Şêniyên gundê Arzoxlî li dijî hewldana çêkirina GESê dest bi nobeta çadirê kir.
Li gundê Arzoxlî yê navçeya Sûrê ya Amedê şîrketa ku dixwaze projeya GESê çêbike duh li gel leşkeran kete nava gund û bi makîneyên kar dest bi xebatên çêkirina GESê kir. Ji duh ve şêniyên gund, endamên partiyên siyasî û saziyên civakî li heman qadê bertek nîşanî vê yekê didin.
Şêniyên gund ku ji duh ve bertek nîşan didin îro jî dema xwestin biçin qada xebatên çêkirina GESê lê tê kirin rastî astengiya leşkeran hatin. Li ser vê yekê şêniyên gund dest bi nobeta çadirê kir.
















