Li paytexta Tayland Bangkokê, li refîneriyeke petrolê ya li herêma Phra Khanongê teqîn çêbû. Di encama teqîn û şewata ku li dû wê derket de, herî kêm 7 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rewşa 4 ji birîndaran giran e. Piştî teqînê, hişyariya tehliyekirina xebatkarên refîneriya petrolê hat kirin.
Hat diyarkirin ku ev refînerî pêncemîn refîneriya herî mezin a Taylandê ye.













