Li taxa Çamlikûle ya navçeya Buca ya Îzmîrê, bernameya bîranînê ku bi pêşengiya EGE-MEBYADERê ji bo di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatibû organîzekirin, di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû bi serdan û nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.
Li salona bîranînê pankartên “Şehîd namirin” û “Li ser rêyan egîdan mirin dibe jiyan” û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşerên ku jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Di bîranînê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Rêya şehîd rêya me, PKK partiya me” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Ji bilî nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, parlamenterê DEM Partiyê ya Rihayê Ferît Şenyaşar, Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Bîranîna ku di saetên sibehê yên zû de dest pê kir de çira hatin vêxistin, mewlûd hat xwendin û ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dia hatin kirin.
Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, Serokê Rûmetê yê ÎHDê Akin Bîrdal, Dayika Aştiyê Peyrûze Kûrt û Pîr İsmail Alkan axivîn.
‘Rêya şehîdan dê bibe ronahiya me’
Pîr İsmail Alkan ê ku yekem axivî wisa got: “Me canên xwe di rêya baweriya xwe de ber bi Heq ve bi rê kirin. Rêya ku ew meşiyan dê ji me re bibe ronahî. Em ê helbet xwedî li malbat û zarokên wan derkevin. Bi vê hişmendiyê, bêyî cûdahiya Elewî, Sunî, Tirk û Kurdan, bi edeb û erkan em ê xwişk û biratiya xwe pêk bînin.”
‘Ewlehî û hebûna gelan bi saya gerîlayên li çiyan e’
Bûrcûgul Çûbûk jî diyar kir ku yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hêviya azadî û hebûna hemû gelan e û got: “Lê vê erdnîgarîyê de heke dîktatoran nekarî bin gelan tune bikin, heke komkujiyên hîn mezintir pêk nehatibin, ev bi saya gerîlayên ku çiya ji xwe re kirine mesken çêbûye. Ez spasiya dayikên me dikim. Hûn li her derê bûn rêvekerên me. Li ku derê dewlet û mêtingeriyê rê girt, we ew rê vekir. We zarokên xwe û têkoşîna wan li vir zindî hişt. Baş e ku we ew rê vekir. Hevaltiya we rûmet e. Em spasiya hemû hevalên ku çiya ji xwe re kirine mesken û îro hêviya aştiyê ji me re anîne dikin. Îro dibe ku em nekaribin hembêzî cenazeyên xwe bikin, dibe ku gorên wan ji me dûr bin, lê em bi hembêzkirina hev êşa xwe sivik dikin û bi hêza têkoşînê dimeşin.”
‘Şîna we şîna me ye’
Akin Bîrdal jî bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û şehîdan û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de û got: “Berê di 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji ber ku me digot ‘gelê Kurd’ em dixistin zindanan. Lê niha hebûna gelê Kurd û azadiya wan bi eşkereyî tê axaftin. Em ê nehêlin ev pêvajo bixetime. Wê gelê Kurd jî mafê welatîbûn, azadî û wekheviyê bi dest bixe û wê bibe xwedî nasnameya qanûnî. Ez li ser navê parêzvanên mafên mirovan vê gula sor a di dilê xwe de ji birayên xwe re dihêlim. Şîniya we şîniya me ye, êşa we êşa me ye.”
‘Soza me ye, em ê xewnên wan nîvco nehêlin’
Peyrûze Kûrt jî bang kir ku xwedî li doza şehîdan bê derketin û got: “Xewn û daxwazên şehîdan nîvco nehêlin. Heta dawiya temenê xwe doza aştî û azadiyê bidomînin. Doza azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşînin. Heta li vê cîhanê sax bin em ê vê dozê bimeşînin. Em dibêjin serê Serok Apo sax be. Serê van malbatên dilşewitî û yên ku gorên zarokên wan tune ne sax be!”
Piştî nîşandana sînevîzyonê, bernameya bîranînê ya ku sê rojan dom kir bi dawî bû.

















