Çavkaniyeke herêmî ji Rojnewsê re ragihand ku hêzên YRKê li gundê Digaga ya ser bi navçeya Sewawa de li baregeha supayê pasdaran a bi navê ‘Osman Firîşte’ tê naskirin da û di encamê de baregeh bi qasî du saetan xiste jêr kontrol xwe.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî dayî Rojnewsê hêzên YRKê yên ser bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li dijî Baregeha Soman Firîşte ya ser bi gundê Digaga ya ser bi navçeya Sewlawe çalakiyeke xurt lidar xistiye.
Hate ragihandin ku gerîlayên YRKê bi qasî du saetan baregeh xistine jêr kontrola xwe û gelek çekên giran (doçka, hewan) tine kirin. Li aliyê din jî hinek wesayîtên leşkerî jî tine kirine.
Hate ragihandin di encama şer de bê ku ziyan bigihêje hêzên YRKê ji herêmê vekişiyane.
Heta niha li ser encam û kuştî û birîndarên hêzên rejîma Îranê ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.













