Saziyên Hiqûqê li pêşiya Edliyeya Bakirkoyê Tahîr Elçî bîr anîn û gotin: “Heta ku kujerên Tahîr Elçî werin dîtin û cezakirin, hevalên me yên ku azadiya wan ji destê wan hatine girtin werin berdan û aştiyekî bi rûmet were avakirin dê têkoşîna me bidome.”
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28ê Mijdara sala 2015an de li Amedê hatibû kuştîn. Tahîr Elçî ji ber gotina xwe ya “PKK ne rêxistineke terorê ye” hatibû hedef girtin û Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ji ber gotinên wî derbarê wî de lêpirsîn dabû destpêkirin. Saziyên hiqûqê derbarê vekirina lêpirsînê de li pêşiya Edliyeya Bakirkoyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Tahîr Elçî nemir e” hat vekirin û wêneyên Tahîr Elçî hatin hilgirtin. Daxuyaniyê Hevseroka OHDa Stenbolê Ayşe Ozdemîr xwend.
‘Di dozê de delîl hatin reşkirin’
Ayşe Ozdemîr diyar kir ku ew ji bo bîranîna Tahîr Elçi yê ku emrê xwe ji bo çareseriya aştiyane û cinayetên faîlên wan nediyar eşkere bike domand û got: “Tahîr Elçî ji ber ku fikrên wî û bordoziya siyasî ne wekhev bûn hate hedefgirtin. Paşê jî Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê lêpirsînekî bêedaletî dabû destpêkirin û derbarê wî de biryara girtinê derxistibû. Em dizanin ku bi vê biryarê rêya qetilkirina Tahîr Elçî hatibû vekirin. Tahîr Elçî di dema parêzertiya xwe de her tim li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê têkoşiya lê mixabin piştî qetilkirina Tahîr Elçî lêpirsîneke bi bandor nehat meşandin, dîmenên cihê bûyerê nehatin komkirin. Di dozê de delîl hatin reşkirin. Di 12ê Hezîrana sala 2024an de bi biryarê doz bêceza hate hiştin. Di doza kuştina Tahîr Elçî de berpirsiyar nehatin cezakirin. Bi lêkolîna îstînafê kiryar hatin xelatkirin û biryara beraatê hate dayîn.”
Bîranîn bi çepikan bi dawî bû.


















