaze bawer bike, dixwaze peymana ku li Îmraliyê tê axaftin di pratîkê de bixe meriyetê. Di 8ê Cotmehê de daxuyaniyeke girîng a tevgerê mîna raporê çêbû û navnîşana xetên xwe anîn ziman. Ji bo ku tespît bên kirin hêj li benda çi ne? Çima ev pêvajo dirêj dibe? Bê guman muzakere xwedî herikîna xwe ye, lê divê gavên qanûnî yên demokratîk bên avêtin. Pirsiyara girtiyên siyasî û girtiyên nexweş heye. Ji bo berdana girtiyên nexweş nehewceyî biryara MGKyê ye. Şewitandina înfazên girtiyên 30 salî berfireh dibe, divê lezgînî li van gavan bê kirin. Em wekî DEM Partiyê ji destpêkê ve vê pêvajoyê wekî ‘Muzakere û Têkoşîn’ pênase dikin. Niha ne dema rawestanê ye, dema xurtkirina rêxistinbûnê ye. Rêya ku em di vê pêvajoyê de destê birêz Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê xurt bikin, ji rêxistinbûneke mezintir û têkoşîneke xurttir re derbas dibe. Bi vê rêyê em ê hemû zextan têk bibin û qada siyasetê xurt bikin.”
Piştî axaftinan rêveberiya nû hate bijartin. Gulşen Kurt û Veysî Guneş weke hevserokên nû yên Wanê hatin hilbijartin.
Kongre bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.




















