Welatiyên Amedê li ser serkeftinê Amedêsporê kêfxweşiyên xwe anîn ziman û peyama piştgiriya bi tîma xwe re dan.
Di 20ê Îlonê de di hefteya 6emîn a Lîga Superê de Amedspor û Beşîktaş li Stadyuma Tahîr Elçî ya Amedê hatibûn hemberî hev. Maç bi skora 3-2 ve Amedspor xiste rêza yekemîn a Lîga Superê. Alîgirên Amedsporê piştî maçê gelek navendan derketin qadan û serkeftina Amedsporê pîroz kirin. Welatiyên Amedê derbarê serkeftina Amedsporê de kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Welatiyan kêfxweşî û kelecaniya xwe anîn ziman û bal kişandin ser binpêkirina mafên Amedsporê.
Welatiyên Amedê anîn ziman ku kes nikare li hemberî Amedsporê derkeve, Amedspor pir serkeftî ye û wiha gotin: “Hakem bi hîleyan maçê 14 deqîqe dirêj kir. Xwest ku Beşîktaş bi ser bikeve lê Amedsporê fersend neda wan. Me bi xêra Gîft Orban û Dîa Saba pêşî li lîstoka wan girt.”
‘Em dixwazin Amedsporê li Ewrûpayê jî bibînin’
Welatiyan da zanîn ku Amedspor ji bo wan ne tenê sembolek e, Amedspor tenê ne tîmek e futbolê ye di heman demê de nasnameya netewa Kurd e, erdnîgariya Kurdistanê ye û gotin: “Em di vê baweriyê de ne ku Amedspor dê li Ewrûpayê jî bilîze an di Lîga Şampiyonan de an jî di UEFAyê de em ê bibînin. Tenê daxwaza me ew e ku em Amedsporê li Ewrûpayê jî bibînin. Amedspor ji bo gelê Kurd yekitî ye, aştî ye, biratî ye, wekhevî ye. Amedspor ne tenê ji bo Amedê ye, ji bo çar parçeyên welat e. Amedspor ji bo me nasname ye, hebûn e, serbilindî ye.”












