• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Desteya Ewlehiya Netewî civiya

    Desteya Ewlehiya Netewî civiya

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê nayên qebûlkirin!

    Îmzevanên “Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze” kampanyayekî nû dan destpêkirin

    Îmzevanên “Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze” kampanyayekî nû dan destpêkirin

    Li Bangkokê li refîneriyeke petrolê teqîn

    Li Bangkokê li refîneriyeke petrolê teqîn

    Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

    Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

    Piştî biryara Banqeya Navendî ya derbarê zêran de, liv û tevger di bazaran de çêbû

    Piştî biryara Banqeya Navendî ya derbarê zêran de, liv û tevger di bazaran de çêbû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Desteya Ewlehiya Netewî civiya

    Desteya Ewlehiya Netewî civiya

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê nayên qebûlkirin!

    Îmzevanên “Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze” kampanyayekî nû dan destpêkirin

    Îmzevanên “Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze” kampanyayekî nû dan destpêkirin

    Li Bangkokê li refîneriyeke petrolê teqîn

    Li Bangkokê li refîneriyeke petrolê teqîn

    Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

    Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

    Piştî biryara Banqeya Navendî ya derbarê zêran de, liv û tevger di bazaran de çêbû

    Piştî biryara Banqeya Navendî ya derbarê zêran de, liv û tevger di bazaran de çêbû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

Amed / AW

26 November 2026 - 13:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
ÎHD, OHD û Baroya Amedê derbarê hestiyên ku di şikefta sê qat ya li Farqînê de hatine dîtin de civînek çapemeniyê pêk anî û saziyan anî ziman ku divê encamên lêkolîna van hestiyan zû were eşkerekirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê, derbarê hestiyên mirovan ên ku di şikefta sê qat ya li navçeya Farqînê ya Amedê de hatine dîtin, li Şaxa ÎHDê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Parêzer û rêveberên saziyên sivîl tev li civînê bûn.

Di civînê de Hevseroka Şaxa OHDê ya Amedê Zeynep Karayilan destnîşan kir ku piştî agahdariyeke ku gihîştiye ÎHDyê, di 19ê Mijdarê de heyeteke ji nûnerên her sê saziyan pêk hatî çûye herêmê û lêkolîn kiriye. Zeynep Karayilan diyar kir ku di lêkolîna destpêkê de li gelek xalên şikefta sêqatî hestiyên mirovan û qoq hatine dîtin û wiha got: “Piştî ku delîl hatin qeydkirin, me di 23yê Mijdarê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Farqînê da û daxwaza vekirina lêpirsîneke bi bandor kir. Di heman rojê de cendermeyan bi me re têkilî danîn û agahî dan ku roja din saet di 10.00an de dê keşif were kirin.”

Zeynep Karayilan anî ziman ku di 24ê Mijdarê de heyeteke 11 kesî ya ji nûnerên OHD, ÎHD, Baroya Amedê û Baroya Mêrdînê pêk hatî çûye Qereqola Cendermeyê ya Bayrampaşayê, lê tenê ji her saziyê yek nûner karîbûye tev li keşifê bibe.

‘Keşif di şert û mercên giran de hat kirin’

Zeynep Karayilan bal kişand ser şert û mercên keşfê û diyar kir ku ji ber tengbûna deriyê şikeftê û kêmbûna oksîjenê, xebat bi zehmetî hatine meşandin û ev tişt anî ziman: “Pêşî ji bo ewlehiya herêmê amadekarî û lêgerîna bombeyan hat kirin. Piştre ji ber tengbûna deriyê şikeftê û kêmbûna oksîjenê xebatên hewayê hatin destpêkirin. Piştî nîvro bi beşdariya du dozgerên komarê keşfa edlî dest pê kir. Ji ber ku şikeft teng bû û ber bi jêr ve sê qatên wê hebûn, me nekarî rasterast bikevin hundirê şikeftê. Çar karmendên tîmên lêkolîna cihê bûyerê û krîmînalê û du karmendên AFADê ketin hundirê şikeftê û dest bi komkirina hestiyan kirin. Bi taybetî ji ber kêmbûna oksîjenê ya li qata sêyemîn, xebat di şert û mercên dijwar de hat meşandin.”

‘9 qoqên temam û 36 perçeyên qoqan hatin dîtin’

Zeynep Karayilan derbarê hestiyên hatine dîtin de agahî da û wiha got: “Di encama xebatan de li her sê qatên şikeftê hestiyên mirovan hatin dîtin. 9 qoqên temam, 36 parçeyên qoqan, bi sedan parçeyên hestiyan û bişkokeke şîn hat dîtin. Ev hemû delîl di 7 tûrikan de hatin parastin û ji her sê qatên şikeftê nimûneyên axê jî hatin girtin. Xebatên keşifê saet di 17.15an de bi dawî bûn. Piştre em çûn Qereqola Cendermeyê ya Navenda Farqînê û hestî di amadebûna dozgerî û nûnerên me de hatin hejmartin û tomar kirin.”

‘Hêj nayê zanîn hestî yên kî ne’

Zeynep Karayilan bal kişand ser wê yekê ku hêj nayê zanîn hestî yên kî ne, ji kîjan serdemê ne û kesên ku hestî yên wan in di çi şert û mercan de jiyana xwe ji dest dane û wiha domand: “Bi taybetî li Farqînê ku di salên 1990î de windakirina bi darê zorê, kuştinên faîlên wan nehatine dîtin û binpêkirinên giran ên mafên mirovan qewimîne, dîtina van hestiyan ji bo ronîkirina bûyerên berê gelek girîng e. Divê lêpirsîn ne tenê bi nasnamekirina hestiyan ve sînordar bimîne. Divê sedemên mirinê, şêwaza bikaranîna şikeftê û têkiliya wê ya bi binpêkirinên mafên mirovan re jî bên lêkolînkirin.”

‘Piştî encamên ATKyê dê agahiyên derbarê hestiyan de derkevin holê’

Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Baroya Amedê Muslum Dalar li ser keşfa şikeftê agahî dan û destnîşan kir ku di dema derxistina hestiyan de wêne û vîdeo hatine kişandin û diyar kir ku bi wesayîtên axê bi hêsanî dikare were gihîştin herêma şikeftê û kesên ku li herêmê heywandariyê dikin jî dikarin bigihîjin wê derê.

Dalar anî ziman ku şikeft gelek kûr û tarî ye û çawaniya avabûna her sê qatên wê tenê bi lêkolînên berfireh dikare derkeve holê û destnîşan kir ku piştî komkirina hestiyan, ew jî beşdarî hejmartin û veqetandina hestiyan a li Qereqola Cendermeyê ya Navenda Farqînê bûne.

Her wiha Muslum Dalar got ku hestî ji bo lêkolînên zanistî şandine Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê û piştî encamên lêkolînê dê agahiyên berfirehtir derbarê hestiyan de bên bidestxistin.

Ew dixwazin ev bûyer derkeve holê

Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz jî diyar kir ku keşif bi awayekî guncav hatiye kirin û nimûneyên axê û delîl bi awayekî cuda hatine komkirin. Ercan Yilmaz derbarê hestiyan de wiha got: “Ev mirov di kîjan serdemê de jiyabin jî, em dizanin ku bi awayekî xwezayî nemirine. Em bawer dikin ku mirineke nexwezayî heye û ev yek bi lêkolîna ATKê dê derkeve holê. Em dixwazin heke ev bûyer 100 sal berê jî qewimîbe, rastiya wê derkeve holê. Heke ev hestî girêdayî kuştinên faîlên wan nehatine dîtin ên salên 1990î bin, bi rêya DNAyê dikare ji bo rûbirûbûna bi rabirdûyê re derfeteke girîng çêbibe.”

‘303 gorên komî hene ku hêj nehatine vekirin’

Ercan Yilmaz destnîşan kir ku li gorî daneyên wan li erdnîgariya Kurdistanê herî kêm 303 gorên komî hene ku hêj nehatine vekirin û bang li welatiyan kir ku heke derbarê van bûyeran de agahiyên wan hebin, serî li saziya wan bidin.

‘3 kesan di nav 3 mehan de derketibûn’

Ercan Yilmaz li ser dema derketina encamên ATKê jî axivî û anî ziman ku sala borî li Licê encamên hestiyên 3 kesan di nav 3 mehan de derketibûn û got ku ew hêvî dikin ev lêkolîn jî zêde dirêj nekêşe.

Etîket: Baroya AmedêErcan YilmazÎHDMuslum DalarOHDZeynep Karayilan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo hestiyên ku li şikeftek Farqînê hatin dîtin serî dozgeriyê dan

Ji bo hestiyên ku li şikeftek Farqînê hatin dîtin serî dozgeriyê dan

23 November 2026
Baroya Amedê: Ji bo zarokan berpirsyariyê bigirin

Baroya Amedê: Ji bo zarokan berpirsyariyê bigirin

20 November 2026
OHD: Bila qirêjkirina ax, av û jîngehê ya li Gabarê were lêkolînkirin

OHD: Bila qirêjkirina ax, av û jîngehê ya li Gabarê were lêkolînkirin

19 November 2026
Li Girtîgeha Osmaniyeyê jin rastî lêgerîna tazî û muameleya xirab tên

Li Girtîgeha Osmaniyeyê jin rastî lêgerîna tazî û muameleya xirab tên

19 November 2026
Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

19 November 2026
Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

17 November 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Em ê li dijî şerê taybet, tiryak û fihûşê bi komînan xwe birêxistin bikin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne