Di êrişa drona Îsraîlê ya li ser wesayîtekê li nêzî Kampa Mexazî ya navîna Xezayê de 2 kes hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa Almanyayê, di êrişa droneke Îsraîlê ya li ser erebeyekê li nêzî têketina Kampa Mexazî ya Şerîda Xezayê de 2 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.
Ajansê da zanîn ku cenazeyên kuştiyan û birîndaran rakirina Nexweşxaneya Şehîdên El Eqsa û destnîşan kir ku ev êriş ligel berdewama binpêkirina agirbestê ya li Şerîda Xezayê pêk tê.
Girêdayî mijarê, li deverên cuda yên Şerîda Xezayê Îsraîlê êrişî konên penaberan kir, bi dronekê êrişî avahiyekê kir.













