Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê, Riha, Dîlok û Meletî di salvegera 11emîn de qurbaniyên qetlîama Gara Enqereyê bi bîr anî û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê daxwaza ked, aştî û demokrasiyê qurbaniyan pêk bînin û bang li deshilatê hate kirin ku berpirsiyarên rastî yên qetlîamê derxe holê.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê bi mûnesebeta komkujiya li Enqereyê ya ku di 10ê Cotmeha 2015an de li ber Gara Enqereyê di mîtinga “Ked, Aştî û Demokrasiyê” de bi êrişeke bombeyî ya DAIŞê 104 kes hatibûn qetilkirin û zêdetirî 500 kesî jî birîndar bûbûn, li qada Bajêr a Semsûrê daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên demokratîk ê civakî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Pankarta “Em kujeran nas dikin, nadin jibîrkirn” Hat vekirin û dirûşmên “Em 10 cotmehê nadin ji bîrkirirn”, “Şer re na niha aştî” hatin berzkirin
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka SESê Rengîn Husniye Kilinç ve hate xwendin.
‘Kula dilê me wekî roja yekem nû ye’
Rengîn Husniye Kilinç li ser navê platformê daxuyanî xwend û destnîşan kir ku 11 sal li ser katliamê re derbas bûne, lê êş û tûrehiya wan mîna roja yekem nû ye û diyar kir ku ev êrîş tenê li dijî mitîngê nebû, li dijî daxwaza aştiyê, biratî û jiyana hevbeş a hemû gelan hate kirin.
‘Aşitiya daîmî bi edalet û siyaseteke demokratîk pêkan e’
Rengîn Husniye Kilinç bal kişand ser rewşa siyasî û pêvajoyê û wiha axivî: “Aşitiya rastîn û daîmî tenê bi bêdengkirina çekan pêk nayê. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û aştiyeke daîmî, di şûna polîtîkayên înkar û ewlehiyê de, avakirina zemînekî siyasetê ya demokratîk, mafên bingehîn û hemwelatiya wekhev hewce ye.”
‘Desthilat berpirsiyariya xwe red dike’
Rengîn Husniye Kilinç bal kişand ser dadgehkirina dosyaya qatliamê û destnîşan kir ku berpirsiyarên rastîn û rayedarên ku tevî hemû agahiyên îstîxbaratî jî, nehatine darizandin û wiha dawî da axaftina xwe: “Redkirina berpirsiyariya dewletê ya di vî karî de, fikarên li ser ewlehiya çalakiyên demokratîk ên siberojê jî zêde dike. Em ê tekoşîna xwe ya ji bo ked, aştî, azadî û demokrasiyê mezin bikin û 10ê Cotmehê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em ê li ser riya hevalên xwe yên qetilkirî tekoşîna xwe ya edaletê bidomînin.”
Daxuyani bi lêdana çepikan û berzkirina dirûşman bi dawî bû.

DÎLOK
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê jî ji bo bîranîna qurbaniyan Komkujiya 10ê Cotmehê li Parka Yeşilsu ya li navçeya Şahînbeyê daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên qurbaniyan û pankarta “Em di şînê de ne, em ê nedin jibîrkirin” hatin hildan. Çalakî bi rêzgirtina deqeyekê ya ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê dest pê kir.
Li ser navê platformê Serokê Şaxa Egitim Senê ya Dîlokê û Berdevkê Demê ya Platforma KESKê ya Dîlokê Omer Parlakçi daxuyanî xwend. Parlakçi bal kişand ser wê yekê ku komkujî nehatiye ronîkirin û destnîşan kir ku heya ji berpirsyaran hesab neyê pirsîn dê têkoşîna wan berdewam bike.
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
RIHA
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî bi boneya bîranîna qurbaniyan pêşî serdana goristanê kir û paşê jî li meydana bajêr daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.
Qurbanî Nilgun Çevik, Başak Sidar Çevik û Yilmaz Elmascan li Goristana Asrî ya Pirsûsê û Goristana Gundê Sergena Biçûk hatin bîranîn. Malbatên qurbaniyan û gelek welatî tev li bernameya bîranînê bûn û ji bo qurbaniyan rêz hate girtin û qerenfîl danîn ser gora wan.
‘Êrişeke li dijî aştiyê ye’
Piştî serdana goristanê, girse derbasî navenda Rihayê bû û li ber AVMa Novada Parkê daxuyaniya çapemeniyê da. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Murat Oruç ve hate xwendin.
Murat Oruç diyr kir ku 10ê Cotmehê ne tenê komkujiyek e û got: “Ev êrişeke nemardane bû ku li dijî yên dixwestin li van xakan aştiyeke mayînde ava bikin, yên ku ji şer bêtir muzakereyê û ji çekê bêtir diyalogê diparêzin hate kirin.”
alakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

MELETÎ
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletiyê jî ji bo bîranîna qurbaniyan daxuyaniya da û komkujî şermezar kir. Girseyê ku li ber Ocaxa Tenduristiyê ya Ozalperê ya li navçeya Battalgaziyê hat li cem hev, heta ber Abîdeya Aştiyê meşiya û li vir daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Li ser navê girseyê metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka SESa Meletiyê Cansu Kaplan ve hate xwendin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.












