• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
06 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Qersê berfa ewil bariya

    Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Qersê berfa ewil bariya

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Mesele ji desthilatdariya AKPê mezintir e

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Mesele ji desthilatdariya AKPê mezintir e

    Konferansa PENa Kurd: Divê rewşenbîr rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin

    Konferansa PENa Kurd: Divê rewşenbîr rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin

    Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li 5 xwepêşanderan birî

    Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li 5 xwepêşanderan birî

    Rapirsî: Gendelî û krîza fonê rayên AKPê kêm kir

    Rapirsî: Gendelî û krîza fonê rayên AKPê kêm kir

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji KJKê banga ji bo 25ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye

Navenda Nûçeyan

6 MIJDAR 2026 - 10:26
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Koordînasyona KJKê di daxuyaniya têkildarî 25ê Mijdarê de got ku li dijî tundiyê bi rêxistiniya jinan niha dema xweparastinê ye û bang li jinan kir ku têkoşîna hevpar bilind bikin.

Koordînasyona KJKê bi wesîleya 25ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KJKê bi vî rengî ye:

“Tundiya li dijî jinê di tu serdemê de ewqasî kûr û bi rêk û pêk nehate kirin. Tundiya bi serweriya mêr gihîştiye asteke metirsîdar û li her sal, her meh, her roj û her kêliyê belav bûye. Lewma rabûna li ber vê tundiyê êdî nebe nabe ye. Ji ber vê yekê li dijî modernîteya kapîtalîst ku nûnerê sîstema kujerê kastîk ê vê serdemê ye û li hemberî qirkirina xweza û civakê, qirkirina jiyanê û qirkirina jinê ku dûvikên wê diafirînin û li hemû şaneyên jiyanê bi cih kirine, weke jin dema ku têkoşîneke bi hev re û rêxistinî hate meşandin, hingî encameke bi bandor dikare bê bidestxistin.

Li hemberî çanda tundiyê ku li her çavkaniya jiyana civakî hatiye bicihkirin, weke jin ji danîna têkiliyên jiyana rojane heta bi avakirina pergala jiyana azad a alternatîf pêwîstiya xwe bi plan û projeyên welê hene ku perspektîfa têkoşîneke piralî biafirîne. Di demekê de ku tundî veguheriye şêweyê jiyanê û çandekê, pêvajoya entegrasyona demokratîk a ku Rêber Apo da destpêkirin, hemû gel û bindestan li ser çarçoveya têkilîdanînekê digihîne hev, her wiha di serî de ji bo jinan asoyekî nû yê têkoşînê pêşkêşî hemû bindestan dike.

Bi pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re xeta me ya azadiya jinê wê tovên jiyana alternatîf hîn bi xurtî bi pêş ve bibe. Yek ji armancên bingehîn ên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ew e ku pêşî li tevlîbûneke demokratîk û azad a jinan veke. Di serî de tundiya li dijî jinê, li dijî hemû nêzîkatiyên ku jinê di nava jiyanê de cuda dike, bi wesîleya vê pêvajoyê wê zemînên meşandina têkoşîneke hîn kûr û berfireh ava bibe. Lewma Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di heman demê de wê bibe pêvajoyeke welê ku demên azad ên jinê, lêgerînên azadiya jinê û mafên bingehîn ên mirovî yên jinê li her qada jiyanê bi pêş ve bibe.

Em îsal 25ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê bi perspektîfeke hîn kûr, berfireh û nû pêşwazî dikin. Weke jin em li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê bi xurtkirina yekîtiya jinan, bi bilindkirina têkoşîna hevpar a jinan bersivê didin. Em 25ê Mijdarê roja têkoşînê ya naneteweyî ya li dijî tundiya li ser jinê ji her salê bêhtir veguherînin têkoşîn, yekîtî û hevparebûna jinan a xurt.

Rastiya 25ê Mijdarê beriya her tiştî wê wezîfe û berpirsyariyê dide me tevgerên jinan ku bi aqlê jinê xwe bi rêxistin bikin, bi pêşengiya jinê civakê demokratîk bikin. Ji ber vê jî di serî de komunarên jinan di her gavê de divê rêxistiniya xwe bi pêş ve bibe, mezin bike, weke meşa vê ya azadiyê bi serketî bigihîne bajaran, gundan, kolanan, taxan, febrîqeyan, dibistanan, malan, kesayetan. Sîstema bi serweriya mêr ku koka civakê û jinê dikole, di asta global, herêmî û xwecihî de; di her kastê de bi rengekî stratejîk û polîtîk nêzîk dibe. Eger vê yekê di her kêliya jiyanê de bi piralî dixe meriyetê, wê demê weke tevgerên jinan şer e ku em jî li her derê û di her kêliyê de li ser bingeha polîtîka û stratejiya azadiya jinê de têkoşîneke piralî bimeşînin.

Her ku em bi têkoşînê, rêxistinbûnê û hêza xwe ya xweparastinê cîhana xwe ya wateyê mezin bike, dikarin hebûna xwe jî bi pêş ve bibin. Li ser vê bingehê em ê karibin civakê, mêr biguherînin, veguherînin û cîhaneke welê ava bikin ku mirov karibe lê bêhnê bistîne. Û bi vî rengî kevneşopiya 25ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ku ji xwişkên Mîrabel dest pê kir û heta bi Sakîne Cansizan dewam kir, wê derî li cîhaneke bêyî tundiyê veke.

Ji bo bi jinên ku li ser bingeha azadî, wekhevî û edaletê têdikoşin tovên jiyaneke nû bireşînin û tundiyê bi dawî bikin, bi dirûşma ‘LI DIJÎ TUNDIYÊ BI RÊXISTINIYA JINÊ NIHA DEMA XWEPARASTINÊ YE! em têkoşîna xwe ya jinê ya hevpar û rêxistinbûyî bilind bikin. Di 25ê Mijdarê roja têkoşînê ya navneteweyî ya li dijî tundiya li ser jinê de em bibin yek deng û yek dil. Sedsala 21ê bikin dema azadbûna jinê.”

Etîket: 25ê Mijdarê25ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser jinanKJKKoma Jinên KurdistanêKoordînasyona KJKêtêkoşîna li dijî tundiyêTundiya li ser jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

6 MIJDAR 2026
Di nav mehekê de li Îranê 23 jin û 5 zarok hatin kuştin

Di nav mehekê de li Îranê 23 jin û 5 zarok hatin kuştin

27 COTMEH 2026
Şehrîban Ertaş: Kuştina jinan encama pirsgirêkeke civakî û pergalî ye

Şehrîban Ertaş: Kuştina jinan encama pirsgirêkeke civakî û pergalî ye

16 COTMEH 2026
KJK: Em bi şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ re sosyalîzma civaka demokratîk ava bikin

KJK: Em bi şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ re sosyalîzma civaka demokratîk ava bikin

13 ÎLON 2026
PAJK û KJKê sersaxî da malbatên şehîdan

PAJK û KJKê sersaxî da malbatên şehîdan

27 TEBAX 2026
Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

13 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne