Amed – Siyasetmedar Omer Onen li ser avakirina civakek demokratîk da zanîn ku ev yek ne karê kesekî an jî ne karê saziyekê ye û wiha got: “Siyasetmedar, parlamenter, hevşaredar, sazî û dezgeh û hemû kes divê di avakirina civaka demokratîk de xwe berpirsiyar bibînin û bikevin nav vê pêngava seferberiya rêxistinkirinê.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abddullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de dest pê kir, nêzî 2 sal in rojeva sereke ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Bi vê pêvajoyê re li seranserê Kurdistanê kar û xebatên avakirina civakeke demokratîk û aştiyane ji hêla sazî, dezgeh, partî û siyasetmedaran ve bênavber didomin. Li her qadê jiyanê xebat tên kirin, nîqaş tên kirin, civînên gel têne lidarxistin. Ev hemû kar û xebat bingeha xwe ji salên 2000î ya pêngava an ku xebatên bi navê ‘Hemwelatiyê’ digire û bi salan e li ser vê yekê xebat tên birêvebirin.
Siyasetmedar Omer Onen, xebatên pêvajoyên berê yên ku ji bo civakek demokratîk, kêmasiyên ku derketin û roja îroyîn divê çi bê kirin ji Ajansa Welat(AW) re nirxand.
‘Her kesî xwe tev li kar û xebatên hemwelatîbûna azad dikir’
Omer Onen da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo avakirina civakeke demokratîk û pirsgirêka Kurd divê çawa bê çareserkirin di parêzname û axaftinên xwe de her tim aniye ziman û wiha got: “Bi taybetî jî civakek xwe çawa bi rê ve bibe, xwe çawa azad bike ev yek di perspektîfên Rêbertiyê de hene. Di wê çarçoveyê de destpêkê dema kar û xebatên hemwelatiya azad hatin meşandin, rastî jî hemwelatiya azad ji siyasetê zêdetir di navbera civakê de ew ê çawa îradeya civakê, vîna civakê û pirsgirêkên civakê çareser bibe, di wê hêlê de, li taxan an jî li kolanan de kî dibe bila bibe, rengê wî, baweriya wî, netewa wî çi dibe bila bibe, li ser pirsgirêka civakê hatina ba hev hebû. Di wê hêlê de taybet wê demê meclis û saziyên civakî hatin avakirin. Gelek xebatên wê demê de me jî tê de cih girt. An ku em dikarin bêjin li taxê hemû hemwelatî bikaribin xwe tê de cîh bikin, xwedî biryar bin, bikaribin xwe tê de azad bibînin û pirsgirêkên xwe çareser bikin, hem di hêla aborî de hem di hêla çareserkirina pirsgirêkan de xwe di nav xebaten de bibînin. Niha dema em dinêrin me bingeha vê yekê ya civakeke demokratîk ji bo li Tirkiyeyê bê avakirin di hêla hiqûqî, rêxistinkirinê ve kar û xebatên me ji berê ve li ser bingeha wê demê ve hat avakirin, di hêla demdirêjbûnê de rastî jî koka wê hat ava kirin. Lê em dikarin bêjin demdirêj çênebû ji ber ku hemwelatîbûna azad wek komele, sazî hat avakirin lê ji ber aloziyên wê demê, Tirkiye di wê hêlê de amade nebû. Di wê demê de gelek operasyon hatin kirin. Rastî jî gelek girtin çêbûn. Li ser navê KCKê, hemû xebat hatin îlegelazîkirin. Lê belê ew kar û xebat hemû civakî û siyasî dihatin kirin. Di wê demê de bi gelek operasyonan, pêşiya van xebatan hatin girtin, rastî bi destê dewletê hat kirin û mirov dikare navê cemaetê jî lê bike. Cemaetê ev operasyon dikirin.”
‘Tevgerek civakî bû û pirsgirêkên gel dihatin çareserkirin’
Omer Onen diyar kir ku civak wê demê ji bo civakeke demokratîk amade bû û wiha axivî: “Gel ji çareserkirina pirsgirêkan re û avakirina civakeke demokratîk re amade bû, di her warî de pirsgirêk dihatin çareserkirin. Wekî din jî bi salan pirsgirêkên di navbera malbatan de çêdibûn, gelek ji wan nediçûn dadgeha dewletê û dadgehên din, ew pirsgirêk di bin banê meclîsan de dihatin çareserkirin. Gelek pirsgirêk nedihatin çareserkirin, dişandin meclîsê û di bin banê meclîsan de dihatin çareserkirin. Li gundan konên me hebûn, kon hatin avakirin, gel dihat ba hev. Rastî jî mirov dikare bêje civakeke demokratîk û gel dê çawa bikare xwe bi rê ve bibe, bingeha wê hat avakirin û gel jî bi awayek azad xwe tev li xebatan dikir. An ku mirov dikare bêje pêngava ‘Êdî Bes’ e hatibû destpêkirin. Ew pêngav tenê ji bo pergala desthilatdar nebû, ji bona civakê û gel bû. Êş û kulê gelê Kurd hebûn. Êdî gel dikaribû xwe bi rê ve bibe, pirkasgirêkên xwe çareser bike û bingehekê ji xwe re ava bike ku di nav civakê de xwe rêxistin bike da ku bi serkeve, mirov dikare bibêje tevgerek civakî bû û pirsgirêkên civakê dihatin çareserkirin. Ji ber wê jî dema mirov li wê demê dinêre di bingeha wê de an ku di felsefe an jî di teoriyê de pirsgirêkek tune bû, lê di hêla ketina meriyetê de em dikarin bêjin tam nehat fêmkirin.”
‘Piştî girtina malên gel, zarok û ciwan ketin nav torên tiryakê’
Omer Onen destnîşan kir ku bi avakirina meclîsan pirsgirêkên civakê hem di hêla aborî de û hem jî di hêla siyasî de dihatin çareserkirin û ev yek anî ziman: “Lê piştî ku ew rêxistin berbelav bû, bi rastî jî serê sibê hemwelatî li wir dihatin cem hevdu, di nav jiyana komunal de bi hev re dijiyan, pirsgirêkên xwe bi hev re çareser dikirin, têkilî xurt bû. Lê piştî ew meclîs hatin girtin ku bi destê dewletê hat girtin, di nav xofê de man. Di wê demê de hemwelatiyên me zarokên xwe dianîn digotin bila din av mala gel de be. Lê dema hat rakirin rastî jî piştî wê zarok û ciwanên me ketin nav tiryakê û ji cewhera xwe, ji xwebûna xwe qut bûn. Niha jî em dikarin bibêjin ew şerê taybet ê psîkolojîk gelek bandor li ser civakê û malbatan kir.”
‘Cihê çareserkirina pirsgirêkan mala gel û meclîs bûn’
Omer Onen anî ziman ku dema têkiliya civakê û û rêxistinkirina civakê qels bibe û ev yek li ser derûniya civakê bandorek mezin dike û wiha pê de çû: “Wekî me gotî, malên gel û komeleyên hemwelatiyên azad cihê gel bû û avakirina civakek demokratîk bû û her kes bi awayek azad dikaribû tev li xebatan bibe. Pergal civakê dirizîne, em bêjin di hêla medyayê de, di hêla gelek tiştên teknîkî de ciwan ji ciwantiyê hatine dûrxistin, zarok ji zaroktiya xwe hatine dûrxistin. Ne zarok êdî dikarin jiyaneke esasî bikin, ne ciwan dikarin di wê hêlê de bijîn. Cihê ku gel xwe li wir azad bibîne, pirsgirêkê xwe bide çareserkirin û jiyaneke komînal bide avakirin mala gel û ew meclîs bûn. Niha em dinêrin pergal, kesan bi tenê dihêle piştî wê jî em bêjin di hêla derûnî de ber bi xerabûnê ve diçe. Alternatîfa vê jî avakirina hewelatîbûna azad û wekhev e, avakirina civakêk demokratîk e. Dema em li cewhera xwe xwedî dernekevin, xwe neparêzin, parastina civakê nekin, bi rastî jî dê civak roj bi roj ber bi rizandinê ve biçe.”
‘Divê her kes di avakirina civaka demokratîk de cih bigire’
Herî dawî Omer Onen bi lêv kir ku avakirina civaka demokratîk karê hemû siyasetmedaran e û wiha got: “Her kes wek ruhê seferberiyê divê di kar û xebata avakirinê de cih bigire. Ev yek ne karê kesekî ye an jî ne karê saziyekê ye. Siyasetmedar, parlamenter, hevşaredar, sazî û dezgeh û hemû kes divê di avakirina civaka demokratîk de xwe wek berpirsiyar bibîne û bikeve nav vê pêngava seferberiya rêxistinkirinê û avakirina civakek demokratîk.”













