Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan ragihand ku înfaza girtiyê siyasî Alî Adiman ji ber peyva “birêz Ocalan” ji bo dema 6 mehan hatiye taloqkirin. Newroz Uysal taloqkirina berdana Alî Adiman ji Wezîrê Dadê Akin Gurlek pirsî.
Girtiyê siyasî Alî Adiman ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Boluyê ragirtiyê ji ber ku peyva “Birêz Ocalan” aniye ziman, cezayê hucreyê dane wî û bi hinceta cezayê hucreyê berdana wî 6 mehan hate taloqkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan derbarê taloqkirina berdana Alî Adiman de pêşniyarpirs pêşkêşî Wezîrê Dadê Akin Gurlek kir.
Newroz Uysal Aslan di pêşniyarpirsê de diyar kir ku li girtîgehan mafê girtiyan bi cezayê disiplînê tê binpêkirin û bi taloqkirina berdana girtiyan re mafê wan ê azadiyê tê binpêkirin. Newroz Uysal Aslan bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê cezayên hucreyê yên ji ber peyva “Birêz Ocalan” de gelek caran biryara binpêkirinê daye û tevî van emsalan jî girtî hê bi van binpêkirinan re rû bi rû dimînin.
Newroz Uysal Aslan da zanîn ku girtiyê siyasî Alî Adiman di daxwaznameyên ku ji Wezareta Dadê re şandiye de ji ber peyva “Birêz Ocalan” nivîsandiye rastî cezayê hucreyê hatiye û bi hinceta cezayê hucreyê jî tevî ku cezayê xwe yê 30 sal temam kiriye jî berdana wî 6 mehan hatiye taloqkirin. Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku heke peyveke ji aliyê hiqûqî ve ne sûc be û eger bibe hinceta cezayê hucreyê binpêkirina hiqûqî ye û tevî biryara Dadgeha Bilind jî li girtîgehan derhiqûqiyên bi vî rengî berdewam dikin.
Newroz Uysal Aslan ji bo ku Wezîrê Dadê Akin Gurlek bibersivîne, pêşniyarpirs pêşkêşî wî kir:
Newroz Uysal ev pirs ji Wezîrê Dadê kirin e:
* Tevî biryara Dadgeha Bilind jî çima peyveke ku ne sûc be di girtîgehên bin berpirsyariya wezareta we de ne, dibe hinceta cezayê hucreyê û disiplînê?
* Gelo biryarên hucreyê ku rêveberiyên girtîgehan didin, li ser biryarên dadgeha bilind û destûra bingehîn in?
* Daxwaznameya ji wezareta we re hatiye şandin bi kîjan hiqûqê tê xwendin û bi rêya we biryar tê dayîn?
* Wezareta we li gorî kîjan peywîrê ji ber peyveke ku ji aliyê hiqûqî ve sûc nîn e berdana girtiyan taloq dike û wan bi salan di girtîgehan de radigire?
* Ez jî di nav de gelek parlamenter ji bo Abdullah Ocalan peyva “birêz” bikar tînin. Gelo li gorî wezareta we yên peyva “birêz” bikar tînin divê rastî cezayê hucreyê werin û bi salan di girtîgehan de bimînin?
* Ji ber peyva “birêz Ocalan” çend girtî rastî cezayê hucreyê hatine û înfaza wan hatiye taloqkirin?
* Girtiyên ku ji ber peyva “birêz Ocalan” rastî cezayê hucreyê hatine, çend ji wan li dijî vê biryarê daxwaza xirakirinê ji dadgeha bilind re kirine? Ji vana çend kes li benda biryarê ne û tevî biryara xirakirinê jî çend kes bi awayekî neyînî encam girtiye?













