PFDKê, ji ber maça Galatasarayê 280 hezar TL cezayê pere li Amedsporê birî.
Amedspora ku di Trendyol Super Lîgê de dilîze, ji ber maça ku di 7ê Mijdarê de bi Galatasarayê re lîst, ceza xwar. Desteya Disîplînê ya Futbolê ya Profesyonal (PFDK), di maça ku tu alozî tê de derneketibû de bi îdiaya bûyerên qadê ku ji ber alîgiran derketine, 280 hezar TL ceza li Amedsporê birî.
PFDKê, ji bo heman maçê ji ber dirûşmên qirêj û nebaş ên alîgiran biryar da ku qartên e-biletê yên temaşevanên li blokên 106, 107, 206, 207 ên tribûna Bakur û 109, 120, 219, 220 ên tribûna Başûr bên astengkirin û ev kes nikaribin bikevin maça ewil a ku tîm dê li sehaya xwe bilîze.













