• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

PAJK û KJKê sersaxî da malbatên şehîdan

Navenda Nûçeyan / AW

27 TEBAX 2026 - 09:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Koordînasyona PAJK û KJKê ji bo şehîdên Azadiya Kurdistanê yên ku taziyeya wan hate danîn, peyama sersaxiyê da û got, “Em bi saya mîrateya şehîdên xwe yên hêja hatin van rojan, em ê siberojên xwe jî li ser mîrateya wan ava bikin.‘‘

Koordînasyona PAJK û KJK’ê di daxuyaniya ji bo şehîdên Azadiya Kurdistanê weşandî de, ji bo malbatên şehîdan û raya giştî sersaxî xwest. Di daxuyaniyê de di şexsê şehîdên meha Tebaxê de hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn. Koordînasyona PAJK û KJK’ê diyar kir ku dilsoziya bi bîranîna şehîdan re bi tevlîbûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e.

Daxuyaniya bi sernavê “Ji tevahî malbatên me yên hêja, gelê me yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk re” bi vî rengî ye:

“Nirxê herî mezin ê gelê Kurd welatekî azad û şehîdên ku ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşin û li ser vê rêyê canê xwe feda dikin in. Di nava rastiya me ya têkoşînê de her meh me bi sedan hevrêyên xwe yên bedew şehîd dan. Bi wesîleya meha Tebaxê di şexsê hevrê Jiyan (Yildiz Durmuş), Ekîn Wan, Denîz Firat, Erdal, Qasim Engîn, Atakan Mahîr û Mustafa Yondem de em hemû şehîdên xwe yên meha Tebaxê bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Ew li dijî neheqî û jiyana bêrûmet a li gelê Kurd hatî ferzkirin, sekinîn û berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Em dizanin ku xwediyên rast ên hemû destkeftiyên me îro bi dest xistine, şehîdên me yên fedakar in. Weke jin û gel em bi saya mîrateya şehîdên xwe yên hêja hatin van rojan û em ê siberojên xwe jî li ser mîrateya wan a hêja ava bikin. Em dizanin ku her xebata ku di bingehê wê de şehîdên me hene, wê me bibe serketinê. Rêber Apo dibêje, ‘Şehîdan bispêrin dilê xwe, ne xakê’ û îfade kir ku divê em çawa bi şehîdên xwe re bijîn. Ji ber ku her şehîdekê di dilê me de, ji bo me bûye hinceta têkoşînê û bûne ronahiya rêya me jî.

Wan qasî jiyana azad, ji bo gihiştina kesayeta Kurdê azad şer kirin û mîrateyeke wisa mezin ji me re hiştin. Bi jiyana xwe, têkoşîna xwe û têkoşîna xwe ya ji bo avakirina jiyana azad ji me re bûn bersiva pirsa ‘Çawa Bijî?’ Ew fedayiyên jiyana azad in. Bêyî ku tiştekî bixwazin weke mirovên herî sade û bedew ên cîhanê jiyan kirin. Timî ji xwe dan. Ew bûn şopdarên Hayrû Durmûş ê wasiyet kirî ku li ser gora wî ‘Deyndarê gelê xwe ye’ bê nivîsandin û Zîlan a ku got, ‘Xwezî ji canê me zêdetir tiştek din jî heba me ku me feda kiriba’.

Gelê me yê welatparêz ê hêja;

Weke hûn jî dizanin yek ji biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê, îlankirina şehîdên me yên ku heta niha ji ber şert û mercên giran ên şer nehatibûn îlankirin e. Bi vê wesîleyê jî li Amed, Stenbol, Wan, Gever û Cizîra Botan şehadetên gelek hevrêyên me tên îlankirin, bîranînên hevrêyên me yên ku berê şehadetên wan hatine îlankirin jî tên lidarxistin. Em jî di serî de malbatên hêja yên şehîdên me, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya ji bo welatê azad û jiyana bi rûmet a me daye şehîdên xwe yên leheng, dubare dikin. Gelê me bi rûmet û îradeyeke mezin ewladên xwe yên leheng bi bîr tîne, soza dilsoziya bi bîranîna wan re dide. Tevlîbûna girseyî ya gelê me ya ji bo merasîm û bîranînên şehîdên me, weke bersiva banga Rêbertî û şehîdên me ye. Bi taybetî sekin, bawerî û dilsoziya dayikan a di merasîmên şehîdan de bang li me dike ku hîn zêdetir têbikoşin û teqez em bi ser bikevin.

Berdêlê herî giran ê têkoşîna me ya zêdeyî nîv sedsalê, helbet şehadeta van hevrêyên me yên bedew e. Îlankirina şehîdên me di me û gelê me de atmosfereke hestiyar ava dike û di heman demê de xwesteka ji bo têkoşînê jî hîn mezintir dike. Me destpêkê soz da wan. Me soza pêkanîna hêvî, xeyal û armancên wan da. Me got, ti tişta ku wan destpê kirî nîvço namîne. Ji ber ku em dizanin ti hevrêyên me negot, em dimirin û her tişt qediya. Her hevrêyê me dît ku di vê têkoşînê de gihiştine jiyana were qebûlkirin. Ew weke afirêner û parêzvanên bêhempa yên xeta jiyana azad û têkoşînê, deriyên jiyana azad û bi wate ji me jinan re vekir. Dema pêwîst kir hemû astengiyên li ser rêya me rakirin, dema pêwîst kir jî bûn rê.

Rêber Apo bi Tevgera Azadiyê bersiva şehadeta hevrê Hakî Karer da ku yek ji şehîdên me yên destpêkê ye. Ev bersiva Rêber Apo di têkoşîna me ya zêdeyî nîv sedsalê de, ji me re rêya nemiriya şehîdan nîşan da. Jiyankirina şehîdan, pêkanîna xeyalên wan e. Jiyankirina şehîdan, mezinkirin û parastina wan nirxan e ku jê re canê xwe dane. Em jî bi vê wesîleyê di serî de jin û ciwan bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku bîranîn û xeyalên şehîdên jiyana azad zindî bikin. Em dizanin ku bi vê wesîleyê em li Kurdistanê dikarin her şehîdê xwe di komînan de bidin jiyîn, li her devera Kurdistanê ya hatî şewitandin li ser navê şehîdan daran biçînin û her kêliya jiyana xwe bi mîrateya van hevrêyên xwe yên fedakar ava bikin. Ya ku vê civakê dike civak, keda gel e. Keda yek kesî zêde tiştekî ava nake. Ked encex dema bi hev re hate dayîn, dikare nirxekî îfade bike. Şehîdên me kedkarên herî mezin ên jiyana azad in û nirxên me yên herî mezin ên neteweyî ne ku weke civak me li ba hev digirin.

Rêber Apo got, ‘Ez dest ji dilsoziya bi wasiyeta şehîdan re naberdim’ û îro bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gava herî mezin a ji bo dilsoziya bi wasiyeta şehîdan re avêt. Lewma tevlîbûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin, avakirina jiyana demokratîk, avakirina komînan û di van komînan de jiyankirin yekane rêya nemirkirina şehîdên me yên fedakar e. Dilsoziya bi bîranîna şehîdan re, beriya her tiştî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Di heman demê de serketina vê pêvajoyê encex girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Li ser vê esasê em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku di asta seferberiyê de tevlî hemleya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin, li her devera ku lê ne têkoşînê mezin bikin û vê pêvajoyê civakî bikin.

Bi vê wesîleyê em car din ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz û dostên xwe re sersaxiyê dixwazin. Em bang li her kesê dikin ku şehîdên me bi coş û bi dilsozî bi bîr bînin. Dayik, malbatên me yên şehîdan û girtiyan, tevahî gelê xwe yên ku ji bo dilsoziya xwe îfade bikin diherikin qadan, bi hezkirin û rêzdarî silav dikin.”

Etîket: BîranîndaxuyanîKJKPAJKsersaxî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

29 COTMEH 2026
Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

29 COTMEH 2026
Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

25 COTMEH 2026
Suheyla Kaya (Zîlan) li Esenyûrtê bi girseyî hat bîranîn

Suheyla Kaya (Zîlan) li Esenyûrtê bi girseyî hat bîranîn

24 COTMEH 2026
Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

24 COTMEH 2026
Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

Entegrasyona YPJê: Em ê wek hêzeke xweser û taybet cih bigirin

20 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne