Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê bi hinceta “Bûyerên di nava qadê de” Amedspor sewqî PFDKyê kir.
Ji destpêka Lîga Sûper a Tirkiyeyê heya îro her roj derbarê Amedsporê de agahiyek a cezayê pere û cezayê dîsîplînê tê weşandin. Piştî lîstîka bi Galatasarayê Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê bi hinceta ‘geşedanên di nava sahayê de’ ji bo were cezakirin Amedspor sewqî PFDKyê kir.
Tê payîn ku di rojên pêşde PFDK derbarê mijarê de biryara xwe bide.













