Rejîma Îranê li Urmiyê girtiyê siyasî yê berê Şîrvan Suleymanzade û li Sinê xwendekarê lîseyê Diyarî Abdî binçavkirin û revandine cihekê ne diyar.
Rejîma Îranê zext û êrîşên xwe yên li ser rojhilatê Kurdistanê roj bi roj didomîne. 19ê cotmeha 2026an welatiyê bi navê Şîrvan Suleymanzade (27) yê ji bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê hate binçavkirin û Şîrvan revandine cihekê ne diyar. Li gorî agahiyên ji heremê Şîrvan Suleymanzade di sala 2019an de jî bi hinceta “endamê partiyên Kurdistanî” hatibû girtin û 5 salan di girtîgehê de mabû. Malbata wî heta niha di derheqê aqûbet û rewşa tenduristiya wî ti agahî ne standine.
Rejîma Îranê di di heman rojê de li bajarê Sinê yê rojhilatê Kurdistanê xwendekarê lîseyê yê bi navê Diyarî Abdî li nêzê Pira Mêrdox a bajar binçavkirine û revandine cihekê ne diyar. Heta niha ti agahî di derheqê Diyarî de nehatine standin.















