Îro êvarê Amedspor û Galatasaray dê li Stenbolê werin hemberî hev. Alîgirên Amedsporê beriya maçê li Qada Yenîkapiyê kom bûn. Çavê bi milyonan kes li serkeftina Amedsporê ye.
Amedspor û Galatasaray di hefteya 11mîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de li Stada Rams Parka Galatasarayê ya Stenbolê, dê saet di 19.00an de werin hemberî hev. Alîgirên Amedsporê beriya maçê li Qada Yenîkapiyê ya li Fatîhê kom bûn û dê li vir bi komî derbasî stadê bibin. Alîgiran alên Amedsporê rakirin û bênavber dirûşmên dilsoziya bi Amedsporê re berz dikin.

















