• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê COTMEHA 2026an

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Esra Polat / AW

8 COTMEH 2026 - 08:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Parêzer Mûharrem Erbey derbarê destpêkirina salvegera 28emîn a Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de destnîşan kir ku tevî hemû hewldanên komployê jî lê belê gelê Kurd ev komplo pûç kir û ev ji bo gelê Kurd serkeftineke û got ku li Rojhilata Navîn bêyî gelê Kurd gavavêtinek ne pêkan e.

Komploya Navneteweyî ku di 9ê Cotmeh a 1998an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, 28 sal li pey xwe hişt. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştî ku ji Sûriyeyê derket di 15ê Sibata 1999an de ji Balafirgeha Naîrobî ya li Kenyayê bi hevkariya dewletên navneteweyî hat revandin û ew anîn Tirkiyeyê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji roja ew anîn girava Îmraliyê û heya roja di bin şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. Parêzer Mûharrem Erbey têkildarî komploya 9ê Cotmehê ji ajansa me re axivî.

‘Di Rojhilata Navîn de bêyî gelê Kurd gavavêtinek ne pêkan e’

Mûharrem Erbey bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn ên du sed salan û wiha got: “Gelê Kurd jî di nav erdnîgariya Rojhilata Navîn de hêzeke gelekî mezin û girîng e. Gelê Kurd ê bêdewlet, di nav gelên bêdewlet de civaka herî mezin e. Êdî di Rojhilata Navîn de bêyî gelê Kurd avakirina projeyekê an jî gavavêtineke nû ne pêkan e. Binêrin, Kurd ev 40 sal in ku di Rojhilata Navîn de hêza xwe nîşan didin, bi pêş dikevin û ji bo nasname, maf û azadiya xwe meşeke dirêj bi rê ve dibin.”

Parêzer Muharrem Erbey

‘Armanca wan ew bû ku rola Kurdan li herêmê lawaz bikin’

Mûharrem Erbey komploya 9ê Cotmehê bi bîr xist û anî ziman ku armanca komplogeran ew bû ku rola Kurdan li herêmê lawaz bikin, bandora wan kêm bikin, dewletên navneteweyî bi rehetî li Rojhilata Navîn gavan bavêjin, dorpêça xwe berfirehtir bikin. Mûharrem Erbey di berdewama axaftina xwe de ev yek anî ziman: “Wan dixwest piştî ku Kurd ji qadê hatin derxistin, gelê Kurd bêserî û bêîrade bihêlin. Lê belê li Rojhilata Navîn nêzîkatiya gelan ber bi serokan ve ye; gel li gorî sekna serokê xwe biryaran werdigirin. Dema ku hêza serokekî mezin be, gel bi yekdengî li pey wî dimeşe. Dewletên navneteweyî ev rastî di civaka Kurd de dîtin û fêm kirin ku gelê Kurd nirxekî mezin dide Rêberê xwe û fikir û ramanên wî dipejirîne. Ji ber vê yekê ev komplo hûnandin. Lê belê ev hewldana wan vala derket, ev komplo hate pûçkirin. Ez bawer dikim ku di demeke nêz de gelê Kurd dê bigihe statû û nasnameya xwe. Tevî hemû planan jî, valaderxistina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e.”

‘Hemû gel dixwazin azad bibin’

Mûharrem Erbey bi lêv kir ku di vê erdnîgariyê de ne tenê Kurd, civakên wekî Ermen, Suryan, Keldanî, Êzidî û Elewî jî hene û wiha pê de çû: “Ev hemû gel dixwazin azad bibin, bibin xwedî statu û nasname û jiyana xwe bi serbixweyî berdewam bikin. Lê mixabin dewletên navneteweyî dixwazin Rojhilata Navîn perçe bikin, nakokiyan bixin navbera gelan û serweriya xwe li ser herêmê bidomînin. Lê belê Birêz Ocalan van nêzîkatiyên dewletên navneteweyî qebûl nake. Wî yekîtiyeke polîtîk û azad pêşniyar kiriye û ji bo vê yekê li Rojhilata Navîn hewldanên girîng hene.”

‘Ji bo nîqaşê statu pêwîst e’

Mûharrem Erbey di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser deklarasyona “Ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê 1001 îmze” û wiha got: “Di demekî nêz de ez jî di nav de 1001 rewşenbîran metnek îmze kir. Di vê metnê de daxwaza sereke ev bû: afirandina derfetên hevdîtinê yên Rêberê Gelê Kurd û rêya azadiya wî. Min bixwe jî gelek caran serdana wî kir û hevdîtin pê re pêk anî. Daxwaza her Kurdekî ew e ku hevdîtin pê re bê kirin. Ji ber vê yekê, êdî di Rojhilata Navîn de bêyî gelê Kurd û bêyî Rêberê gelê Kurd avakirina projeyekê an gavavêtinek ne mimkun e. Ji bo vê yekê statû, mekanekî guncav, sekreterya û hebûna rewşenbîran a ji bo nîqaşê pêwîst e. Ev rewş ne tenê ji bo Rêberê gelê Kurd, ji bo hemû gelê Kurd û tevahiya Rojhilata Navîn derfeteke mezin e.”

Etîket: 9ê CotmehêAbdullah Ocalanparêzer Muharrem Erbey
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

8 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne