Amed – Berpirsyarê Binesaziya Amedsporê Hadî Yakişan da zanîn ku armanca wan ew e ku ew Amedsporê bibin ber lingê zarokan û wiha axivî: “Amedspor ne tenê tîmeke herêmî ye, tîma gel e. Ji ber vê yekê, li her devera ku gelê me lê ye, divê Amedspor jî li wir be.”
Amedspor ku îsal derket Lîga Super a Tirkiyeyê ji her alî ve xwe pêş dixe û xebatên xwe bê navber didomîne. Ji binesaziyê heya dibistanan, ji beşên cuda yên werzîşê heya jiyanê ji her alî ve, bi lîjne û kedkarên xwe dixwazin navê Amedsporê bigihînin her deverê. Amedspor bi taybetî dixwaze xwe bigihîne zarokên Kurdan da ku pêşerojê ne tenê ji bo Amedsporê ji bo tîmên herêmê jî bibe pêşeng. Her wiha Amedspor di 20ê Cotmehê li ser onlînê destûra serlêdanên ji bo dibistanên fûtbolê da destpêkirin û bi vê yekê kesên ku dixwazin ji bajarên cuda dê bikaribin li ser navê Amedsporê dibistanên fûtbolê vekin.
Endamê Desteya Rêveberî û Berpirsyarê Binesaziya Amedsporê Hadî Yakişan derbarê xebatên xwe yên binesaziya Amedsporê û Dibistanên Fûtbolê yên Amedsporê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî

‘Li her devera ku gelê me lê divê Amedspor jî li wir be’
Hadî Yakişan da zanîn ku armanca wan ew e ku Amedsporê bibin ber lingê zarokan û wiha got: “Amedspor ne tenê tîmeke herêmî ye, tîma gel e. Ji ber vê yekê, li her devera ku gelê me lê ye, divê Amedspor jî li wir be. Ji bo binesaziyê jî hewcedariyeke mezin bi xebateke wiha hebû. Gelek zarok hene ku xeyala wan ew e di Amedsporê de bilîzin û vê formayê li xwe bikin. Ji bo ku em xewn û xeyalên van zarokan pêk bînin, li ku derê dibe bila bibe em ê Amedsporê bibin ber lingê wan. Bi vê yekê em ê derfetê bidin yên ku dixwazin kariyera xwe bi pêş bixin.”
‘Amedspor êdî gihiştiye asteke bilind û divê di van lîgan de mayînde be’
Hadî Yakişan derbarê dibistanên futbolê de anî ziman ku ew dixwazin zarok û ciwanên vî welatî tevlî Amedsporê bikin û wiha axivî: “Ji ber vê yekê ev proje pêwîstiyek bû. Heya niha di binesaziyê de hin kêmasî hebûn, bi rêya vê projeyê em ê wan kêmasiyan çareser bikin. Amedspor êdî gihiştiye asteke bilind û divê di van lîgan de mayînde be. Ji bo mayindebûn û gihiştina astên mezintir, heya qada Ewropayê divê binesaziyeke me ya bihêz hebe. Zarok û ciwanên me xwedî potansiyeleke mezin in.”
‘Em dixwazin vê projeyê hê berfirehtir bikin’
Hadî Yakişan bi lêv kir ku armanca wan a herî mezin ew e ku ew ciwan û zarokan ji bo pêşeroja Amedsporê amade bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev proje ji sala borî ve tê amadekirin. Mamoste û tîma me ya binesaziyê li bajaran geriyan, zarokên jêhatî û xwedî potansiyel tespît kirin û hilbijartin. Gelek ji wan tev li tîmê bûn. Niha em dixwazin vê projeyê hê berfirehtir bikin. Li gel coş, kelecan û ruhê berxwedanê yê Amedsporê pêwîstî bi binesaziyeke wisa bihêz heye. Armanca bingehîn a dibistanên futbolê û van projeyan ev e.”













