Kenan Altûn ê piştî 30 salan hate ji hepsê hate berdan. Kenan Altûn diyar kir ku ji niha şûn ve jî çi ji destê wî were dê bike û dê têkoşîna ji bo azadiyê bidomîne.
Kenan Altûn di sala 1996an de li Bedlîsê hatibû girtin û cezayê muebedê lê hatibû birîn. Kenan Altûn piştî 30 salan ji Girtîgeha Maltepeyê ya Stenbolê derket. Ew li ber girtîgehê ji aliyê malbata, rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û gelek kesan ve bi kulîlkan hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

‘Divê em ji bo serkeftin û rojên pîroz bixebitin’
Kenan Altûn li vir axivî û diyar kir ku piştî 30 salan ew hatiye berdan û wiha got: “Ez gelek xemgîn im, ji ber ku hê jî bi hezaran hevalên me girtî ne. Hevalekî me 84 salî hê girtî ye. Silavên hevalên me ji her kesî re hebûn. Morala hevalan baş e. Divê em 24 saetan ji bo azadiya Rêber Apo tevbigerin û bixebitin. Divê em ji bo siberojek azad li cihê xwe rûnenên û ji bo serkeftinê û rojên pîroz bixebitin. Çi ji destê me werê em ê bikin, ji ber ku em dizanin barê me giran e. Em di merhelayekî girîng de derbas dibin, ev merhale nayê wateya ku em li cihê bisekinin.”
Piştî daxuyaniyê Kenan Altûn bi malbata xwe re derbasî navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê bû û hate zanîn ku çend rojên din şûnve dê biçe Bedlîsê.













