• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zextên rejîma Îranê yên li ser Kurdan berdewam dike

    Zextên rejîma Îranê yên li ser Kurdan berdewam dike

    Hêzên YRKê baregeha Îranê têk bir

    Hêzên YRKê baregeha Îranê têk bir

    Li gundê Arzoxliyê nobeta çadirê hat destpêkirin

    Li gundê Arzoxliyê nobeta çadirê hat destpêkirin

    Li Bostana Komîn a Jinan berhemên dawî hatin komkirin

    Li Bostana Komîn a Jinan berhemên dawî hatin komkirin

    Mehmet Zekî Kiliç hate defînkirin: Ji bo azadiya gelê Kurd heta dawiyê têkoşiya

    Mehmet Zekî Kiliç hate defînkirin: Ji bo azadiya gelê Kurd heta dawiyê têkoşiya

    Piştî 30 salan li derve ye: Divê em 24 saetan ji bo azadiyê bixebitin

    Piştî 30 salan li derve ye: Divê em 24 saetan ji bo azadiyê bixebitin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Zextên rejîma Îranê yên li ser Kurdan berdewam dike

    Zextên rejîma Îranê yên li ser Kurdan berdewam dike

    Hêzên YRKê baregeha Îranê têk bir

    Hêzên YRKê baregeha Îranê têk bir

    Li gundê Arzoxliyê nobeta çadirê hat destpêkirin

    Li gundê Arzoxliyê nobeta çadirê hat destpêkirin

    Li Bostana Komîn a Jinan berhemên dawî hatin komkirin

    Li Bostana Komîn a Jinan berhemên dawî hatin komkirin

    Mehmet Zekî Kiliç hate defînkirin: Ji bo azadiya gelê Kurd heta dawiyê têkoşiya

    Mehmet Zekî Kiliç hate defînkirin: Ji bo azadiya gelê Kurd heta dawiyê têkoşiya

    Piştî 30 salan li derve ye: Divê em 24 saetan ji bo azadiyê bixebitin

    Piştî 30 salan li derve ye: Divê em 24 saetan ji bo azadiyê bixebitin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

Enqere / AW

28 TEBAX 2026 - 13:39
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê qanûna çarçoveyî de diyar kir ku divê ji bo rêvebirina pêvajoyê Abdullah Ocalan çalaktir be û wiha got: “Divê Desteya Şopandin û Tespîtê ne tenê ji bo bêçekirinê bi mîsyona xwe rabe divê ji bo rêvebirina pêvajoyê çalaktir bibe.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê geşedanên dawî û pêvajoyê de li navenda giştî ya partiya xwe civina çapemeniyê li dar xist. ‎Ayşegul Dogan di serî de bal kişand ser qanûna çarçoveyî û wiha got: “Ez di serî de bi qanûna çarçoveyî dest bi axaftina xwe bikim. Di vê çarçoveyê de Desteyeke Şopandin û Tespîtê hat avakirin. Destpêkirina xebata desteyê gelek girîng e. Ev deste divê li gorî rewşa îroyîn tevbigere. Rojên pêşiya me ev deste wê çawa xebatên xwe bike, kîjan beşên civakê di bin banê Desteyê de be, wê diyar bibe. Ev pêvajo pêvajoya avakirinê ye. Divê beşên civakî yên sivîl tev li desteyê bibe û xebatên aştiyê bi rê ve bibe. Em qala avakirina aştiya civakî û demokratîkbûnê dikin. Divê hemû beşên civakê tev li avakirinê bibin.”
‎
‎’Divê birêz Ocalan dikaribe bi rola xwe rabe’

‎Ayşegul Dogan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dikaribe bi rêk û pêk pêvajoyê bi rê ve bibe divê şert û mercên wî werin guhertin, baş kirin û ev yek anî ziman: “Daxwaza me ya herî girîng ew e ku ji bo rêvebirina vê pêvajoyê şert û mercên birêz Ocalan e. Rewşa heyî jî nîşanî me dide ku divê şert û mercên birêz Ocalan bê başkirin. Divê tenê ne bêçekkirin were nirxandin û axaftin, divê ji bo biratiya dîrokî ya Tirk û Kurd pêvajo were birêvebirin. Divê birêz Ocalan bi eşkere vê pêvajoyê dbi rê ve bibe. Em ji bo xurtkirina vê biratiyê di demeke dîrokî de ne. Em dîsa bi bîr dixin ku pêwîste ku zimanekê nû bê avakirin û were axaftin. Pêwistiya Tirkiyeyê pê heye ku aştiyek mayînde û bi rûmet were pêkanîn. Em her tim vêya tînin ziman û vêya dixwazin û têdikoşin. Her çiqas kêmasiyên vê qanûna çarçoveyî hebe jî divê em erênî nêz bibin û bibînin. Ev yek ji bo derbasbûna hêla hiqûqê ve girîng e.”
‎
‎’Divê em dengê dayikan bibihîzin’

‎Ayşegul Dogan bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiya Kurd ku niha li bajarên Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin, bi bîr xist û wiha got: “Em niha qala aştiyê dikin, divê em bi tiştên berê ku qewimîne re rû bi rû bibin. Divê em êşên xwe nedin hemberî hev. Em niha qala vegeran dikin. Heke pêvajoya sala 2015an bi ser biketa ewqas mirin û şîn jî nedibûn. Divê dê û bavên wan kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane bên cem hev û şîna xwe bi hev re bigirin. Êşên xwe bi hev re bijîn. Dayik aştiyê dixwazin. Dibejîn me zarokên xwe winda kir bila zarokên wan bibin ên dawî. Divê em dengê dyikan bibihîzin. Divê em bi cesaeret rabin û bi êşên malbatan re hevrû bibin.”

‘Ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê vîneke mezin derket holê’

Ayşegul Dogan bal kişand ser geşdanên li Rojava-Sûriyeyê diqewimin û wiha axivî: “Em geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Geşedanên li Sûriyeyê, li Tirkiyeyê û yên li hêremê bi hev ve girêdayî ne. Li Tirkiyeyê aştiyek mayînde pêk were dê bandorek mezin li hêrêmê jî bike. Tiştên li Sûriyeyê niha pêk tên ji bo Tirkiyeyê gellek girîng e. Ji bo temambûna entegrasyonê qonaxek derbas bû. Niha qonaxek din dest pê dike. Ji bo yekparebûna Sûriyeyê ev lihevkirin pêşketinek mezin e. Ji bo parastina axa Sûriyeyê û têkoşîna li dijî DAIŞê, Hêzên Sûriya Demokratîk bi rolek mezin rabû. Wê HSD niha jî ji bo pêşketina demokrasiya Sûriyeyê gelek xebatan bike. Mezlûm Ebdî heta niha di nav şer de bû lê niha êdî wî vîna siyaseta demokratîk derxist holê. Birêz Ocalan ji bo aştiya herêmê kirdeya herî girîng e. Çimkî bi salane ji bo aştiyê têdikoş e. Divê êdî Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi awayek fermî dawetî Tirkiyeyê bên kirin.”

Kongre dê bi girseyî neyê lidarxistin

Ayşegul Dogan bal kişand ser li darxistina kongreya DEM Partiyê ya asayî ku dê di 6 Îlone de li Enqereyê were lidarxistin û destnîşan kir ku amadekariyên kongreya wan didomin û ew vê kongreyê bi awayekî girseyî li dar naxin. Ayşegul Dogan anî ziman ku ev kongreya asayî amadekariya kongreya mezin e ku di demên pêş de li dar bixin.

 

Etîket: Abdullah OcalanAyşegul DoganBerdevka DEM Partiyê Ayşegul DoganMezlûm Ebdîpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ayşegul Dogan: Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de heye û asteng dike?

Ayşegul Dogan: Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de heye û asteng dike?

22 COTMEH 2026
Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

22 COTMEH 2026
Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

22 COTMEH 2026
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

21 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Ganî Jineolojî bibo bingeyê zanistî û îdeolojîkî

Abdullah Ocalan: Divê siyaset têkeve şûna çekan, hiqûq jî têkeve şûna bêbaweriyê

17 COTMEH 2026
Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

17 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne