Çalakiya şêniyên gundê Arzoxliyê ya li dijî projeya GESê berdewam dike. Gundiyên ku li dijî GESê di nav çalakiyê de ne gotin ku heta talan raneweste, ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Li Gundê Arzoxliyê yê girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê çalakiya şêniyên gund a li hember çêkirina projeya GESê di roja 8emîn de berdewam dike. Şîrketa ku dixwaze projeya GESê li ser erdên gund ava bike, ev çend roj in, tevî leşkeran tê qada projeyê. Gundî jî li dijî vê yekê têdikoşin.
Gundiyan li wir bang li berpirsyaran kirin û xwestin ku xebata tê kirin bidin sekinandin. Gundiyan her wiha diyar kirin ku heta talan raneweste, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Elyakût jî bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî xwezayê û wiha got: “Em li dijî van polîtîkayên dewletê li cem gelê xwe ne. Heta ku talana wan biqede, em ê tevî gelê xwe bi hev re têbikoşin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya gundiyan bi dirûşmeyan berdewam kir.




























