Di hefteya 7emîn a Lîga Superê de Amedspor û Gençlerbîrlîgî hatin pêşberî hev û maç 2-2 bi dawî bû. Bi encamê re Amedspor lîderiya xwe winda kir.
Di Lîga Superê de hefteya 7emîn tê lîstin. Amedspor û Gençlerbîrlîgî li Stada Eryamanê ya Enqereyê hatin hemberî hev. Aligîrên Amedsporê li Enqereyê tîma xwe bi tenê nehişt.
Di destpêka maçê de her du tîm jî xwestin bi zextê bandorê li hev bikin. Lê maç heta deqîqeya 20an bi hevsengiyek wek hev derbas bû.
Di deqîqeya 22yemîn de Gift Orban û kalevanê Gençlerbîlîgiyê li hemberî hev man. Kalevan li Gift Orban li erdê xist û Amedsporê penaltî qezanc kir. Dia Saba penaltiyê avêt û kir gol û Amedsporê 1-0 ket pêş.
Di dawiya beşa yekemîn de Amedsporê çend pozîsyon dît lê nekarî skorê biguherîne û beşa yekemîn bi 1-0 dawî bû.
Piştî navberê beşa duyemîn dest pê kir. Gençlerbîrlîgî di beşa duyemîn de xwest skorê biguherîne û ji bona wê bi zext dest bi beşa duyemîn kir û di deqîqeya 53yemîn de Rafael Luis gol avêt û skor bû 1-1.
Di deqîqeya 67emîn de Samuel Ballet gola duyemîn a Amedsporê avêt û Amedspor sokurê kir 2-1.
Di 90+2yê de Gençlerbîrlîgî gola duyemîn avêt skor bû 2-2 û maç bi vê skorê bi dawî bû.
Li gorî encama vê maçê Amedspor pûana xwe kir 14.













