Wan – Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) bi merasîmeke bi coş sertifîka da şagirtên xwe yên ku asta mamostetiyê xelas kirine.
Bernameya sertîfîkadayînê a Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) ya li navçeya Erdîşê ya Wanê, li salona konferansê a Şaredariya Erdîşê pêk hat. Hevserokê Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Wanê Cemal Demîr, rêveberên DEM Partiyê, hevserok û endamên Komeleya Pêşvebirina Çand û Ziman (KURDIGEH) û ARSÎSAyê, Dayîkên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û demokratîk û gelek welatî tev li bernameyê bûn.
Bername, ji bo cangoriyên azadiyê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyon hat nîşandan û Hevserokê Komeleya ARSÎSAyê Tûncay Taştan axaftina destpêkê kir.
Tûncay Taştan diyar kir ku xebata zimanê Kurdî xebatekî pîroz e û got “Li bajarê Wanê ev cara duyemîn e belge tên dayîn, ji ber vê yekê ev xebateke girîng e. Mamosteyên Kurdî pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.”
‘Îcazeta Kurdî ji îcazeta pergalê qîmettir e’
Hevserokê DBPa Wanê Cemal Demîr jî di bernameyê de axivî û da zanîn ku di bernameyê de 11 kesan sertîfîkayên dê hilgirin û bibin mamosteyên Kurdî. Cemal Demîr mamosteyên Kurdî pîroz kir û got: “Zimanê Kurdî dema ev dewlete hate damezrandin tune hat hesibandin û hat qedexekirin. Wê demê serê peyvê ceza dihat dayîn. Îro em gihîştine asteke bilind, lê mixabin hê jî zimanê Kurdî di belgeyên meclisê de weke zimanekî nenas tê pênasekirin. Ziman di nava xwe de gelek tiştan dihewîne, wekî; dîrok, nasname, wêje û çandê. Ji ber vê yekê gelek zimanê xwe winda bike hebûna xwe jî winda dike. Mixabin îro zimanê Kurdî di bin xetereya winda bûyînê de ye. Divê em bi xwe zimanê xwe biparêzin. Rêberê gelê Kurd jî dibêje ‘ew kesê parastina zimanê xwe neke, nikare parastina tu tiştî bike’. Ji ber vê yekê ew kesên ku di qada ziman de xebat dikin kesên pîroz in. Divê em zimanê xwe bikin zimanê saziyên xwe jî, li saziyên xwe jî her tim Kurdî bipeyvin. Îcazeta zankoyên me, ji îcazeta saziyên pergalê qîmettir e. Ji ber vê yekê ez mamosteyên xwe ên mezûn dibin pîroz dikim.”
‘Dayika min zimanê min ji kesê nedizî ye’
Dayîka Aştiyê Muzeyyen Butun jî mamosteyên Kurdî pîroz kir û wiha axivî: “Ev roj ji bo me rojeke dîrokî ye. Ez di destpêkê de ew kesên ku têkoşîna zimanê Kurdî meşandin e û bi xwîna xwe, keda xwe dest ji vî zimanî bernedane silav dikim. Ev ziman wê ji me re bibe pêşerojeke nû û ev gel wê bigihîje welateke azad. Ziman, zimanê dayika min e, dayika min ji kesê nedizî ye û bi zordariyê ji kesê nestandî ye. Xweda ew ziman daye wê, ew ê dayikê bi vî zimanî bi me re giriya, bi me re keniya, bi vî zimanî şîret dane me, bi wî zimanî lorand û bi wî zimanî em mezin kirin. Em Kurd in, zimanê me Kurdi ye.”
Piştî axaftinan bername bi lêdana bilûrê, dayîna sertîfîkayan û bi şahiya Koma ARSÎSAyê berdewam kir.




























