Di pêşengtiya MEBYA-DERê de ji bo Suheyla Kaya (Zîlan) a di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye bernameye bîranînê hat lidarxistin.
Komeleya Yekitî, Çand, Hevgirtin û Alîkariyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Jiyana Xwe ji Dest Dane re (MEBYA-DER) li navçeya Esenyûrê li avahiyê navçeya DEM Partiyê ji bo Suheyla Kaya (Zîlan) a têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye bernameya bîranînê li dar xist. Li ser maseya wêneyên Zîlanê hatiye dayîn, gelek gul hatin danîn û mom hatin vêxistin. Di eywana bîranînê pankara “Şehîd namirin” hate daliqandin.
Bi dorê hevseroka navçeya Esenyûrtê ya DEM Partiyê Zayîde Ocal axivî û bi dorê Berdevkê Herêma 3yemîn a Stenboê Antîke Tarhan, ji MEBYA-DERê Resîme Karabaş, Edama TJAyê Sevgî Yilmaz û ji malbata şehîdê Zana Kaya nirxandin kirin. Piştî axaftinan endamên Meclisa Ciwanan a Dem Partiyê helbest xwendin û sînevîzyon hate nîşandan. Piştî axatinan li ser navê Komeleya Alîkariyê ya Alimên Olî ya Stenbolê (ÎDAYDER) Alî Fuat axivî û tevahiya rojê Qûran û dia xwendin.














