• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Stasyona Garê qurbaniyên10ê Cotmehê hatin bîranîn

Enqere / AW

10 COTMEH 2025 - 12:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmehê yên Gara Enqereyê di salvegera 10emîn de li cihê komkujî pêk hatiye ji aliyê sedan kesan ve hatin bîranîn. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku li vir axivî, destnîşan kir ku ew ê xewn û xeyalên wan bi aştiyê pêk bînin.

 

Sendîkaya Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK), Odaya Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê, di salvegara komkujiya 10ê Cotmehê de li cihe ku komkujî pêk hatibû bernameya bîranînê li dar xistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û bi sedan kes tev li bîranînê bûn.

Girseya li Metroya Ulusê kom bûn li wir heta cihê komkujiyê meşiyan. Girseyê pankarta “Em komkujiya 10ê Cotmehê ji bîr nakin” vekirin. Girsê li Stasyona Beta ya Garê dirûşmeyên, “Kujer DAIŞ hevkar AKPê”, “Bijî wekheviya gelan”, “Kujer dewlet wê hesab bide” , “Li dijî faşîzme mil bi mil”, “Şehîdên aştiyê nemirin” û “Dê roj be kujer dê hesabê bidin gel” berz kir.

Li cihê komkujiyê hatin bîranîn

Li Stasyona Garê girsê bernameya bîranînê li darxist. Girsê li Stasyona Garayê hatli ber peykerê ku navên qurbaniyên komkujiyê li ser dinivisî û li vir bernameya bîranînê li dar xist. Di serî de ji bo kesên di komkujiyê de hatinê qetilkirin, deqeyeke rêzgirtinê hat lidarxistin. Piştî rêzgirtinê, bi dorê navên 104 kesên di komkujiyê de hatibûn qetilkirin hat xwendin û kesên kom bûne jî bi yek dengî bersiva “Ew dijîn.”

‘Têkoşîna edalet û aştiyê didome’

Li vir metna daxuyaniyê ji aliyê Hevberdevka Komeleya Astiyê ya 10ê Cotmehê Mehtap Sakincî ve hat xwendin. Mehtap Sakîncî destnîşan kir ku 10 sal in ew li pêy edaletê ne û wiha got: “10 sal in xeyala wan a aştiyê pêk nehat. Şerê li niha cihanê diqewimê jî nîşana pêvîstiya daxwaza wan a aştiyê ye. Daxwaza wan niha jî derbasdar e. Heta edalet pêkneyê aştiyeke rastîn nabe. Em têkoşîna xwe ya edalet û aştiye didomînin. Di van 10 salan de di doza komkujiyê de jî polîtikayên bê cezahiştinê dîsa pêk hat. Em ji vê pergalê re dibêjin, gotina me hê neqediya.”

Piştrê jî malbatên qurbaniyan û nûnerên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB axivîn û daxwaza edaletê kirin û gotin heta edalet pêk were ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

‘Heta aştî pêk were têkoşîna me wê bidome’

Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan di bernameya bîranînê de axivî. Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku ew ê xeyalên wan bi aştiyê pêk bînin û ev tişt gotin: “Heta edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heke ew edalet li cihekî pêk bihata, rêyedar wê îstîfa bikirina. Lê li vir tu rêyedarek îstîfa nekir. Dema astî û civaka demokratîk pêk hat, hesabê vir jî wê bê pirsîn. Em soz didin ji malbatan re û qurbaniyan re ku heta aştî pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ez careke din li ber şehîdên aştiyê bejna xwe ditewînim. Em ê her tim bi malbatan re hevkariyê bikin.”

Serokê Partiya Kedê (EMEP) Seyîd Aslan jî anî ziman ku ew ê têkoşîna edalet û aştiyê bidomînin.

Paralementerê Meletî yê CHPê jî bi lêv kir ku ew komkujî li ber çavan hat kirin û desthilat berpirsê komkujiyê ye.

Polîs êriş kir

Piştî axaftinan girsê dirûşm berz kirin. Bernameya bîranînê bi danîna qurnafîlan li cihê komkujiyê bi dawî bû. Piştî bîranîna li cihê komkujiyê girse xwest ber bi Edliyeya Sihhiyeyê meş li dar bixe. Polîsan destûr neda meşê û mudaxile li kesên tev li bernameya bîranînê bûne kir.

 

Etîket: CHPDEM PartîDİSKEMEPKESKKomeleya Aştiyê ya 10ê CotmehêQurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmehê yên Gara Enqereyêsalvegera 10emînSeyîd AslanTMMOBTTBTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne