• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mahmût Şakar: Bi komploya navdewletî re hemû hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin

    Mahmût Şakar: Bi komploya navdewletî re hemû hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin

    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê COTMEHA 2026an

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

Firat Tûnç / AW

8 COTMEH 2026 - 09:42
Kategorî: ANALÎZ-DOSYE, MANŞET
A A
Riha – Komploya 9ê Cotmehê ku bi tifaqa gelek welatan pêk hat, armanc dikir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de îradeya gelê Kurd dîl bigire. Lê belê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî vê xefikê, di nav mercên giran ên Îmraliyê de felsefeya berxwedanê veguhest qada lêgerîna heqîqetê û rêya lihevkirina demokratîk û aştiyê nîşan da.

Dîrok bi hezaran şêweyên şikandina îradeyê û îşkenceyê tije ye û li hember van hewldanên ala têkoşînê jî qet daneket. Li hemberî îşkenceyê parastina rûmetê, serî hildan, ser dayîn û sir nedayîn, bû çandek berxwedanê û şêwazek mirovbûnê. Pêşeng û zanayên ku bi têkoşîna mohra xwe li dîrokê xistine; li hemberî ji holê rakirinê, têkbirina îradeyê, şewitandin, xaçkirin, çarmixkirin, çermkirin, neçarhiştina vexwarinê jehrê û her cure zilma mirovahiyê teslîm nebûn û li hemberî tunehesibandin, tunekirinê dev ji têkoşînê bernedan û ala rûmetê her bilind kirin.

Rengê berxwedanê carna bi serhildanê, carna têkoşîneke demdirêj carna bi qîrîna bi dengekî bilind, carna bedena xwe kirina çek, carna bi pênûsê an jî stirîna stranekê derket holê. Berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku zêdetirî 28 sal in li Girava Îmraliyê bêyî navber, kêlî bi kêlî didome, xwedî taybetmendiyeke cuda ye û bi ser mîrateya berxwedanên mezin ên dîrokî û pêdiviyên hemdemî bilind dibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şexsê xwe de têkoşîna gelan a azadiyê, îradeya jinê ya ku tune tê hesibandin temsîl dike û armanca vê têkoşînê him bersivdana van polîtîkayan him jî valaderxistina komplogeran bûye. Abdullah Ocalan diyar dike ku çawa pêşeng û zanayên mezin ên dîrokê bi evîna heqîqetê şewitîn û derdora xwe ronî kirin, ew jî bi vê hişmendiyê û bi hezkirina zanistê li ber xwe dide. Di parazname, gotar, name û hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re xema sereke ronîkirina heqîqetê û nîşandana rêya çareseriyê bûye.

Gava destpêkê ya şerê cihanê yê sêyemîn

Destpêkirina Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmeha 1998an gava destpêkê ya Şerê Cîhanê ya Sêyemîn bû. Ji Îsraîlê heta Rûsyayê, ji DYAyê heta Yewnanistanê, ji Misirê heta Ingilîstanê û Afrîkayê gelek welat tevlî vê komployê bûn. Armanc ew bû ku bi dîlgirtina Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurdistanê bi hêrs bikin da ku şer mezin bibe, dewleta Tirk vê yekê bike hinceta komkujiyan û şerekî ku di navbêna hemû Rojhilata Navîn de belav dibe, bide destpêkirin.

Sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bi taybetî hat avakirin da ku di şexsê Abdullah Ocalan de gelê Kurd, jinên azadîxwaz û gelên Rojhilata Navîn dîl bigire. Abdullah Ocalan zêdetirî 28 sal in di bin vê sîstema tecrîd û îşkenceyê de kêlî bi kêlî, gav bi gav li ber xwe dide û têkoşîna azadiyê li pêş dixe.

Manîfestoya demokrasî û aştiyê plan xera kirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin şert û mercên giran hewl da komploya li hemberî xwe hatiye pêkanîn pûç bike, bêwate bike, têkoşîna gelan ji dîrokê heya îro hatiye bi rêbaz û têgihiştina pêdiviyên hemdemî bigihîne encamê têdikoşe. Yekemîn paraznameya Abdullah Ocalan a di rûniştina doza Îmraliyê de amade kiribû, “Manîfestoya Demokrasî û Aştiyê” bû ku di Hezîrana 1999an de temam kir. Di bin siya heqaretên faşîstan de, dema bi cezayê darvekirinê dihat darizandin û di hucreya cam de anîn salona dadgehê, wî banga aştî û avakirina Komara Demokratîk kir. Ev parastin û bangê, civak û raya giştî matmayî hişt û planên hêzên navneteweyî yên ji bo geşkirina şerê herêmî xera kirin.

Ocalan: Armanca min a sereke lêgerîna çareseriyeke maqûl e

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di notên hevdîtinên xwe de pêvajo û armanca nivîsandina vê parêznameyê bi van gotinan tîne ziman: “Daktîloyek nedan min. Min parêznameya xwe ya ji 90 rûpelan pêk tê qedand. Ez naxwazim zêde dirêj bikim. Min ji bo çareseriya demokratîk parastineke baş amade kir. Ez ê îddayên di îddianameyê de yek bi yek bersiv nedim. Ez bi lez xebitim, ez hinekî westiyayî bûm. Li gorî rêzika her şerekî ku aştiya xwe heye, armanca min a sereke ya parastinê lêgerîna çareseriyeke maqûl bû. Dema min parastina xwe ya yekem li İmraliyê pêş xist, min dahûrîna xitimandina pirsgirêka Kurd esas girt. Rastî ev bû; eşkere bû ku heta tarîtiya di rastiya Kurd de neyê ronîkirin, rastiya parastina min jî wê watedar nebe. Piştî ku her tişt ji bo aştî û çareseriyê hat ceribandin, êdî dema lêkolîna sedemên dîrokî, civakî yên ku bûn sedema vê tarîtiyê hatibû. Yekemîn parastina min a li dadgehê daxwazeke nerm a ji bo aştiyê bû. Parêznameya min a ewil hem parêznameya min a İmraliyê hem jî parêznameya min a herî nerm bû. Min ev yek anî ziman û ji dadger re xwend. Min komara Demokratîk nirxand û ji dadger re vegot. Min got; divê lihevkirineke demokratîk hebe. Min diyar kir ku çareseriya serdema me lihevkirina demokratîk e û eger ev yek neyê fêhmkirin dê pirsgirêk çareser nebe. Lê wan fêhm nekir; wan weke ku dixwestin fêm bikin şîrove kirin.”

Parêznameyên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li İmraliyê nivîsandin, weke zengilên ku hevdu temam dikin zêde bûn û derbasbûna demê re kûr û berfirehtir bûn.

Sibê: Serpêhatiya 129 rojan: Nexşerê, rola 14 dewletan û Tora têkiliyên global.

Etîket: 9ê CotmehêAbdullah OcalanKomplonavneteweyîRêberê Gelê Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mahmût Şakar: Bi komploya navdewletî re hemû hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin

Mahmût Şakar: Bi komploya navdewletî re hemû hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin

8 COTMEH 2026
Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

8 COTMEH 2026
Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

8 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne