• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nîzamettîn Kabaîş: Heke pêwîst bike em ê gora keça xwe jî vekin

    Nîzamettîn Kabaîş: Heke pêwîst bike em ê gora keça xwe jî vekin

    Şaredarîya Çêrmûgî ya AKP’yî dormeyê Pirdê Haburmanî yê tarixî pak nêkena!

    Pira Habûrmanê: Şaredarî divê kontrol û paqij bike

    Edîtorê Bîanetê Yildirim: Sansur bûye tecrîdeke dîjîtal

    Edîtorê Bîanetê Yildirim: Sansur bûye tecrîdeke dîjîtal

    Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

    Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

    Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

    Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 22yê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Daristan Pala - Heval Onkol / AW

22 COTMEH 2026 - 11:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş da zanîn ku tevî du sal derbas bûne jî di dosyeyê de samîmiyet nîn e û ragihand ku sînyala 6 telefonan li cihê bûyerê hatiye tespîtkirin û wiha got: “Keça min xwe nekuştiye, hatiye qetilkirin. Heke pêwîst bike em ê gora wê jî vekin û heta ku kujer bên dîtin em ê têbikoşin.”

Lêgerîna edaletê ya ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU) Rojîn Kabaişê bênavber didome. Cenazeyê Rojîn Kabaîşê ya ku di 27ê Îlona 2024an de winda bûbû, piştî 18 rojan di 15ê Cotmehê de li peravê Gola Wanê hatibû dîtin. Tevî ku du sal bi ser mirina wê ya gumanbar re derbas bûne jî, pirsên bêbersiv û kêmasiyên di lêpirsînê de malbatê û civakê di nav fikarên kûr de dihêle. Tevî çalakî û xwepêşandanên bênavber ên ji bo Rojîn Kabaîşê jî heta niha ji bo birêvebirina dosyeyê û pêkanîna edaletê bi qasî serê derziyê jî tiştek pêk nehatiye.

Bavê Rojînê, Nîzamettîn Kabaiş derbarê rewşa dawî ya dosyeyê, xebatên parêzeran û helwesta saziyên fermî de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Di dema xwe de testa dîatomê nehate kirin; ev xetayeke mezin e’

Nîzamettîn Kabaîş bal kişand ser kêmasiyên sereke yên ku di destpêka dozê de çêbûne û wiha got: “Heke di wextê xwe de samîmiyet hebûya, dosyeya keça min wê bihata çareserkirin. Di dema wê de testa dîatomê nekirin, ev şaşiyeke gelek mezin û giran e. Bi wê testê re dihat diyarkirin ku gelo Rojîn çend rojan di nav ava golê de maye, li ku derê ketiye avê û bûyer li ku derê pêk hatiye. Gava parêzerên me pirsan ji dozgeriyê dipirsin, bersivê nadin. Di navbera dozgeriyê û heqîqetê de samîmiyet nîne, hewl didin bûyerê binixumînin.”

‘Sînyala 6 telefonan hatiye tespîtkirin, lê heta îro nehatine vekirin’

Nîzamettîn Kabaîş agahiyên nû yên derbarê sînyalên telefonan de ku bi rêya parêzeran bi dest xistine parve kir û axaftina wiha domand: “Berî çend rojan parêzerê me Abdurrahman Karabulut agahî da me. Hatiye tespîtkirin ku wê şevê, li wê herêma ku Rojîn lê winda bûye û nêzîkî du metre û nîvan, sînyala şeş telefonan hatiye girtin. Dîsa ji me re gotin ku ew ê DNAya 2 hezar û 500 kesan kontrol bikin, lê heta îro tenê ya nêzîkî 400-500 kesan hatiye kontrolkirin. Telefona Rojînê jî şandin Mersînê da ku bê vekirin. Gelo sedem çi ye ku piştî du salan van gavan diavêjin? Çima di dema xwe de nekirin?”

‘Heke pêwîst bike em ê gora keça xwe vekin’

Nîzamettîn Kabaîş destnîşan kir ku heke lêpirsîn neyê kûrkirin ew ê serî li rêbazên dawî bidin û wiha pê de çû: “Dîmenên otopsiyê yên nêzîkî heşt saetan di destê me de hene. Em ê van dîmenan ji saziyên pispor ên li Ewropayê re bişînin da ku bên lêkolînkirin. Heke tu rêyek din nemîne, wekî çareya dawî em ê gora Rojînê vekin û wê testê bidin kirin. Di dilê me de agir heye; keça min dawî li jiyana xwe neaniye, ew hatiye qetilkirin. Kezeba me dişewite. Ne ku du sal, 5 sal an 50 sal jî bikişîne ez ji vê rêyê venagerim, lingên min biwerimîn jî ez ê ji bo edaletê têbikoşim.”

‘Îro zilm li keça min hatiye kirin sibê bila li zarokên din neyê kirin’

Nizamettîn Kabaîş di dawiya axaftina xwe de bang li hemû saziyan, baroyan û rêxistinên mafên mirovan kir û ev yek anî ziman: “Me zaroka xwe teslîmî dewletê, zanîngehê û wargehê kir. Dewlet ji me re deyndar e û mecbûr e kujerên keça min bibîne. Em ji vir bang li Baroya Wanê, Amed, Şirnex, Colemêrg, Mêrdîn, Riha û tevahiya baroyan dikin, werin li vê dosyeyê xwedî derkevin, kom bibin, panelan çêbikin, meşan li dar bixin. Îro zilm li zaroka min hatiye kirin, sibê dibe ku li zarokên her kesî re bê kirin. Divê em hemû bi hev re vê têkoşînê bilind bikin.”

Etîket: Nîzamettîn KabaîşRojîn Kabaîş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di lêpirsîna Rojîn Kabaiş de geşedanek nû: 6 kes hatin tespîtkirin

Di lêpirsîna Rojîn Kabaiş de geşedanek nû: 6 kes hatin tespîtkirin

15 COTMEH 2026
Xwendekarên Zanîngeha Wanê: Çi bi Rojînê hat?

Xwendekarên Zanîngeha Wanê: Çi bi Rojînê hat?

15 COTMEH 2026
Ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî hat dayîn

Ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî hat dayîn

27 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
‘Em çend bêdeng bibin wê ewqas Rojîn bên kuştin’

‘Em çend bêdeng bibin wê ewqas Rojîn bên kuştin’

4 ÎLON 2026
TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

26 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li stada Amedê kes nikare wê têk bibe 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne