• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
14 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

    Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

    Otomatik taslak

    DEM Partî: Divê perwerde bêpere û bi zimanê dayikê be

    Rojnameger Pinar Gayip tehliye bû

    Rojnameger Pinar Gayip tehliye bû

    Otobusa Amed-Stenbolê qeza kir: 2 mirî, 8 birîndar hene

    Otobusa Amed-Stenbolê qeza kir: 2 mirî, 8 birîndar hene

    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

    Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

    Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

    Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

    Otomatik taslak

    DEM Partî: Divê perwerde bêpere û bi zimanê dayikê be

    Rojnameger Pinar Gayip tehliye bû

    Rojnameger Pinar Gayip tehliye bû

    Otobusa Amed-Stenbolê qeza kir: 2 mirî, 8 birîndar hene

    Otobusa Amed-Stenbolê qeza kir: 2 mirî, 8 birîndar hene

    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

    Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

    Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Daxwaza xizmetên tenduristiyê ya bi zimanê dayikê mafekî jiyanî ye’

Serhat Toptaş / AW

12 ÎLON 2026 - 09:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Hevserokê Giştî yê SESê Siddik Akin diyar kir ku ji bo xizmeta tenduristiyê ya herî girîng mafê zimanê dayike ye û wiha got: “Daxwaza xizmetên tenduristiyê ya bi zimanê dayikê mafekî jiyanî ye. Divê ji bo pirsgirêkên tenduristiyê rêxistinên herêmî çareseriyên xwe ava bikin.”

Komara Tirkiyeyê ku li ser yek netew û yek zimanî avabûyê ji bilî zimanê Tirkî hemû zimanên din tune hesibandiye. Ji ber polîtikayên yek zimanî zimanê Kurdî û hemû zimanên dayikê li hemû qadên civakî rastî astengiyan tên. Astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê dayikê ya di nav her qadên jiyanê yek jî herî zêde bandor li ser tenduristiyê dike. Ji bo sûdgirtina xizmeta tenduristiyê di serî de divê nexweş bikaribin nexweşiya xwe vebêjin. Di tendûristiyê de ji vê re “Anamez” tê gotin. Mirov divê pirsgirêk û êşên xwe bikaribe rave bike. Divê yên ku xizmetên tendûristiyê jî didin bikaribin derdê nexweşan fêm bikin û teşhîs û tedawî bikin. Ji bo vê jî di xizmeta tendûristiyê de mafê herî girîng jî axaftina zimanê dayikê ye.

Ji ber astengiyên li pêşiya zimanê dayikê gelê Kurd û gelên cuda yên ji mafê zimanê dayikê bêpar hatine hiştin ji bo wergirtina xizmetên tenduristiyê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.

Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Siddik Akin, qala pirsgirêkên ji ber astengiyên li pêşiya zimanê dayikê di qada tenduristiyê de tê jiyîn û girîngiya xizmeta bi zimanê dayikê kir.

‘Ji bo xizmeta tenduristiyê ya herî girîng mafê zimanê dayikê ye’

Siddik Akin diyar kir ku ji bo xizmeta tendûristiyê ya herî girîng mafê zimanê dayikê ye û wiha got: “Daxwaza xizmetên tenduristiyê ya bi zimanê dayikê mafekî jiyanî ye. Li gor lêkolînên hatine kirin ji bo xizmeta tenduristiyê ya herî girîng anamnez e. Anamnez çîroka nexweşiyê ye. Eger çîroka nexweşiyê baş neyê ravekirin ji bo dermankirin û teşhîsê jî bijîşk nikarin serwext bibin. Teşhîseke ne rast bê kirin ji bo jiyana nexweşan pirsgirêke derdixîne. Em ji bo vê yekê daxwaza zimanê dayikê dikin ku mafekî ya herî baş a xwe îfadekirinê ye. Ji bo mafê tenduristiyê jî mafekî bingehîn e. Dema nexweş nikare bi zimanê xwe ye zikmakî nexweşiya xwe vebêje wê demê kesek din dikeve navbera nexweş û bijîşk. Weke mînak; di hin rewşan de nexweşên derûniyê naxwazin nexweşiya xwe bi aşkera vebêjin. Ji bo wê jî ya herî baş ew ê ku nexweş bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê werbigirin.”

‘Herî zêde jin û zarok bandor dibin’

Siddik Akin bal kişand ser zehmetiyên xweîfadekirine yên nexweş dikişînin û wiha pêde çû: “Me heta niha çend komxebat li dar xistin û li ser van komxebatan pirtûk hatin amadekirin. Di van pirtûkan de gelek çîrokên ku nexweş nikarin xwe îfade bikin hene. Di van komxebatan de pisporên navnetewî jî hebûn. Wan jî hîn çîrokên ku wekî mirov dibihîze şerm dike vegotin. Bi wergerandine jî hîn mijar zelal nabin. Ne tenê ji bo Kurdan gelên din jî bi vê pirsgirêkê ve rû bi rû dimînin. Tiştên sosret jî diqewimin. Beriya niha bajarên Kurd lê dijîn mijarên bi vî rengî gelek çêdibûn. Niha hinek ji ber neçariyê hînî Tirkî bûnê ew rewş kêm bû lê hê jî didome. Zêdebûna xebatkarên Kurd ên tenduristiyê jî ew rewş hinekî guherandiye. Kurdên ku di qadên tendirûstiyê de dixebitin diçin bajarên Kurdan dixebitin û ji bo nexweşan hesaniyek çêdibe. Pirsgirêka herî mezin jî jin û dayik dikişînin. Nikarin çîroka nexweşiyên xwe bibêjin û zilam bi van re diçin. Hê jî ew pirsgirêk zêde ye.”

‘Çareserî perwerdehiya bi zimanê dayikê ye’

Di berdewama axaftina xwe de Siddik Akin bi lêv kir ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê divê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn û ev tişt anî ziman: “Divê dibistanên xebatkarên tenduristiyê diafirînin bi zimanê dayikê perwerde bidin. Ji dibistanên seretayî heta zanîngehê divê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn. Ew pirsgirêk tenê bi vî awayî dikare bê çareserkirin. Gelek dibistan zimanên biyanî perwerde didin lê tu dibistanek bi Kurdî perwerdehiyê nade. Em her tim daxwaza vê yekê dikin. Divê herî kêm xebatkarên tenduristiyê bikarin çîroka nexweşiya nexweş bi zimanê wê/î fêm bike. Bila Wezareta Tenduristiyê vê xebatê bike. Weke mînak; Heke Kurdiya min baş be divê min bişînin Colemergê, Erebiya min baş be min bişînin Antakyayê. Ya herî girîng perwerdehiya zimanê dayikê ye. Me erdhêja di 2023yan û pandemiyê de jî dît ku di rewşên wisa de ji bo têkiliyekê rêk û pêk bikaranîna zimanê dayikê pir girîng e. Dema pandemiyê me bi TBB ve bi 3 zimanan ji bo hişyariyê belavok belav kirin. Divê wezaret jî di vî warî de berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

‘Divê ji bo pisgirêkên tenduristiyê rêxistinên hêremî çareseriyên xwe ava bikin’

Her wiha Siddik Akin anî ziman ku ji bo pisgirêkên tenduristiyê rêxistinên hêremî çareseriyan ava bikin û wiha dawî bi axaftina xwe anî: “Şer pisgirêka herî girîng ya tenduristiyê ye. Yekineya Bijîjkên Tirkiyeyê (TTB) jî bi vî rengî daxuyaniyek belav kir û gelek zext li ser van çêbûn. Li cihekî şer, xizanî, koçberî û kuştin hebe ew yek dibe sedema pirsgirêka tenduristiyê jî. Em ji bo vê aştiyê diparêzin. Divê naveroka vê aştiyê bi demokrasiyê bê tijekirin. Heke bi vî awayî bibe her bajar û herêm dikare bi xweserî pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em li hêremê bi şaredariyan re di nav têkiliyan de ne. Şaxên me ji bo tenduristiya gel bi gel re dicive. Pirsgirêka herî mezin a gel bikaranîna madeyên hişbirê ne. Li dijî hişbirê ji bo avakirina hişmendiyê em di nava xebatan de ne. Ji bo teşhîskirina pênçeşera di nav jinan de agahdarî û rebazên teşhîskirinê fêrî gel dikin. Hemû gel hewceyî xizmetên tenduristiyê ye. Divê li gor hewceyên herêman rêxistinên tendurûstiyê bi xwe rê ve bibin û çareseriyên xwe ava bikin.”

Etîket: xizmetên tenduristiyê ya bi zimanê dayikêzimanê dayikê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

DEM Partî: Divê perwerde bêpere û bi zimanê dayikê be

14 ÎLON 2026
Encamnameya Konferansa Zimanê Kurdî hat eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Zimanê Kurdî hat eşkerekirin

3 TÎRMEH 2026
Derûnnas Kepenek: Perwerdehiya bi zimanê Kurdî bingeha herî berbiçav a aştiyê ye

Derûnnas Kepenek: Perwerdehiya bi zimanê Kurdî bingeha herî berbiçav a aştiyê ye

23 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran roja yekem a bîranînên şehîdan bi dawî bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne