Wezîrê Dadê Akin Gurlek ragihand ku di çarçoveya “lepirsîna bahîsê” de 19 lîstikvanên futbolê hatine binçavkirin.
Lêpirsînên derbarê “bahîsê” yên ne yasayî de berdewam dikin. Wezîrê Dadê Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew lêpirsînên li dijî “bahîsa neyasayî, tundiya di nav sporê de, şîkeya bahîsê û dahatên ji sûc hatine bidestixistin” berdewam dikin. Akin Gurlek diyar kir ku di vê çarçoveyê de di koordîneyeya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de lêpirsînek nû hatiye destpêkirin û karên wan ên di vê derbarê de didome. Hate ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de 19 lîstikvanên futbolê hatine binçavkirin.













